22.11.2009

Niqaşên Çareseriyê û Nexşerê

Niqaşên di derbarê çareseriya pirsgirêka kurd de berdewam dikin.

Ji meha Gulanê vir ve, çi ji aliyê Kurdan ve û çi jî ji aliyê cur be cur derdorên li Tirkiyeyê ve, ev mijar bi dorfirehî tê niqaşkirin. Lêbelê hê ji encama van niqaşan ti zelaliyekê çênebûye. Wisa dixûyê ku hê demeke din jî wê ev nediyarî bidome.

Li Tirkiyeyê her kesê ku hinekê mêjiyê wî dixebite baş dizane ku rola şexsiyeta Abdullah Öcalan di pêvajoya çareseriya pirsgirêka kurd de pir mezin e. Pirsgirêka kurd bi pêşengiya PKK û ya Abdullah Öcalan nehatiye afirandin, lêbelê rola PKK’ê û ya Öcalan ji bo çareseriya wê ferz e. Heman rastî ji aliyê hin derdorên çapemeniya Tirkiyeyê ve jî tê bilêvkirin. Lê mixabin, di van rojên dawî de, her ku diçe di zimanê rayedarên hikûmeta AKP’ê de guhertinên neyênî çêdibin. Çi di derbarê Hêza Rizgariya Demokratîk de û çi jî di derbarê Abdullah Öcalan de gotinên sivik tên bikaranîn. Ez vê rewşê baş nabînim.

Çavê raya giştî li hevdîtina parêzerên Abdullah Öcalan bû. Divê roja 19’ê Tebaxê hevdîtin pêkhatibûya. Lêbelê wisa diyar e ku hin destên kûr di nava mijarê de ne û dixwezin tevlihev bikin. Nexşerê, a ku wê ji aliyê Öcalan ve were aşkerekirin dikare bikeve xizmeta pêvajoya çareseriya demokratîk. Dê kes jibîr neke ku ev pêvajo ji aliyê Öcalan ve hate destpêkirin.

Digel hin işaretên neyênî, pêvajoya niqaşan ku li tevahiya Tirkiyeyê didome bi tena serê xwe gaveke baş e. Êdî Tirkiye nikare weke demên borî li ser bingeha înkar û tinekirinê siyasetê bimeşîne. Weke Ahmet Türk digot, carekê cin ji şûşê derketiye, êdî ne mumkun e ku ew şûn de vegere.

Dema ku hûn vê gotarê dixwînên (îro roja înê) dibe ku hevdîtina parêzeran bi Abdullah Öcalan re pêkhatibe. Mumkun e ku di nava rojek an jî du rojan de di derbarê Nexşerê de agahî werin dayîn. Dewleta tirk heman Nexşerê çawa pêşwazî dike bila bike, ya herî girîng ew e ku, hemû derdorên ku ji bo pêvajoyeke aştîxwaz di nava hewldanan de ne, destûr nedin bûyerên provokatîf.

Di pêşxistina heman pêvajoyê de zimanê ku were bikaranîn pir girîng e. Di vî warî de kes MHP û CHP weke aliyên çareseriyê nabîne, dê gotinên ku ev du partî bikar tînin ji aliyê Kurdan ve neyên guhdarkirin. Lêbelê zimanê rayedarên AKP û herwiha ên Artêşa Tirk girîng e. Li aliyê din zimanê ku rayedarên DTP’ê jî bikar tînin xwedî girîngiyekê ye. Divê DTP jî bizanibe siyasetê bike, nebe leystok û neyê xapandin. Cara yekemîn e ku, bi kar û zimanê xwe ve, DTP bi vî awayî li ber çavên hemû cîhanê ye.

Weke tê zanîn Ewropa di demeke pir ker de dijî. Piştî hilbijartinên Parlemena Ewropayê, ên 5-7’ê Hezîranê, hê ti saziyekê Yekîtiya Ewropayê dest bi xebateke asayî nekiriye. Hefteya pêş destpêka dema duyemîn a xebatên salê ye. Ez bawerim wê helwesta Yekîtiya Ewropayê jî hêdî hêdî net bibe. Ka emê bibînin Ewropa çawa nêzîkê vê pêvajoya çareseriya pirsgirêka kurd bibe. Di hefteyên pêş de ez ê analîzên xwe bi we re parve bikim

Ahmet DERE / 19.08.2009

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder