13.06.2010

Xeteriya CHP’ê -Ahmet DERE-

Ji meha gulanê vir ve ez rewşa CHP’ê ji nêz ve dişopînim. Wisa dixûyê ku li Tirkiye’yê hemû derdorên ku ji AKP’ê nerihet in li dora CHP’ê civiyan in û hewl didin daku ew were ser desthilatdariyê. Di nava van derdoran de nijadperestên tirk û derdorên dijîtiya Yekîtiya Ewrûpa’yê dikin jî hene.

Ji çûyîna Deniz Baykal û hatina Kiliçdaroğlu vir ve, li Tirkiye’yê bayekê CHP’ê tê. Ji cur be cur derdoran girseyên ku bi nezantî xwe li vî bayê digirin hene. Li gorî propagandeya tê kirin, CHP guherî ye, ew ji mentalîteya kevneparêz dûr ketiye û wê Tirkiye’yê berbi rewşeke nû ve bibe. Ji niha ve Koma Medya Doğan, bi taybetî Huriyet, Milliyet, CNN Turk, Kanal D û hwd. hejmarên dema desthilatdariya hevkar ya CHP-MHP’ê dikin. Mixabin her ku diçe ev propaganda bibandor dibe.

Belê, kî çi dibê bila bêje, di hilbijartinên 2011’an de wê AKP dîsa weke partiya yekem derkeve. Lê belê, dibe ku ev partî nikaribe bi tena serê xwe hikûmetê çê bike, wê demê rê ji CHP’ê re vedibe. Bê guman CHP jî wê nikaribe bi tena serê xwe bibe hikûmet, ji vê qadê şûn de xeteriya herî mezin wê derkeve holê ; hevkariya CHP-MHP’ê. Ez vê hevkariyê weke bombeyekê dibînim, ew tenê ji bo pirsgirêka kurd nabe xeter, ji bo pêseroja Tirkiye’yê hemû ew ê xetere be.

Ji 23’yê gulanê vir ve Kemal Kiliçdaroğlu ketiye nava hewldanên ji bo amadekariyên hilbijartinan. Di vê navberê de, li hin deveran, bi taybetî li rojavayê Tirkiye’yê, ew derdikeve pêşberî girseyan, nêrîn û projeyên xwe tîne ziman. Di hemû axiftinên Kiliçdaroğlu de, tenê pirsgirêkên di derbarê xizaniyê de û bêrêtiya AKP’ê cih digirin. Heya niha di derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd de, an jî di derbarê pirsgirêkên giştî ên welat de ti nêrînekê zelal neaniye ziman. Ne tenê Kiliçdaroğlu, her wiha hemû endamên rêveberiya CHP’ê di vî warîde tiştekê nabêje.

Helwesta Kiliçdaroğlu û ya rêveberiya CHP’ê di cewherê xwe de xeteriyekê mezin diparêze. Bi rêya vê partiyê nijadperestiya tirk ji xwe re derfetên nû bidest dixe. Li gorî hejmarên ku têne kirin, beşekê gelê kurd jî wê di nava heman konseptê de cih bigire. Ji niha ve navê hin kesan (weke mînak ; Sezgîn Tanrikulu, Galip Ensarioğlu û hwd) ji aliyê derdorên CHP’ê ve têne ziman. Di bingeha armanca wan de, di hilbijartinên sala pêş de parçekirina dengê BDP’ê heye. Heke hin kesên weke Tanrikulu û Ensarioğlu ji vê leystoka CHP’ê re bibin hacet, guman tine ku wê CHP ji derên weke Amed’ê jî parlementeran derxîne. Lewre, pir pêwîst e ku her kesê ku xwe kurd dizane neyê vê leystoka CHP’ê û nebin hacetê hevkariya CHP-MHP’ê.

Heya niha nasnameya kurdîtiyê, her wiha ya elewîtiyê ji aliyê Kiliçdaroğlu ve zêde nehatiye bikaranîn. Her ku diçe, bi taybetî li herêmên Kurdistan’ê, wê van nasnameyan derxîne pêş. Ev her du nasname jî ji bo Kiliçdaroğlu sermayekê mezin e. Dibe ku, li hin bajarên weke Amed û Dêrsim’ê, Kiliçdaroğlu bi kurdî girseyan silav bike. Her wiha, dibe ku ew di derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd de jî hin gotinên « pir xweş » bîne ziman. Lê belê, wê ev hemû tenê ji bo dema hilbijartinan werin ziman, pişt re ew ên werin jibîr kirin. Dibe ku Kiliçdaroğlu bi xwe jî tenê weke hacetekê hilbijartinan were bikaranîn !!!

Bi awayeke giştî, ez CHP’ê ji bo pêşeroja Kurdan û her wiha ya Tirkiye’yê pir xeter dibînim. Lewma, divê derdorên kurd û demokratên tirk şiyar bin û rê ji pêvajoyekê wiha xetere re venekin.

Ahmet DERE / 13.06.2010

Not: Kesên ku dixwazin pirtûka min a bi navê "Yekîtiya Ewropayê û Rastiya Kurd" bixwazin, dikarin bi rêya navnîşana min farasin@hotmail.com mesaj bişînin.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder