13.09.2012

Sala Şer û Çareserî

Ji 2000i vir ve sala ku li Kurdistanê zêdetir şer diqewume îsal e. Piştî demekê dirêj ya bêdengiyê hêzên gêrîlla ketine nava hewldanên pêşxistina têkoşîna çekdarî. Ev destpêka pêvajoyekê nû ye.

Di stratejiya şerê gêrîllade wusa dixûyê ku herêmên Zagros û Botan weke cihên stratejîk hatine bijartin. Li Zagrosê Şemzînan û Gever, li Botanê jî Elkê û Besta herêmên di bin bandora gêrîllade ne. Lewre ji destpêka Tîrmehê vir ve li van herêman roja ku pevçûn çê nebe tine.

Bandora gêrîlla li ser herêma Şemzînan didome, li Elkê jî, bi taybetî li Kato û li Zozanên Feraşînê, giraniyekê heman bandorê çê dibe. Wusa diyar e ku heya dawiya payîzê wê li van herêman şerekê giran bidome.

Wate û giraniya şerê gêrîlla yê vê demê û yê salên 1990î cuda ye. Di salên 1990î de piştgiriya girseyên gel ji gêrîlla re zêde aşkere nebû, lê belê naha wusa nîn e, girseyên gel bi awayekê aşkere li gêrîlla xwedî derdikeve, cenazeyên şervanan bi tevlêbûna girseyan tên hilandin. Çend roj berê, digel hemû astengî û xeteriyan bi sedan kes çûn Kato û li cenazeyên şervanên HPGê xwedî derketin. Lewre naha qada tekoşîna çekdarî ji ya sedsala borî pirr cudatirr e.

Asta bilind ya tekoşîna çekdarî dibe sedemê ku her mehê ji dehan zêdetir şervanên HPGê şehîd bikevin û bi dehan jî wendayiyên artêşa tirk çê bibin. Heman asta şer di nava Kurdan de kêfxweşiyê çê dike, lê belê di nava Tirkan de jî xemgîniyê çê dike û hestên duşminatiya lidijî Kurdan diafirîne. Ev rewş dibe sedemê ku bêbawerî di nava Kurdan û Tirkan de kûrtir bibe.

Gurbûna şerê li Kurdistanê bûye sedemê ku nêzîkatiya dewletê û ya partiyên weke AKP û MHPê (kêmek jî ya CHPê) li BDPê xerabtir bibe. Wusa diyar e ku di rojên pêş de nûnerên BDPê nikaribin di Meclîsa Tirkiyê de karekê bibandor bikin. Jibo Parlementerên BDPê xeteriya vekirina rêya dadgehan jî heye.

Gelo wê rewşa heyî ji çareseriya pirsgirêka kurd re çiqas bi feyde be ?

Dema ez bi nêrîna pisporekî siyaset û dîplomasiyê li rewşê dinêrim, mixabin ez nikarim zêde xweşbîn bim. Çareseriya pirsgirêka Bakurê Kurdistanê naşibe ya Başûr û ya Rojava. Kes nikare hêvî bike ku wê aqibeta Dewleta Tirk weke ya Îraqê an jî ya Sûriyê be. Nêzîkatiya hêzên navneteweyî li Dewleta Tirk cudatirr e. Ya din, ji Îraq û Sûriyê pirr cudatirr, Kurdên ku bi Dewleta Tirk re hevkariyê dikin pirr in. Dema ku mirov van faktoran digire ber çavan baş dixûyê ku pêşketina tekoşîna çekdarî nabe sedemê afirandina çareseriyê. Lê belê ew dikare bala rojeva cur be cur derdoran bikêşîne ser mijarê, ya ku naha dixûyê jî ev e.

Di rojên pêş de saziyên Yekîtiya Ewropayê dest bi kar dikin. Di vê dema ku şer gur dibe de pirr girîng e ku BDP bikaribe heman rewşê bike rojeva Ewropiyan û herwuha ya navneteweyî. Dibe ku giraniya saziyên Ewropî nikaribe dewlet û hikûmeta tirk berbi biryargirtinekê ve bibe, lê belê ew dikare li ser wan bandorekê çê bike.

Ahmet DERE  /  10.09.2012

Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder