Di hevdîtina mijara
gotinê de Leyla gotiye ; « Di derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd
de herdem min bawerî bi Recep Tayip Erdogan aniye û tenê ew dikare heman
pirsgirêkê çareser bike ». Di nava hevpeyvînê de xala ku herî zêde bûye
mijara rexneyan ev e.
Ez ji destpêka salên
1990’î ve Leyla Zana nas dikim û me bihev re kar kiriye. Ez dizanim ku ew bi
awayekê zanabun naxwaze zerarê bide rêxistinên kurdan û doza Gelê Kurd. Lê belê
hin dem hene tiştekê pir piçûk dikare bandorekê mezin çê bike.
Mijarên ku Leyla di
hevpeyvînê de aniye ziman ji nêrînên hin rayedarên KCK cudatir nîn in. Di van
rojên dawî de hevpeyvînekê Murat Karayilan jî di rojnameyekê tirk de weşiya.
Eger gotinên Murat Karayilan bi awayekê baş werin xwendin wê baş were dîtin ku
nêrînên Leyla zêde cuda nîn in. Tenê gotinên wî, ên di derbarê Recep Tayıp
Erdogan de hêjayê rexnekirinê ne. Di çapemeniya tirk de jî hevoka herî zêde
derketiye pêş ev e.
Leyla Zana
parlementerekê serbixwe ye, ew endama tu partiyê an jî komekê nîn e. Lê belê
hemû Kurd wê weke endama BDPê dibînin. Di vê dîtinê de rastiyekê jî heye ;
Leyla bi dengên BDPê hatiye hilbijartin, eger BDP nebûya û ew nikaribû bi tena
serê xwe biketa hilbijartinan. Ez bawer nakim ku gelê Amedê wê şandiba Enqerê.
Beriya ku heman hevpeyvînê bide rojnameya tirk, divê Leyla nêrînên BDP’ê
girtiba. Eger wusa biba ez bawer im wê van gotinan di derbarê Recep Tayip
Erdogan de negotiba.
Serokwezîrê tirk, bi
taybetî di van salên dawî de, lidijî BDPê zimanekê tûnd bikar tîne û naxwaze
Koma BDPê weke hêzekê Meclîsê bibîne. Herwuha di operasyonên ku lidijî
rayedarên BDPê pêk tên de rola AKPê mezin e. Di demekê wusan de, ez bawerim ev
nêzîkatiya Leyla li xweşê piraniya Kurdan naçe. Heskirina ku Leyla di dilê
Kurdan de ji xwe re çê kiribû wê hinekê sar bibe.
Piştî ku Leyla ji
zîndanê derket wê xwest herdem weke kesayetiyekê serbixwe tevbigere. Digel cur
be cur pêşniyaziyan wê nexwast di nava tevgerekê de cih bigire. Di hin
platforman de jî wê hin nêrînên cuda anî ziman, xwast weke şexsiyetekê
« taybet » were nas kirin. Le belê di piraniya tevgera xwe de wê
alîkariya BDPê girt, bê heman alîkariyê wê nikarîbû tiştekê giranbuha bike.
Lewre ez wate didim rexneyên rayedarên BDP’ê.
Van rojan, bi
taybetî di malpereyên internetê de, cur be cur rexneyên Kurdan lidijî Leyla pêş
dikevin. Ez tu wate nadim van rexneyan. Divê em Kurd fêrî guhdarkirina nêrînên
cuda bibin. Tenê bi rexnekirina hin tiştan û şexsiyetan kes nikare ji doza gelê
xwe re xizmetê bike.
Ahmet DERE /
18.06.2012
Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin