22.11.2009

Gelo…

Tirkiye welatekê wisa ye ku di meriyetê de gav neyên avêtin mirov nikare bawer be. Lewre di derbarê pêvajoya çareseriya pirsgirêka kurd de roj bi roj gumanên min zêde dibin. Ez vê yekê hêvî nakim lê mixabin rewşa objektîf ev e.

Di destpêka niqaşan de, bi devê rayedarên payebilind yên AKP’ê, hate gotin ku ev pêvajoya çareserkirina pirsgirêka kurd e. Hemû Kurdan û raya giştî ya Tirkiyeyê jî wisa fêmkirin. Lêbelê niha di zimanê AKP’ê de guhertin çêbûye. Navê hewldanan kirina « Pêvajoya Demokratîk », dibe ku di rojên pêş de bêjin « Pêvajoya parastina Tirkiyeyê ». Ev nêzîkatî tenê bi serê xwe xaleke qels e. Heke heman nêzîkatî bidome wê bibe sedemê bêbaweriyeke mezin.

Ya din, her ku diçe helwesta rayedarên AKP’ê û her wiha ya Serokkomar dikeve bin bandorê helwesta MHP’ê. Gotinên ku di derbarê Abdullah Ocalan de têne ziman ez wisa dinirxînim. Heke ev helwest wiha berdewam bike ez ditirsim ku pêşeroja vê pêvajoyê bibe weke a 12’ê Tebax a 2005’an. Tê zanîn ku wê demê jî serokê AKP’ê, li Amedê, hin gotinên « baş » anîbû ziman. Lê me hemûyan dît ku berdewamiya wan gotinan nekete meriyetê. Lewre ez dibêm pêwîst e derdorên alîgirên aştiyê û demokrasiyê baştir şiyar bin û vê qelsiya di nêzîkatiya AKP’ê de rexne bikin.

Divê were zanîn ku ev pêvajo bi gotinên Abdullah Gul dest pê nebû. Ji dawiya sala 2008’an vir ve Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di derbarê Nexşerê de nêrînên xwe tîne ziman. Beriya ku AKP dest bi hewldanan bike, parêzerên Abdullah Ocalan bi cur be cur derdoran re hevdîtin pêkanîn. Ez dibêm di bingeha gotinên Abdullah Gul de jî rola Ocalan heye. Ji ber vê yekê divê nêrînên Ocalan werin guhdarkirin û ew muxatab were girtin. Lêbelê em dibînin ku hevdîtinên parêzeran tên astengkirin û li pêşiya ragihandina Nexşerê ya Ocalan kelem çêdibin. Ev yek jî weke xeteriyekê ye û nayê qebûlkirin.

Wezîrê Karê Hindir Beşir Atalay bi cur be cur derdoran re hevdîtinan pêktîne. Lêbelê heya niha tenê du caran bi DTP’ê re axifîne, wekî din bi tu rêxistineke Kurdan re danûsitandin çênebûye. Dibe ku di rojên pêş de Beşir Atalay biçe Amedê, lêbelê heya niha hê nêrînên Kurdan zêde nehatine guhdarkirin.

Ji derveyê cur be cur derdorên kurd, heke AKP nêrînên Abdullah Ocalan û yên KCK’ê negire berçavan ez nikarim ji serkeftina vê pêvajoyê re bêjim “Amîn”. Çi dibe bila bibe, bi çi curê dibe bila bibe, divê nêrînên Ocalan û nêzîkatiya KCK’ê ji ber çavan neyên windakirin. Dê were zanîn ku gelê kurd jî xwediyê xetên sor e.

Roja 22’yê Tebaxê me bihîst ku zîndana Amedê tê valakirin û li heman deverê dibistan çêdibin. Beriya her tiştî valakirina wê zîndanê pêşketinekê ye. Lêbelê li heman deverê çêkirina dibistanan nayê qebûlkirin. Hin derdor dibêjin bila li wê derê Mûze ya Mafên Mirovan çêbibe. Ez tevlî wan nêrînan jî nabim. Ez dibêm pêwîst e ew zîndan neyê xerabkirin, bila ji raya giştî re vekirî be û wehşeta ku li wê hatiye meşandin tim were şermezarkirin. Çawa ku Hesen Cemal jî digot, ez jî dibêm bila dewlet ji wan kesên ku di heman zîndanê de mane lêborînê bixweze. Nêzîkatiyeke wiha dikare ji vê pêvajoyê re bibe pêngav.

Ahmet DERE / 22.08.2009

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder