13.04.2014

Hilbijartinên PE’yê û Diyaspora Kurd

Di navbera rojên 22-25’ê Gulanê de li 28 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê  (PE) pêk tên. Bi rêya van hilbijartinan 751 endamên PE’yê diyar dibin. Heya 5 salan wê heman parlementer li Brûksel û li Strasbourg’ê kar bikin.

Hilbijartinên PE’yê rojeva raya giştî ya ewropî zêde mijûl nakin. Heya naha bi awayekê pirr zindî heman mojar nayê niqaş kirin jî. Li vê parzemînê rêjeyekê girîng ya raya giştî heman hilbijartinan xwedî grîngiyekê mezin nabîne. Lewre ji naha ve rayedarên YE’yê hewl didin ku girseyan agahdar bikin daku ew biçin ser sandoqan. Kes hê nizane ka wê heman hewldan bibin xwedî bandor an ne. Li gorî ku ez dibînim ancex ji sedî 60 hilbijêr biçin ser sandoqan.

Çendî raya giştî ya ewropî van hilbijartinan zêde girîng nebîne jî, ev nayê wateya ku saziya PE’yê xwedî bandor nîn e. Kesên ku bi siyasetê ve hinekê elaqadar dibin baş dizanin ku YE’ê biryara mijarên herî girîng, yên ku jiyana rojane ya civakê elaqadar dikin didin. Lê mixabin, civaka ewropî vê rastiyê baş nabîne, an jî sîstem çavên wê girtiye û nahêle ew rastiyê bibîne.

Parlamentoya Ewropayê saziya ku ji siyaseta YE’yê re rêberî dike ye. Bê razîbûna PE’yê ne Komisyona YE’yê û ne jî Konseya YE’yê nikarin biryarên girîng bidin. Lewre her partiyên siyasî namzetên xwe ên herî pispor dişînin vê Parlamentoyê. Heya naha wusan bû, wê îsal jî wusan be.

Weke tê zanîn di nava saziyên YE’yê de, û herwuha di nava hemû saziyên neteweyî yên ewropî de, ya herî zêde bi pirsgirêka kurd re elaqadar dibe dîsa heman Parlamento ye. Çi derbarê Bakurê Kurdistanê de be û çi jî derbarê Başûr, Rojhilat û Rojava de be heman sazî cur be cur xebatan dimeşîne. Her salê di heman Parlamentoyê de cur be cur Konferans û civînên ku pirsgirêka kurd dikin rojeva xwe pêk tên. Hin ji van çalakiyan bi armanca naskirina helwesta kurdan pêk tên, hin ji wan jî bi armanca zelalkirina siyaseta YE’yê, a derbarê Kurdan de pêk tên.

Her salê bi dehan delegasyonên PE’yê diçin Kurdistanê. Bi vegera van delegasyonan rapor têne amade kirin û ji rayedarên herî bilind yên welatên endam re tên şandin. Dîsa her salê cur be cur rayedarên kurd jî tên PE’yê û tevlî Konferans û civînan dibin. Bi taybetî serdanên Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesut Barzanî bi awayekê pirr girîng, ji aliyê endamên heman Parlamentoyê ve tên şopandin. Wusa diyar e ku wê di salên pêş de PE’yê zêdetir bi pirsgirêka kurd re elaqadar bibe.

Digel vê girîngiya PE’yê mixabin diyaspora kurd derbarê hilbijartinên heman saziyê de baş bi tevger nîn e. Heya naha tenê yek kesekê kurd, di navbera salên 1999-2009 de bûye endamê PE’yê, ew jî bi alîkariya partiya çep ya Alman bû. Di hilbijartinên 2009’an de ti kesekê kurd neket PE’yê. Eger îsal diyaspora kurd, bi zanabûn û siyasî nêzîkê van hilbijartinan nebe mixabin wê ti kurd nikaribe bikeve heman saziyê. Ev jî ji bo parastina berjewendiyên gelê me zerarekê ye.

Pêşniyariya min ew e ku ; hemû rêxistinên Kurdan, yên li Ewropayê, bên gelhev, di nava xwe de soza xwe bikin yek û di welatên weke Almanya, Fransa, Belçîka, Swêd û Holanda’yê de namzetân diyar bikin û bi partiyên van welatan re hevdîtinan pêk bînin.

Ez bawer im di encama van xebatan de wê bi kêmanî 2 cihên baş ji namzetên Kurd re bên dîtin daku di nava 5 salên pêş de heman Parlamento bê Kurd nebe.

Hêvîdar im ku rayedarên rêxistinên diyaspora kurd dengê min bibîhîzin.

Ahmet DERE  /  07.04.2014

Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin

Hiç yorum yok:

Yorum Gönderme