Digel vî rewşa şer di warê fermî de tiştekê nayê dîtin.
Rayedarên dewleta tirk hewl didin ku ev şer nebe xwedî statûyekê fermî. Di karê
fermî yên dewletê de navê vî şerî « teror » e. Lê belê heya naha li
tu welatî dewletekê wuqasa bi salan lidijî « terorîstan » şer
nekiriye. Tu hêzekê terorîst nikaribûye lidijî dewletekê çalakiyên bi vî rengî
pêk bîne.
Çawa ku rayedarên dewleta tirk di kar û barên xwe ên hindirîn de rastiya şer binav nakin wusa jî di karê derve de heman şerî vedişêrin. Di hemû karê dîplomatîk de rayedarên tirk hewl didin ku navê « şer » li çalakiyên têkoşîna rizgariya gelê kurd neyê kirin. Heman hewldanên dewleta tirk di korîdorên saziyên Yekîtiya Ewropayê de jî baş tê dîtin û ez bi xwe jî herdem dibim şahîd.
Roja 20ê Elûnê Konseya Ewlekariya Rêxistina Neteweyên
Yekbûyî biryarnameyekê qebûl kir. Di heman biryarnameyê de mijara « Bikaranîna
zarokan di şer de » hatiye pejirandin. Lê belê di heman belgeyê de ne ji
rayedarên tirk û ne jî ji PKKê tiştekê
nayê xwestin û behsa rewşa şerê li Kurdistanê nehatiye kirin. Li Tirkiyê
rayedarên dewletê û yên hikûmetê her roj dibêjin « PKK zarokan bikar
tîne » lê belê ew naxwazin heman gotinan di qada navneteweyî de bêjin û
herwuha ew nahêlin kes jî heman rastiyê bîne ziman. Di vî derbarî de PKK jî tiştekê
nabêje, wusa derdikeve holê ku di heman mijarê de, bê xwastek be jî, nêzîkatiya
dewletê û ya PKKê dişibin
hev.
Bê guman armanca dewleta tirk ew e ku navê « şer »
li rewşa pevçûnên di navbera artêşê û gêrîlla de neyê kirin. Eger dewleta tirk
di platformên fermî ên di qada navneteweyî de bêje « PKK zarokan di şer de
bikar tîne » wê demê Neteweyên Yekbûyî dikare mudaxale bike. Mudaxaleya
heman rêxistinê dibe sedemê ku têkoşîna rizgariya gelê kurd di qada navneteweyî
de weke « şer » bê naskirin. Heman rastî dibe sedemê ku navbenkar çê
bibin. Bê guman wê demê jî Tirkiye û PKK, an jî Kurd weke aliyên şer tên qebûl
kirin. Ji heman qadê bi şûn de girtiyên PKKê weke dîlên şer tên qebûl kirin. Û
di pir aliyan de rewş diguhere.
Di vî derbarî de rolekê mezin dikeve ser dîplomasiya kurd.
Mixabin heya naha dîplomasiya ku Kurdan meşandiye nikaribûye bibe sedemê ku rastiya
şer bê qebûl kirin. Digel encamên vî şerê giran hê jî di qada navneteweyî de
têkoşîna rizgariya gelê kurd weke « teror » tê binav kirin. Di
raporên saziyên Yekîtiya Ewropayê de jî ev rastî aşkere tê dîtin. Lewre divê
rêxistinên Kurdên Bakur û bi taybetî jî BDP û herwuha Kongreya Neteweya
Kurdistan bizanibin rêbazên dîplomatîk bikar bînin daku di qada navneteweyî de nav
li şer were kirin. Pêwiste rastiya şer weke ŞER bê binav kirin.
Ahmet DERE / 24.09.2012
Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin