3.07.2010

Rewşa li Kurdistan’ê, Helwesta Ewrûpa’yê û Hikûmeta Herêmî

Li Bakurê Kurdisan’ê rewşeke awarte heye. Di nava deh salên borî de, ti demekê li vê parçeyê welatê me xeterî û her wiha lezgînî wiqasa bilind nebibû. Qasê ku ez dibînim, her ku diçe ev rewş xerab dibe û di navbera civakên kurd û tirk de birînan kûr dike.

Di van rojan de mijara ku herî zêdetir li Tirkiye’yê tê niqaşkirin, ya bûyera êrişa îsraîl ku lidijî keştiya « alîkariya » Tirkiye’yê, a ji bo Gaze’yê hatibû şandin, pêkhatî ye. Di qada Ewrûpa’yê de jî heman mijar kete rojeva Parlemana Ewrûpa’yê û di vî warî de hin daxwaz ji hikûmeta Îsraîl’ê hatin kirin. Dewleta tirk, bi hemû derfetên xwe, ên siyasî û dîplomatik, hewl dide ku xwe weke parêzvanê mafê mirovan û aktoreke navneteweyî bide qebûlkirin.

Digel hemû hewldanên rayedarên tirk, rastiya rewşa welat nayê veşartin. Ji destpêka meha hezîranê vir ve şereke dijwar di navbera gêrîlayên kurd û artêşa tirk de dimeşe. Di vê navberê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dane, her rojê ev hejmar zêdetir dibe. Ji salan vir ve, di dojehên Tirkiye’yê de bi hezaran zarokên kurd, her wiha bi hezaran jî siyasetmedarên kurd hene. Rayedarên ti welateke wiha nikarin ji xwe re bêjin « em xwediyê sîstemekê demokratîk û laîk in ». Lê belê, devê kîjan rayedarên vî welatî vedibe, gotinên « demokratîk », « wekhevî » û « laîk » kêm nabin. Durûtiyekê mezin li Tirkiye’yê heye û her ku diçe barê li ser milê girseyan girantir dike.

Li hemberî vê rastiya rewşa li Tirkiye’yê, mixabin Yekîtiya Ewrûpa’yê jî di nava durûtiyekê mezin de ye. Digel hewldanên saziyên civakî, ên kurd û tirk, heya niha ti saziyekê Ewrûpî bi rewşa zarokên kurd re, ên di dojehên Tirkiye’yê de ne, eleqadar nebû ye. Di vî derbarî de, ji du salan vir ve, bi hezaran name ji endamên Parlemana Ewrûpa’yê re çûne, lê belê ji aliyê heman saziyê ve hê jî bêdengiyekê mezin heye.

Di derbarê zarokên girtî de, van rojan hikûmeta AKP’ê hin gavan avêt, di rojên pêş de dibe ku ev gav di piratîkê de jî rê li hin « pêşketinan » vekin. Divê were zanîn ku, ji vir şûn de di hemû nêzîkatiyên AKP’ê de hejmarên hilbijartinan hene. Heke ne wisabûya, çima heya niha wiqasa bang û daxwazên saziyên civakî û parêzgerên ZAROKÊN KURD nehatin bihîstin ?.

Şerê ku niha li Bakurê Kurdistan’ê dimeşe, roj bi roj Başûrê Kurdistan’ê ji digire nava xwe. Çendî hikûmeta herêmî naxwaze xwe tevlî vî şerî bike jî, heke wisa bidome, ne mumkun e ku ew bikaribin xwe rihet bibînin. Lewre, divê hikûmeta heremî ya Başûrê Kurdistan’ê jî bikeve nava hewldanên dîplomatîk û mudaxaleyê vî şerî bike.

Ahmet DERE

Ev nivîs di rojnameya Rudaw’ê de hatiye weşandin ?

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder