9.12.2012

Hêza Diaspora Kurd


Li welatên Yekîtiya Ewropayê nêzê du mîlyonan Kurd dijîn. Ji salên 1960î vir ve Kurd li vê parzemînê dijîn û ji sisiyan yekê wan jî bûye hemwelatiyê Ewropayê. Pirraniya wan li Almanya, Fransa, Holandayê be jî li hemû welatên Ewropayê girseyên mezin yên Kurdan tê dîtin. Pirraniya van Kurdan ji Bakurê Kurdistanê bin jî, mirov dikare ji hemû parçeyên Kurdistanê girseyan bibîne.

Bi awayekê giştî nêzê hezar komeleyên Kurdan li welatên Yekîtiya Ewropayê hene. Lê belê di nava van komeleyan de yên ku ji aliyê kesên profesyonel ve tên birêvebirin zêde tinene. Komeleyên ku bi awayekê profesyonel neyên birêvebirin û karê wan yên burokratîk nîzamî neyê tenzîm kirin nikarin ji dewletan alîkariyê bistînin. Lewma di nava komeleyên Kurdan de yên ku ji dewletan alîkariyê digirin zêde tinene.

Diaspora bi rêya girseyên tenzîmkirî dibe hêz. Bêguman hejmar jî girîng e, lê belê bi wê ve girêdayî divê sazî û rêxistinên ku bikaribin dengê girseya bi sedan hezaran û bi mîlyonan bigehînin raya giştî jî hebin. Lewre girseya ku bi mîlyonan hejmara wê hebe lê belê nikaribe xwe baş tenzîm bike nikare bibe diaspora. Li Ewropayê û li Amerîkayê eger deng û navê diaspora Cihûyan û ya Ermeniyan heye ew jiber baştir tenzîmbûna wan e.

Ji destpêka sedsala 21. vir ve em dibên diaspora me jî heye. Ez yek ji kesên ku hevoka diasporayê bikar aniye me. Min di pirtûka xwe ya bi navê « Yekîtiya Ewropayê û Rastiya Kurd » de vê mijarê bi dorfirehî şîrove kiriye. Lê belê dema ku ez li rewşa me dinêrim, hê jî me xwe nekiriye hêzeke diasporal. Eger bi rastî em bibûna hêzeke diasporal wê demê divê di Parlemena Ewropayê de û herwuha di parlemenên neteweyî û herêmî de bi dehan Kurd hebûna. Lê mixabin wusa nîn e, hê jî em nikarin hin mijaran, yên weke ya Roboskî, Girevên Birçîbûnê ku bidawî bûn û hwd.  bikin rojeva hêzên navneteweyî.

Ji sala 2004an vir ve her salê carekê di Parlemena Ewropayê de Konferansekê li ser mijara Kurd, Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê pêk tê. Îsal jî heman Konferans di 5 û 6ê Kanûnê de tê lidarxistin. Lê mixabin ev Konferans weke xebatekî diaspora kurd nayê tenzîm kirin û tê de hêza diaspora kurd nayê dîtin. Lewre heman xebat bala saziyên ewropî zêde nakişîne. Ji saziyên Yekîtiya Ewropayê jî zêde rayedar beşdar nabin. Ji hemû tiştê girîngtir jî, ji her çar parçeyên Kurdistanê rêxistin û şexsiyet tevlî nabin û mijara giştî ya gelê kurd li wê nayê axiftin. Çendî ji pirr rêxistinên Kurdistanî yên li Ewropayê re vexwendin bên şandin jî ew tevlî nabin. Di vê derê de kêmasî tenê ya komîteya amadekar nîn e, di mentalîteya rêxistin, sazî û komeleyên me Kurdan de wateya diasporayê hê nehatiye çandin.

Ji derveyê Konferansa ku di Parlemena Ewropayê de pêk tê, her salê li pirr welatên Ewropayê cur be cur Konferans, Civîn, Semîner, Sempozîyûm, Meş, Mitîng tên lidarxistin. Lê mixabin, ev karan hemû bi tevlûbûna girseyên taybetî yên hin rêxistinan ve bisînor dimîne. Yanê hemû sazî û rêxistinên Kurdên li diasporayê, an jî tenê yên li Ewropayê, beşdarî çalakiyekê nabin. Heya naha min bixwe nedîtiye ku ji hemû derdorên Kurdan başdariyekê li çalakiyekê bûye. Di mêjiyê me de hê parçebûn heye, lewre jî em hê nebûn in hêzekê bas ya diasporayê.

Ahmet DERE  /  03.12.2012

Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşansin

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder