4.01.2013

2013 û Yekîtiya Ewropayê

Sala borî Yekîtiya Ewropayê (YE) bi pirsgirêkên xwe yên aborî re tekoşîn kir. Giraniya hêz û qeweta vê yekîtiyê bi lêgerîna ji bo çareserkirina pirsgirêkên aborî hate bikaranîn. Lê belê heman pirsgirêk hê jî li ser maseya rayedarên ewropîn in. Bi taybetî Almanya di vî warî de rola pêşengiyê leyst, Angela Merkel wezîfeya operatoriya lokomotîfa ewropî girte ser xwe.

Digel pirsgirêkên aborî û tekoşîna ku ji bo çareserkirina wî hate meşandin YE  derbarê rewşa siyasî ya cihanê de jî pirr bêdeng nema. Bi taybetî Fransa di vî warî de wezîfeya nûnertiya YE girte ser xwe. Piştî hilbijartinên Serokkomariyê rêveberiya Partiya Sosyalîst û hikûmet kete nava hewldanên dîplomatîk daku bandora ewropî zinde bihêlin. Lewre derbarê Sûriyê de rola pêşengiyê girt ser xwe, muxalefeta Sûriyê weke nûneriya heman welatî nas kir. Heman hewldanên Fransayê hê jî didomin û wisa dixûyê ku wê di vê salê de jî dewam bikin.

Rojeva saziyên YE ên weke Parlemen, Konseya Yekîtiyê û Komisyonê jî bi heman pirsgirêkên aborî ve girêdayî derbas bûn. Digel ku Parlemena Ewropayê derbarê rewşa mafê mirovan de weke saziyekê şiyar hatiye nas kirin, di sala borî de dengê wê zêde bilind nebû. Merasîmên pêşkeşkirina xelata Sakharof ya Azadiya Ramanê jî pirr di nava bêdengiyê û di bin siya rewşa aborî de derbas bûn. Rewşa mafê mirovan û ya demokrasiyê di rojeva civata giştî ya vê saziyê de nebû xwedî cihekê dorfireh. Digel ku min pirraniya civatên giştî yên li Strasbourgê şopandin tu carekê min niqaşên bi cewher, ên derbarê rewşa mafê mirovan û demokrasiya cihanê de nebihîst. Heman nêrîn ne tenê ya min e, ev rastî ji aliyê pirr rojnamevanên din ve jî tê ziman.

Di salekê wisa de bêguman xalên weke ya pirsgirêka kurd û rewşa mafê mirovan ya li Tirkiyê jî zêde nebû mijara rojeva YE. Ji derveyê Konferansa Kurd ku li Brûkselê pêkhat, (di rojên 5-6ê Kanûnê de) di Parlemena Ewropayê de mijara Rastiya Kurd neket rojevê. Hatin û çûyîna nûnerên BDPê û yên rêxistinên din ên Kurdan jî zêde çê nebûn. Lewre mirov dikare bêje derbarê Kurd-YE de   jî sala 2012an bêbandor derbas bû.

Digel vê rewşa 2012an, rayedarên Ewropî neçar in ku di vê sala nû de halê xwe cuda bikin. Eger ew di sala 2013an de jî zêdetir bi pirsgirêkên xwe ên aborî û civakî re elaqadar bibin ew ên nikaribin di qada navneteweyî de bandora soza xwe biparêzin. Lewre digel hemû rewşa neyênî wê sala 2013an ji aliyê Ewropiyan ve cudatir derbas be.

Li gorî vê wêneyê YE divê di sala 2013an de nûnerên Kurdan, bi taybetî ên Rojava û Bakurê Kurdistanê, di saziyên YE de zêdetir aktif bin. Tu car zerara karê dîplomatîk tine, hewceya me bi dostan û pêwendiyên navneteweyî heye.

Hêvîdar im sala 2013an bibe salekê pêşeng ya mafê mirovan û demokrasiyê.

Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin

Ahmet DERE / 31.12.2012

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder