5.01.2015

2015 û Kurd



Tê bîra pirr kesan, 20 sal berê, yanê sala 1994 pirr dijwar derbas bibû. Şerê qirêj li hemû herêmên Kurdistanê belav bibû. Di bin navê Hîzbûl-Konra de dewleta tirk di pirraniya bajarên Kurdistana Bakur de di nava hewldanên qirêj de bû. Her mehê bi dehan welatparêzên kurd dahatin kuştin. Di aliyê din de jî, bi alîkariya cehşan artêşa tirk operasyonên dorfireh pêk dianî. Di dîroka şerê gêrilla de, li Bakurê Kurdistanê, wendayiyên herî zêde di sala 1994’an de hatine dayîn. Lewre ez heman salê weke sala herî reş dibînim.

Bîst sal pişt re, yanê sala  2014’an jî pirr dijwar derbas bû. Hêza terorîst DAİŞ’ê lidijî gelê me ferman derxist. Di bin navê ola îslamê de lidijî Kurdan wehşet hate meşandin. Destpêkê li Şengalê, pişt re jî li Kobanê wehşeta DAİŞ’ê bû sedemê kuştina bi hezaran zarok, jin û mêrên Kurd. Her wiha bi sedan hezaran Kurd neçar man in ku ji welatê xwe koçber bibin. Îro li cur be cur welatan bi hezaran Kurd nizanin çawa bijîn û wê pêşeroja wan çawa be.

Tê zanîn ku ji destpêka sedsala 21’în vir ve, bi awayekê giştî Têkoşîna Rizgariya Gelê Kurd ketiye qadekê awarte û herwiha girîng. Digel cur be cur rêbazên şer yên hêzên dagirker, ji salên 2010  vir ve xala çareseriya pirsgirêka kurd zêdetir ketiye rojeva qada navneteweyî. Bi taybetî mijara statûya Başûrê Kurdistanê ji aliyê rêxistinên weke Neteweyên Yekbûyî û herwiha Yekîtiya Ewropayê ve, bi awayekê fermî hatiye niqaş kirin. Digel rewşa neyênî ya sala borî, wisa diyar e ku wê di vê sala 2015’an de heman mijar zêdetir bê niqaş kirin û bigehêje zelaliyekê.

Di sala 2014’an de li Bakurê Kurdistanê jî hin pêşketinên berçav hatin dîtin. Çendî hikûmeta AKP’ê xwedî helwestekê samimî ne be jî, diyaloga ku bi Birêz Öcalan re hate lipeşxistin xwedî gavekê girîng e. Di dîroka Komara Tirkiyê de cara yekem dewletê bi awayekê fermî pêwîstiya bi çareseriya Pirsgirêka Kurd aşkere anî ziman û kir rojeva raya giştî. Bê guman heman rewş li gorî berjewendiyên fermî yên Komara Tirkiyê nebûn, lê belê rayedarên wê ji bo tiştekê wisa neçar bûn. Û carekê gotin ji nava lêvan derket, êdî ne mumkun e ku heman mijar bê înkar kirin.

Piştî salekê weke ya 2014’an em nikarin ji bo sala 2015’an pirr bi hêvî bin. Çendî kes nikare berê rewşê zêdetir biguhere û ber bi paş ve bibe jî, dîsa wê ev sal bi zehmetiyan derbas be. Hebûna hêza terorîst ya DAİŞ’ê hê jî weke xeteriyekê li pêşiya me ye. Wisa diyar e ku, heya dawiya vê salê jî wê heman xeterî ji holê neyê paqiş kirin. Bê gûman serkeftin ya Gelê Kurd e, lê belê wê zehmetî jî hebin. Digel hêvî û daxwazên min, bi heman xalê ve girêdayî, heya dawiya vê salê jî aramî kirina rewşa li Rojava pirr zehmet tê xûyan.

Tê zanîn ku di vê salê de, di 6’ê Hezîranê de, li Tirkiyê hilbijartinên giştî hene. Li gorî min wateya van hilbijartinan ji yên hemû demên borî zêdetir e. Di dîroka Komara Tirkiyê de cara yekem e ku, bi awayekê ne fermî be jî, nûnerên Gelê Kurd dikarin xwe îfade bikin. Lewre divê di hilbijartinên 6’ê Hezîranê de Kurd bi hêzekê hê mezintir bikevin heman Parlemenê. Ji bo heman hilbijartinan pêwîstî bi siyasetekê aqilane heye. Lê mixabin, li gorî daxûyaniyên nû yên  rayedarên HDP’ê ez nikarim zêde xweşbîn bibim. Eger HDP weke Partî bikeve hilbijartinan xeterî heye ku di 4 salên pêş de Parlemena Tirkiyê tenê ji AKP, CHP û MHP’ê re bimîne. Bê guman mirov nikare ji parlemenekê wisa tiştên baştirîn hêvî bike. Lewre ez dibêm pêwîste carekê din bi nûnerên serbixwe Kurd bikevin hilbijartinan. Ne wisa be derbas kirina rêjeya %10 ya hilbijartinan pirr zehmet e.

Di vê sala 2015’an de hêviyên min yên ji bo avakirina bingehekê saxlem ya Yekîtiya Neteweyî jî hene. Li gorî helwesta hemû hêzên Kurdistanî, bi taybetî jî ya KDP û KCK’ê, ez hêvîdar im ku di vê salê de hîmekê baş yê ji bo avakirina Kongreya Neteweyî bê avêtin. Bi pêşxistina heman gavê rê li hemû qirêjiyên weke birakujî û qirkirina Kurdan bi destê Kurdan dikare bê girtin.

Dîsa, ji her demê zêdetir di vê salê de derfetên meşandina Dîplomasiyekê Neteweyî hene. Hêvîdar im ku hikûmeta herêmî ya Başûrê Kurdistanê û KCK di zanistiya vê karê girîng de bin û pêdiviyên wê bînin cih.

Digel hemû neyêniyan, sersala we pîroz be, hêvîdar im aşitî û serfirazî bibe qismetê gelê me jî.

Ahmet DERE  /  05.01.2015

26.11.2014

Pêvajo, Kurd û Hêzên Navneteweyî



Jibo herêma Rojhilata Navîn herdem û hemû pêvajo xwedî grîngiyekê mezin in. Hezar sal berê jî wisa bû ye, îro jî wisa ye. Herdem rojeva cîhanê li dora Rojhilata Navîn çê bû ye, naha jî wisa ye.

Dema ku mirov li dîrokê dinêre baş tê dîtin ku ; her hêza ku xwastiye di cîhanê de bibe xwedî soz wê dest avêtiye Rojhilata Navîn. Naha jî wisa ye, her hêza ku dixwaze di qada navneteweyî de bibe xwedî giranî û soza wê bê guhdar kirin, beriya her tiştî ew di Rojhilata Navîn de dixwaze ji xwe re cih bigire. Heman helwest bi awayekê zelal di siyaseta Emerîka û ya Ewropayê de dixûyê.

Mijara Sûriyê dikare weke mînak bê dîtin. Ji ber daxwaza serdestiyê roja îroyîn derbarê Sûriyê’de Emerîka-Ewropa, Rûsya, Çîn û hin hêzên din nikarin bibin xwedî yek nêrîn û sozê. Hêza ku derbarê Sûriyê de ser bikeve dikare li gorî berjewendiyên xwe nîzamê jî bide vê herêmê. Lewre yek naxwaze înisiyatîfê ji yê din re berde. Bêguman jiber vê hejmara hêzên mezin, gelên piçûk û bê qewet tên pelçiqandin. Kurd, hin ji gelên Ereb, û heta Tirk ji van gelan hinek in.

Di mijara Sûriyê de Kobanî û bi tevahî Rojava xwedî cihekê girîng e. Çendî di van rojên dawîn de Kobanî û rewşa wê zêde di medya tirk û herwiha ya ewropî de neyê niqaş kirin jî, ew hê jî di rojeva hêzên navneteweyî de di nava rêzên yekem de cih digire. Di civînên pişt deriyan de heman mijar pirr tê niqaş kirin. Êdî xeteriya DAİŞ’ê li ser pêşeroja Kobanê nemaye, lewre hêzên navneteweyî ji naha ve li ser mijara pêşeroja Rojava û herwiha bi giştî ya rewşa Sûriyê radiwestin. Li gorî ku ez dişopînim ji destpêka serê sala 2015’an bi şûn de wê heman mijar zêdetir bê niqaş kirin. Dereng an jî zû wê di 6 mehên destpêka sala 2015’an de ji vê, an jî van pirsgirêkan re çareserî bê dîtin.

Ji bo me ya herî girîng, bê guman rewşa Gelê Kurd e, statûya Rojava û herwiha mijara azadiyê ye. Weke Kurd, em hê nebûn in xwedî pozisyonekê girîng ku bi hêzên navneteweyî re guftugoya çareseriyê bikin, lêbelê dengê gelê me jî her ku diçe bilindtir dibe û xwe dide bihîstin. Eger di navbera hêz û rêxistinên Kurdan de îtifaq bê çê kirin û hevkarî lipêş bikeve di demên nêz de hêzên navneteweyî neçar dibin ku helwest û pozisyona gelê me bigirin ber çavan. Hêvî û daxwazên me jî ev in.

Ahmet DERE /  26.11.2014

16.08.2014

Kurdistan û Helwesta Ewropayê

Li Kurdistanê şer dimeşe. Ev şer ne weke yên di navbera hêz an jî dewletan de ye. DAİŞ rêxistinekê terorîst û wehş e. Ew bi navê îslamiyetê wehşetê dimeşîne û tu pêwendiya wê û rastiya ola musulman bihev tine. Lê belê heman rêxistin hê jî ji aliyê dewleta tirk ve weke terorîst nayê binav kirin. Jiber ku ji salan vir ve, bi taybetî jî ji sala 2012’an vir ve, dewleta tirk vê rêxistina terorîst destek kiriye û hin hêviyên xwe pê girê daye. Lewre divê  DAİŞ û Dewleta Tirk jihev dûr neyên dîtin.

Ji hefteya borî vir ve terorîstên DAİŞ’ê li ser axa Kurdistanê êrişan çê dikin, lidijî Gelê Kurd komkujiyan pêk tînin. Nûçeyên derbarê vî şerî de, bi rêya televîzyon, radyo û înternetê digihîjin hemû quncikên cîhanê. Li Ewropayê her rojê li dehan deveran girseyên Kurdan meşan û cur be cur çalakiyan çê dikin. Her kesên ku xwe Kurd dibînin di vê demê de bê deng namînin, çi ji destên wan tên dikin daku cîhan lidijî vê wehşeta ku DAİŞ dimeşîne bê deng nemîne.

Roja 7’ê Tîrmehê, dema hate ragihandin ku DAİŞ’ê êrişê herêma Şengalê kiriye û berê xwe daye Hewlêrê, Serokkomarê Fransa François Hollande da xûyan ku welatê wî amade ye ku alîkariyê bide otorîteya Herêma Kurdistanê. Roja 8’ê Tîrmehê, piştî ku balefirên şer yên Emerîkiyan êriş birin ser DAİŞ’ê, serokwezîrê Îngilîstanê David Cameron jî diyar kir ku ew jî amade ne ku tevlî heman hewldanên Emerîkiyan bibin. Helwesta Fransa û ya Îngilîzan weke ya Yekîtiya Ewropayê (YE) li pêş dikeve. Serdana Hewlêrê ya Wezîrê Karê Derve yê Fransa Laurent Fabius weke gavekê pratîk yê YE’yê tê dîtin.

Saziyên YE’yê, bi taybetî Parlemento û komisyonên wê, di meha Tebaxê de kar nakin. Jiber hilbijartina nû ya Serokê Komisyona YE’yê heman sazî hê neketiye nava xebatekê asayî. Jiber van sedeman mirov nikare hêviya helwestekê giştî ya YE’yê bike. Lê belê bi rêya Fransa û Îngilîzan YE’yê dijîtiya xwe ya li hemberî DAİŞ’ê û alîgiriya xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê diyar kiriye. Lewre, ez wusa dibînim ku ji destpêka meha Îlonê bi şûn de di rojeva saziyên Ewropayê de wê cihekê fireh ji rewş û statûya Herêma Kurdistanê re bê veqetandin.

Çendî van rojan li Herêma Kurdistanê, bi taybetî jî li Şengalê û Mexmûrê rewşa gelê me di tengasiyê de be jî, ez xwedî bîr û baweriyekê mezin im ku Gelê Kurd wê serdest bê. Terorîstên DAİŞ’ê wê nikaribin li ser axa vî gelê berxwedanvan zêde bijîn û kiryarên wehş pêk bînin. Lewre pirr girîng e ku di navbera hêzên kurd de rihekê yekîtî û hevkariyê lipêş bikeve. Herwuha pirr girîng e ku di qada navneteweyî de karekê dîplomatîk yê pispor bê meşandin daku statûyekê nû ji Herêma Kurdistanê re bê nas kirin.

Piştî van êrişên terorîstên DAİŞ’ê atmosfera siyasî û dîplomasiya navneteweyi dikare ji bo berjewendiyên Kurdan bê xebitandin. Divê mijara Serxwebûna Herêma Kurdistanê bi awayekê zindî bikeve rojevê. Bê hêzbûna Kurdan êdî ne mumkun e ku di Rojhilata Navîn de nirxên weke  demokrasî û mafên mirovan bên parastin. Dibe ku hin kes vê analîza min hinekê negihîştî bibînin, lê belê, li gorî jiyan û tecrubeyên xwe, ez vê yekê qet jî weke êhtimalekê dûr nabînim.

Ahmet DERE / 11.08.2014

29.07.2014

Diyaspora Kurd Diçe Ser Sandoqan

Ji roja 28’ê Tîrmehê vir ve hemwelatiyên Tirkiyeyê, ku li Ewropayê dijîn, diçin ser sandoqan. Di nava heman girseyê de Kurd jî pirr in.

Weke ev cara yekem e ku hemwelatiyên Tirkiyeyê li Ewropayê diçin ser sandoqan di amadekariyan de pirr kêmasî hene. Rayedarên tirk girseya ku hejmara wê bi mîlyonan e neçar kirine ku her kes du caran biçe li deriyê konsolosan bixe. Weke ev ne bes be, divê her hilbijêr bi rêya înternetê jî qeyda xwe çê bike. Lewre ji bo vê girseya hilbijêran çûyîna ser sandoqan bûye weke îşkence.

Hilbijartinên vê carê di nava girseya diyaspora kurd de jî heyecanekê çê kiriye. Li hemû welatên Ewropayê pirraniya komeleyên Kurdan di vî warî de kar û xebatekê dikin. Bi rêya propagandekê dorfireh tê xwastin ku Kurdên ku hemwelatiyên Tirkiyeyên in biçin qeydên xwe çê bikin û herwuha dengên xwe bikar bînin. Li pirraniya herêmên ku girseya Kurdên Bakur lê dijîn cur be cur komîte di nava vî karî de ne. Dîsa, bi rêya çapemeniyê û weşanê jî heman xebat bi dorfirehî dimeşe.

Weke pirr caran û herwuha pirr mijaran, mixabin vê carê jî di nava girseya kurd de xemsariyekê mezin heye. Pirr kesan zehmetiyên bûrokratîk ji xwe re kirine qelem daku neçin ser sandoqan. Digel hewldanên komîteyan û herwuha kesên ku di vî warî de xebatan dikin, dîsa jî bi hezaran, hetta bi dehan hezaran kes wê dengê xwe bikar neynin. Ne tenê Kurd, di nava hemû girseya hemwelatiyên Tirkiyeyê de ev kêmasî heye.

Dibe ku rêjeya dengên ku wê li Ewropayê bên bikaranîn encama hilbijartinan neguherîne, dibe ku hilbijartina Recep Tayip Erdoğan garantî be, lê belê rêjeya dengên ku Selahattin Demirtaş bistîne di pêserojê de dikare bandorê li ser siyaseta dewleta tirk bike. Herwuha encamên van hilbijartinan bandorekê dîrekt li ser hilbijartinên giştî ku wê di sala pêş de çê bibin dike. Dîsa di warê moral de encama van hilbijartinan dikare tesîrekê baştir li ser xebatên cur be cur saziyên ku çareseriya pirsgirêka kurd dixwazin bike.

Li gorî min wateya van hilbijartinan pirr girîng e.

Çima ?

Beriya her tiştî ev cara yekem e ku Serokkomarê Tirkiyê bi rêya dengên gel tê hilbijartin. Ya din, di van hilbijartinan de tenê 3 namzet hene û di nava wan de Selahattin Demirtaş weke nûnerê Kurdan û yê alîgirên çareseriya pirsgirêkan e. Eger Demirtaş ji %15 zêdetir jî dengan bistîne ev tê wateya ku Tirkiye hêdî hêdî ber bi rewşekê çareseriya pirsgirêkan ve diçe. Herwuha encamekê baş dikare ji naha ve bandorê li ser hilbijartinên giştî ku wê di sala pêş de çê bibin bike. Lewre çi dibe bila bibe, çiqas bi zehmet dibe bila bibe, divê her Kurdê ku dikare dengê xwe bikar bîne biçe ser sandoqan.

Ahmet DERE / 28.07.2014

Li Ewropayê Rojev Germ e

Digel meha remezanê û herwuha germahiya havînê  rojeva Ewropayê germ e.

Piştî hilbijartinên Parlementoya Ewropayê, ku di dawiya meha Gulanê de pêkhatî, vê heftê jî Serokê Komisyona Ewropayê tê destnişan kirin.

Di rojên 26 û 27’ê Hezîranê de Serokên Dewletên Yekîtiya Ewropayê (YE) namzetiya Jean Claude Juncker (Serokwezîrê berê yê Luxembourgê), weke Serokê Komisyona Ewropayê erê kiribûn. Lê belê divê ev biryar di Parlementoya Ewropayê (PE) de jî bê erê kirin. Lewre di vê hefteyê de, li Strasbourgê PE’yê heman mijarî digire rojeva xwe. Bê guman namzetiya Jean Claude Juncker tê erê kirin.

Van rojan mijara Filîstînê jî di rojeva PE’yê de ye. Li gorî ku ez dişopînim derbarê vê mijarê de di nava welatên YE’yê de konsansûsekê tine. Bi taybetî Almanya mafê xweparastina Îsraîl’ê weke xalekê bê niqaş dibîne. Heman nêzîkatî ji aliyê hin welatên din ve jî tê destekkirin.

Ji 12’ê Tîrmehê vir ve li cur be cur welatên Ewropayê, ji aliyê rêxistinên sivîl ve hin meş û mitîngên ku êrişên Îsraîl’ê şermezar dikin çê dibin. Lê belê, li gorî ku tê xûyan, tevlêbûna li heman çalakiyan kêm e.

Digel êrişên IŞID’ê ku li Rojavayê Kurdistanê û herwuha li Herêma Başûr pêk tên, mixabin ti dengekê ji aliyê heman rêxistinên sivîl yên Ewropî ve dernakeve. Tenê Kurdên li Diyasporayê hewl didin ku dengê xwe derbixin, ev jî zêde bibandor nîn e.

Karên ji bo Hilbijartinên Serokkomariyê

Weke tê zanîn di 12’ê Tebaxê de li Tirkiyê hilbijartinên Serokkomariyê pêk tên. Cara yekem e ku heman hilbijartin yekser ji aliyê gel ve pêk tên û herwuha cara yekem e ku hemwelatiyên Tirkiyê jî li Ewropayê diçin ser sandoqan. Lewre alîgirên her 3 namzetan jî di nava girseya hemwelatiyên Tirkiyê de xebatên propagandayê dimeşînin. Recep Tayip Erdogan hat Ewropayê û ji bo vê yekê çend mitîng çê kir. Dibe ku hê çend carên din jî bê van welatan.

Ji bo namzetê HDP Selahattin Demirtaş jî li welatên Ewropayê xebatekê dimeşe. Heya naha li pirr welatan cur be cur komisyon ava bûnin, di nava girseyê de kar dimeşînin. Roja 18’ê Tîrmehê Selahattin Demirtaş tê Paris’ê û li wê derê mitîngekê lidar dixe. Li gorî ku hatiye ragihandin, Selahattin Demirtaş wê li hin welatên din jî tevlî mitîngan bibe.

Çendî hêviya ku Selahattin Demirtaş bê hilbijartin zêde nebe jî di nava diyaspora Kurdên Bakur de xebatekê germ dimeşe. Bi hezaran Kurdan çûnin konsolosan, qeydên xwe dane çêkirin. Lê belê divê were zanîn ku daxûyaniyên hin rayedarên HDP’ê, weke ya Pervîn Buldan ku gotiye ‘Ji bo pêvajoya çareseriyê R. Tayip Erdogan namzetê herî bi îsabet e’ di nava heman girseyê de dilsariyekê jî çê kirine. Lewre pêwîst e rayedarên HDP’ê li gorî hesasiyeta pêvajoyê gotinên xwe bînin ziman.

Ahmet DERE / 14.07.2014

 

8.07.2014

Nobeta Azadiya Öcalan

Sê sal borî, roja 25’ê Hezîrana 2012’an, li Strasbourgê nobeta jibo azadiya Öcalan dest pê bû. Çalakiya ku bi girseyî hate dest pê kirin, li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê, bi tevlêbûna komên ji 5 kesan, bê navber dewam kir. Her heftê bi dorvegeriya tevlêbûna komekê ji cur be cur bajarên welatên Ewropayê heman çalakiyê heya naha domand û hê jî didomê.

Li Ewropayê ev çalakî ya herî demdirêj e ku ji aliyê Kurdan ve tê meşandin. Ji derveyê Kurdan car caran hin Ewropî jî tevlî heman çalakiyê dibin.

Weke di sernivîsê de jî dixûyê, armanca heman çalakiyê azadiya Öcalan ê. Li gorî çalakvanan wê ev nobet heya ku serokê PKK’ê azad nebe dewam bike.

Di duyemîn salvegera vê çalakiyê de derdorê 150 kes, li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê hatin ba hev. Di nava wan de berpirsyarên hin rêxistinên diyaspora Kurd, bi taybetî yên nêzîkê PKK’ê, û herwiha sê parlementerên HDP’ê û dîsa çend kesên Ewropî jî amade bûn. Di heman çalakiya salvegerê de hate destnîşan kirin ku çareseriya pirsgirêka kurd bi azadiya Öcalan ve girêdayî ye û jiber heman sedemê wê ev çalakî heya dawî bidome.

Ez bi xwe jî li bajarê Strasbourgê dijîm. Digel ku heman çalakî ketiye sala xwe ya sêyem, li vî bajarî mirov ti bandora wî nabîne. Di Konseya Ewropayê de jî, di Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê de jî û herwiha di Parlementoya Ewropayê de jî ti dengekê heman çalakiyê nayê bihîstin. Mirov dikare bêje ; Kurd bi xwe çalakiyê dikin û dengê wê jî bixwe dibîhîzin.  Mixabin ev handîkapekê Kurdan e, bi heman awayî pir çalakî tên lidarxistin û kes jî dengê wan nabîhîze.

Di hefteya borî de herwiha civîna demî ya Konseya Ewropayê jî hebû. Di avahiya Konseya Ewropayê de min ji çend Ewropiyan pirsî ka gelo ew derbarê vê çalakiyê de çi difikirin. Lê mixabin her rayedarê ku min jê pirs kir derbarê heman çalakiyê de tiştekê nizanibû. Lewre ez dibêm caran Kurd bixwe ji xwe re çalakiyan dikin.

Li Ewropayê her salê bi sedan çalakî ji aliyê Kurdan ve tên lidarxistin. Bi dehan hezaran Kurd tevlî wan çalakiyan dibin. Lê mixabin li gorî tevlêbûna girseya kurd ji heman çalakiyan deng dernakeve. Sedem çî ye gelo ?

Ez dikarim heman sedeman di sê xalan de wuha rêz bikim ;

1-Cih û dema çalakiyan baş nayê bijartin.

2-Bingeh jibo çalakiyan baş nayê amade kirin, bi taybetî xebatên jibo çapemeniyê pir amator tên kirin.

3-Armanca çalakiyan baş nayê bijartin, caran mijarên ku Ewropî fêm nakin dibin armanca heman çalakiyan.

Eger rêxistinên Kurdan berpirsyartiyên xwe baş bicih bînin, keda ku Kurdên li Ewropayê didin dikare bandora Tekoşîna Rozgarî û Azadiya Gelê Kurd mezintir bike û di qada navneteweyî de sempatiyekê baştirîn bide çê kirin. Ev kêmasî di nava hemû rêxistinên Kurdan de heye.

Not : Ev nivîs di rûdawê de hatiye weşandin

19.06.2014

İŞİD û Hêzên Rojavayî

Tê zanîn ku İŞİD beşekê El Qaîde ye. Herwiha tê zanîn ku El Qaîde ji aliyê Emerîka ve hatiye avakirin û mezin kirin. Lê belê heman hêz ji demekê şûn ve berê xwe daye Emerîka û hêzên Rojavayî. Lewre ji salên 2000’î vir ve ev hêzên terorîst bûn in ‘bela’ serê Emerîka û ya Ewropayê jî.

Piştî ku İŞİD ket Musulê rewşa heman hêzê bû ye mijara sereke ya hêzên Rojavayî (bi Taybetî Emerîka û Yekîtiya Ewropayê). Ji hefteya borî vir ve, digel mehên havînê û herwiha digel ku hê Parlemetoya Ewropayê dest bi karê xwe nekiriye, di korîdorên saziyên YEyê de cur be cur civîn pêk tên. Di hemû civînan de rayedarên NATOyê jî cih digirin. Wusa diyar e ku hêzên Ewropî li ser mijara êrişekê leşkerî jî disekinin. Lê belê, li gorî ku ez dişopînim, hêzên Ewropî naxwazin yekser bikevin nava hewldanên leşkerî. Beriya ku biryara êrişekê leşkerî bigirin ew dixwazin rêbazên siyasî û yên ‘din’ bikar bînin.

Çin in rêbazên ‘din’ ?

Weke têzanîn roja 16’ê vê mehê Sekreterê NATOyê Anders Fogh Rasmussen li Tirkiyê bû. Çendî mijara fermî ya heman serdanê cuda be jî, di hemû hevdîtinên wî de mijara İŞİDê hate guftugoh kirin. Bi rêya heman serdanê NATO dixwaze bi rêya hêzekê weke Tirkiyê çareseriyekê bibîne. Bê guman rayedarên Ewropî û herwiha Sekreterê NATOyê têkîliyên di navbera İŞİD û Tirkiyê de dizanin. Ji ber heman sedemê ew dixwazin karta Tirkiyê bikar bînin. Digel mijara Konsolosa Tirkiyê a Musulê, rayedarên tirk, bi taybetî yên AKPê, naxwazin bikevin nava germahiya mijarê. Ew dixwazin rewşê bişopînin, kengê li gorî berjewendiyên wan tiştekê derket holê wê demê ew ên bikevin nava lebatan. Tişta ku vê gavê dixûyê ev e.

Li Ewropayê mijara İŞİDê û ya rewşa li Îrakê ji nêz ve tê şopandin. Ji bilî hewldanên saziyên YEyê, li welatên navîn yên Ewropayê jî heman mijar bi awayekê zinde tê şopandin. Bi taybetî welatên weke Îngilîstan û Fransa di vî warî de xwedî hewldanên taybet in. Eger İŞİD bandora xwe hinekê din li Îrakê fireh bike dibe ku Emerîka, Îngilîstan û Fransa bikevin nava hewldanekê taybet ; rêbazên leşkerî.

Weke tê zanîn ji 12ê mehê vir ve maçên Kûpa Cîhanê jî dest pê kirine. Li hemû welatên Ewropayê heman maç bi awayekê balkêş tên şopandin. Çav û guhên girseyên gel li heman maçan in. Lê belê digel heman maçan dîsa jî di televîzyon, radyo û rojnameyên ewropî de mijara İŞİD û ya rewşa li Îrakê cihekê mezin digire. Di rûpelên yekem yên rojnameyan de heman mijar cihê xwe diparêze. Lewre mirov dikare fem bike, digel ku ew naxwazin û herwiha heya ku ji destê wan were ew ên xwe jê dûr bigirin jî, Ewropî dixwazin raya xwe a giştî ji êhtimala êrişekê leşkerî re jî amade bikin.

Vê gavê êrişa leşkerî hê nehatiye biryar kirin, lê belê eger rewş wisa bidome heman êhtimal dikare di nava demekê kurt de jî bikeve pratîkê. Lewre her tişt di her demê de dikare biqewume.

Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin

8.06.2014

Wêneyê nû yê Parlementoya Ewropayê

Di dawiya meha borî de li 28 welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) hilbijartinên Parlementoya Ewropayê (PE) pêk hatin. Li tevahiya welatên YE’yê tenê ji %44 hilbijêr çûnin ser sandoqan. Ev cara yekem e ku wuqasan kêm hilbijêr diçin ser sandoqên hilbijartina endamên PE’yê. Li gorî pisporan ev şiyarî ye ku Ewropî didin saziya bilind ya YE’yê.

Bi van hilbijartinan wêneyê PE’yê hinekê guherî ye. Li tevahiya welatên Ewropayê partiyên rastgir hêza xwe zêde kirine. Yên ku zêde deng winda kirine hêzên Xirîstiyan Demokrat û Sosyalîst in. Ev her du Kom yên ku di PE’yê de xwedî zêdetir endaman bûn.

Piştî hilbijartinên nû hêza Komên Xirîstiyan Demokratan û Sosyalîstan kêm bû. Xirîstiyan Demokratan 60 kursî, Sosyalîstan jî 7 kursî wunda kirin. Miqabilê van du Koman, Rastgiran bi tevahî nêzê 60 kursiyan zêde kirin. Eger rastgir hemû di nava Komekê de bicivin, ev dibe cara yekem e ku di PE’yê Rastgir dibin xwedî hêza sêyem.

Digel vê rewşa nû ya PE’yê, dîsa wêneyê PE’yê rengê xwe pirr neguherî ye. Dîsa Koma herî mezin ya Xirîstiyan Demokratan e, ya duyem jî ya Sosyalîstan e. Yanê hê jî di vê saziya herî bilind ya YE’yê de Komên Xirîstiyan Demokratan û ya Sosyalîstan xwedî sozên in.

Çendî di rêza Koman de guhertin tine be jî, wê ji vir û pê de girtina biryaran bi zehmet derbas be. Di demên borî de Rastgiran hewl didan ku li pêşiya pirr biryarên ji bo hevgirtina YE’yê keleman çêkin. Lê belê ew nikaribûn ser bikevin. Wusa diyar e ku ji vir bi şûn de ew ên bikaribin hin tiştan bikin….

Di van rojan de Serokên welatên YE’yê li ser mijara destnişankirina Serokê Komisyona Ewropayê disekinin. Çendî Koma Xirîstiyan Demokratan hinekê hêza xwe winda kiribe jî dîsa şansê berendamê heman Komê Jean-Claude Juncker zêde ye. Li gorî ku ez dişopînim, di dawiya vê mehê de wê Jean-Claude Juncker bê destnişan kirin. Piştî 1’ê meha Tîrmehê wê heman mijar bikeve rojeva PE’yê jî. Ez bawer nakim ku encam bi sûrprîz be.

Guhertina ku di wêneyê PE’yê de derketiye holê wê bandorê li ser siyaseta YE’yê bike. Ji vir bi şûn de wê soza partiyên rastgir zêdetir bibandor be. Bi taybetî li welatên weke Fransa û Holanda wê hin guhertinên berbiçav jî derkevin holê.

Gelo wê ev rewşa nû ji bo me Kurdan tiştekê nû biafirîne ?

Ez bawer nakim ku tiştekê pirr awarte derkeve holê. Jiber ku siyaseta YE’yê, bi taybetî a derbarê Kurdan de, li gorî berjewendiyên giştî yên Ewropayê çê dibe. Çi Rastgir û çi jî Çepgir li vê parzemînê bibin desthilatdar jibo me pirr tiştan nagiherîne. Heya naha di PE’yê de carna Komên Rastgir jî derbarê Kurdan de hin gavan avêtine, bi taybetî kiryarên dewleta tirk rexne kirine. Ji vir bi şûn de jî wê heman rewş xwe mihafize bike. Ya herî girîng ew e ku Kurd bizanibin karê dîplomasî û lobiyê bimeşînin.

Not : Ev nivîs di Rûdaw’ê de hatiye weşandin.

11.05.2014

Potansiyela Kurdên li Ewropayê-1-

Li Ewropayê nêzê 2.5 mîlyonan Kurd dijîn. Pirraniya wan li Almanya, Fransa, Îngilîstan û Holanda’yê be jî, ew li hemû welatên Yekîtiya Ewropayê hen in. Ji salên 2000’î vir ve di nava van Kurdan de yên ku bûnin helwelatiyên ewropî pirr in. Her ku diçe hejmara wan zêdetir dibe. Dîsa, di nava vê girseya kurd de hejmara kesên xwenda, rewşenbîr hêdî hêdi zêde dibe. Li gorî salên 1980 û 1990’î naha cîwanên Kurd zêdetir dixwînên. Di nava deh salên pêş de rewşa diyaspora kurd li Ewropayê di nava xwe de guhertinekê balkêş çê dike.

Di navbera salên 1960 û 2000’î de ji sedî 90’ê Kurdan weke karker bû. Lê belê di nava van 15 salên dawîn de hejmara Kurdên ku karmendî dikin her ku diçe zêde dibe. Bi taybetî li Almanya’yê Kurdên ku bûn in xwediyê fîrmeyên mezin hene, her ku diçe di vî warî de pêşketinekê berbiçav çê dibe.

Li welatên din jî, bi taybetî li Fransa û Holanda, fîrmeyên Kurdan û herwiha rewşa wan ya aborî di astekê pêsketî de ne. Hêdî hêdî li hemû welatên Ewropâyê mirov dikare fîrmeyên mezin û navçe yên Kurdan bibîne.

Pêşketina rewşa diyaspora kurd, çi di warê rewşenbîrî de be, çi jî di warê aborî de be, mirov kêfxweş dike. Dema ku ez rastî kermendekî kurd têm, yê ku xwedî derfetên mezin in, di min de dilxweşiyekê çê dike. Ez bawer im heman tişt li gel hemû Kurdan xwedî rastiyekê ye.

Li gorî lêkolînên ku min çê kiriye roja îroyîn li parzemîna Ewropayê Kurd xwedî potansiyelekê aborî ya sermayekê di navbera 80-100 milyar euro yê ne. Yanê sermayeya Kurdên li Ewropayê qasî ya welatekê piçûk e. Û her ku diçe ev sermaye zêde dibe. Li herêma ku ez lê dijîm, di her mehê de bi dehan fîrmeyên nû ava dibin. Dibe ku hemû sernakevin, lê belê di nava wan de yên ku pirr baş kar dikin jî hene. Heman rastî li hemû welatên Ewropa Navîn tê dîtin.

Digel hejmara girseyî û hêza aborî ya diyaspora kurd, mixabin kêmasiyên mezin jî hene. Di nava diyaspora kurd de yên ku hê bi awayekê aşkere nasnameya xwe ya neteweyî naparêzin hene. Hin Kurdên ku li vê parzemînê xwendî û bunin xwedî derfetên fireh bi awayekê aşkere ji xwe re nabêjin « ez Kurd im ». Heman rastî di nava karmendan de jî heye. Ji ber sedemên tîcarî, bi taybetî yên bi Tirkiyeyê re, hin Kurdên ku xwedî fîrmeyên mezin eslê xwe vedişêrin. Ev weke nexweşiyekê ye û hê di nava Kurdan de heye.

Li hemberî vê rastiya diyaspora kurd, wezîfeyên mezin dikevin ser milên rêxistinên Kurdan. Bi taybetî Herêma Başûrê Kurdistanê di vî warî de dikare pirr wezîfeyekê hêja pêk bîne. Herêma Başûrê Kurdistanê dikare ji vê potansiyela rewşenbîrî û ya aborî sud werbigire…..

Di nivîsa xwe ya pêş de ez ê hin pêşniyaran bikim.

Ahmet DERE  /  05.05.2014
 
Not: Ev nivîs di Rûdaw'ê de hatiye weşandin.

28.04.2014

Li Ewropayê Daxwazên Serxwebûnê

Yekîtiya Ewropayê (YE) ji 28 welatan pêk tê. Lê belê li vê parazemînê bi dehan Kêmnetew û herwiha Neteweyên Piçûk hene. Katalan, Bask, Korsîkî, Valon, Flaman, Bruton hin ji wan Neteweyên Piçûk in. Li Ewropayê, bi taybetî ji aliyê Neteweyên Piçûk ve, daxwaza serxwebûnê herdem hatiye ziman û naha jî tê ziman.

Katalan dixwazin li ser vê xalê referandûmê çê bikin, li welatê Bask hê jî rêxistina bi navê ETA heye û heman daxwazê tîne ziman. Li Belçîka di navbera Valon û Flamanan de heman pirsgirêk heye. Li Korsîka cur be cur rêxistinên cudaxwaz hene û lidijî dewleta Fransayê çalakiyan dikin. Herwiha Pirsgirêka di navbera Brîtanya û Îrlanda Bakur de heyî jî tê zanîn.

Ji salên 1990’î vir ve ez Yekîtiya Ewropayê dişopînim. Her demê di nava niqaşan de xalên derbarê daxwazên serxwebûna Neteweyên Piçûk de hebûn in, naha jî hene. Car caran asta heman niqaşan gihîştiye qadên pirr zirav, lê belê ti car xala dawî li heman niqaşan nehatiye xistin.

Li gorî ku ez dibînim saziya Yekîtiya Ewropayê destûrê nade ti daxwazekê serxwebûna van Neteweyên Piçûk. Lê belê heman Yekîtî li hemberî van daxwazan guhên xwe jî nagire. Her ku diçe di nava welatên YE’yê de sînorên azadiyan firehtir dibe. Yek ji sedemê vê firehbûnê jî ew e ku cudaxwazî û hêviyên ji bo serxwebûna Neteweyên Piçûk lipêş nekevin. Yanê Ewropî bi firehkirina sînorên demokrasiyê armanc dikin ku bersivê bidin daxwazên Neteweyên Piçûk û herwiha yên Kêmneteweyan.

Vê gavê rêbaza ku rayedarên Ewropî dişopînin ser dikeve. Li Belçîka dengê cudaxwazên Valon û Flamanan hedî hêdî hatiye birrîn. Weke çend salên borî daxwazên cudabûnê zêde dernakevin pêş. Li welatê Bask ETA biryar daye ku dawî li têkoşîna çekdarî bîne. Wisa diyar e ku bi rêbazên siyasî û herwiha demokratîk heman pirsgirêk di nava sînorên Îspanyayê de çareser dibe. Li Îrlanda Bakur jî di heman warî de hin gav têne avêtin.

Divê bê zanîn ku ev rewşa li Ewropayê ji bo herêma Rojhilata Navîn weke mînak nayê girtin. Demokrasiya ewropî dikare ji pirr pirsgirêkan re bibe çareserî. Lê mixabin, li Rojhilata Navîn demokrasî hê dema xwe a zarokatiyê dijî. Lewma mirov nikare pirsgirêkên Kêmneteweyan û Neteweyên Piçûk weke Ewropiyan çareser bike. Dibe ku 50 salên din heman tişt mumkun be, lê belê ne naha.

Ji demek vir ve Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesût Barzanî dide xûyan ku, eger şert û merc hebin ew dixwazin serxwebûna Herêma Başûrê Kurdistanê êlan bikin. Li gorî min ev daxwazekê di cih de ye. Ji 24 salan vir ve li Başûrê Kurdistanê rêveberiyekê Kurdan heye û bê alîkariya ti dewletê kar û barê xwe dimeşîne. Li Îraqê rewş ne zelal e, bi hêsanî jî zelal nabe. Lewre daxwaza serxwebûna Herêma Kurdistanê û ya Neteweyên Piçûk ku li Ewropayê hene weke hev nayê dîtin. Li cihê ku demokrasî hebe bêguman cudaxwazî tiştekê minasib nîn e, lê belê li Rojhilata Navîn, bi taybetî ji bo Kurdan, ti kes nikare lidijî heman daxwazê bisekine.

Ez wisa dibînim ku, bi taybetî ji bo Herêma Kurdistanê,  gavekê wiha di qada navneteweyî de helwestên dijber naafirîne, miqabil alîkariyê çê dike.

Ahmet DERE  /  21.04.2014

13.04.2014

Hilbijartinên PE’yê û Diyaspora Kurd

Di navbera rojên 22-25’ê Gulanê de li 28 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê  (PE) pêk tên. Bi rêya van hilbijartinan 751 endamên PE’yê diyar dibin. Heya 5 salan wê heman parlementer li Brûksel û li Strasbourg’ê kar bikin.

Hilbijartinên PE’yê rojeva raya giştî ya ewropî zêde mijûl nakin. Heya naha bi awayekê pirr zindî heman mojar nayê niqaş kirin jî. Li vê parzemînê rêjeyekê girîng ya raya giştî heman hilbijartinan xwedî grîngiyekê mezin nabîne. Lewre ji naha ve rayedarên YE’yê hewl didin ku girseyan agahdar bikin daku ew biçin ser sandoqan. Kes hê nizane ka wê heman hewldan bibin xwedî bandor an ne. Li gorî ku ez dibînim ancex ji sedî 60 hilbijêr biçin ser sandoqan.

Çendî raya giştî ya ewropî van hilbijartinan zêde girîng nebîne jî, ev nayê wateya ku saziya PE’yê xwedî bandor nîn e. Kesên ku bi siyasetê ve hinekê elaqadar dibin baş dizanin ku YE’ê biryara mijarên herî girîng, yên ku jiyana rojane ya civakê elaqadar dikin didin. Lê mixabin, civaka ewropî vê rastiyê baş nabîne, an jî sîstem çavên wê girtiye û nahêle ew rastiyê bibîne.

Parlamentoya Ewropayê saziya ku ji siyaseta YE’yê re rêberî dike ye. Bê razîbûna PE’yê ne Komisyona YE’yê û ne jî Konseya YE’yê nikarin biryarên girîng bidin. Lewre her partiyên siyasî namzetên xwe ên herî pispor dişînin vê Parlamentoyê. Heya naha wusan bû, wê îsal jî wusan be.

Weke tê zanîn di nava saziyên YE’yê de, û herwuha di nava hemû saziyên neteweyî yên ewropî de, ya herî zêde bi pirsgirêka kurd re elaqadar dibe dîsa heman Parlamento ye. Çi derbarê Bakurê Kurdistanê de be û çi jî derbarê Başûr, Rojhilat û Rojava de be heman sazî cur be cur xebatan dimeşîne. Her salê di heman Parlamentoyê de cur be cur Konferans û civînên ku pirsgirêka kurd dikin rojeva xwe pêk tên. Hin ji van çalakiyan bi armanca naskirina helwesta kurdan pêk tên, hin ji wan jî bi armanca zelalkirina siyaseta YE’yê, a derbarê Kurdan de pêk tên.

Her salê bi dehan delegasyonên PE’yê diçin Kurdistanê. Bi vegera van delegasyonan rapor têne amade kirin û ji rayedarên herî bilind yên welatên endam re tên şandin. Dîsa her salê cur be cur rayedarên kurd jî tên PE’yê û tevlî Konferans û civînan dibin. Bi taybetî serdanên Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesut Barzanî bi awayekê pirr girîng, ji aliyê endamên heman Parlamentoyê ve tên şopandin. Wusa diyar e ku wê di salên pêş de PE’yê zêdetir bi pirsgirêka kurd re elaqadar bibe.

Digel vê girîngiya PE’yê mixabin diyaspora kurd derbarê hilbijartinên heman saziyê de baş bi tevger nîn e. Heya naha tenê yek kesekê kurd, di navbera salên 1999-2009 de bûye endamê PE’yê, ew jî bi alîkariya partiya çep ya Alman bû. Di hilbijartinên 2009’an de ti kesekê kurd neket PE’yê. Eger îsal diyaspora kurd, bi zanabûn û siyasî nêzîkê van hilbijartinan nebe mixabin wê ti kurd nikaribe bikeve heman saziyê. Ev jî ji bo parastina berjewendiyên gelê me zerarekê ye.

Pêşniyariya min ew e ku ; hemû rêxistinên Kurdan, yên li Ewropayê, bên gelhev, di nava xwe de soza xwe bikin yek û di welatên weke Almanya, Fransa, Belçîka, Swêd û Holanda’yê de namzetân diyar bikin û bi partiyên van welatan re hevdîtinan pêk bînin.

Ez bawer im di encama van xebatan de wê bi kêmanî 2 cihên baş ji namzetên Kurd re bên dîtin daku di nava 5 salên pêş de heman Parlamento bê Kurd nebe.

Hêvîdar im ku rayedarên rêxistinên diyaspora kurd dengê min bibîhîzin.

Ahmet DERE  /  07.04.2014

Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin