
Herêma Kurdistanê roj bi roj di qada navneteweyî de tê nas
kirin û nirxa wê zêdetir dibe. Bê guman ev nêzîkatî tenê jibo heman herêmê nîn
e, di hejmara hemû hêzên navneteweyî de rola parçeyên din ên Kurdistanê heye.
Ji naha ve tê xûyan ku Herêma Başûrê Kurdistanê weke hêza navîn ya hemû Kurdan
tê nirxandin. Bi taybetî di nêzîkatiya Amerîkayê de girîngiya vê xalê pir mezin
e.
Siyaseta bingehî ya Dewleta Tirk herdem lidijî serkeftina
Kurdan bû ye, naha jî wusa ye. Eger ji destê vê dewletê hatiba, ji destpêkê ve
wê nehîştiba Herêma Başûrê Kurdistanê bibe xwediyê otonomiyê. Jibo vê yekê,
heya rojên dawî jî rayedarên tirk bi Saddam Huseyîn re di nava têkîliyên germ
de manin. Lê belê ji derveyê înisiyatîfa Dewleta Tirk, Kurdên Başûr bûnin
xwediyê otonomiyê û di Rojhilata Navîn de qedir û qîmeta xwe mezintir kirin. Bi
taybetî dîplomasiya ku ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve hate meşandin
di destxistina vê qadê de xwediyê rolekê mezin e.
Piştî 20 salên ku Kurdên Başûr di herêma xwe de
desthilatdarî meşandin û nişanî hemû cîhanê dan ku ew dikarin bibin xwedî
dewlet, êdî rayedarên tirk neçar man ku ew jî heman herêmê û hêza wê nas bike.
Nêzîkatiya rayedarên tirk ku li hemberî serdana birêz Mesud Barzanî hate raber
kirin encama tekoşîna siyasî, aborî û dîplomasiya van 20 salan e. Lê belê ev
nayê wateya ku dawî li hemû nêzîkatiyên xetere ên Dewleta Tirk hatiye, eger ji
destê rayedarên wê were ew ên di nava rojekê de vegerin ser nêzîkatiya xwe ya
dema borî.
Ligel serdanekê serkeftî a dîplomatîk ku ji aliyê birêz
Barzanî ve pêk hatî, hate xûyan ku rayedarên tirk dixwazin, di derbarê şerekî
nevxweyî ên Kurdan de, hemû rêyan biceribînin. Lewre di çapemeniya tirk de
xalên herî zêde derketin pêş ên di derbarê PKKê de bûn. Dema ku mirov li
çapemeniya tirk dinêrî wusa dahate xûyan ku birêz Barzanî tenê jibo bêçekkirina
PKKê çûye vî welatî. Bê guman rastî ne wusa ye, lê belê di hemû hewldanên
tirkan de ev mijar derdikete pêş.
Daxwazên Dewleta Tirk, û herwuha yên raya giştî a Tirkiyê,
çi dibe bila bibe, divê Serokatiya Herêma Kurdistanê herdem serbilind be û
bizanibe ku her gavên wê jibo hemû Kurdan girîng e. Heman Herêm tenê ya Kurdên
Başûr nîn e, çavê hemû Kurdan li ser wê ye. Dibe ku ew parçeyê herî mezin ê
Kurdîstanê nîn e, lê belê di vê demê de ew bûye dilê hemû Kurdan. Ez hêvîdar im
hemû rayedarên Herêma Kurdistanê bi vê zanabûnê tev bigerin û ji pirsgirêka hemû
parçeyên Kurdistanê re bibin hêza çarenûsiyê.
Not : Di Rûdawê de min xwend ku Hozan Aydin û hin
Hozanên Kurd ên din nikarin biçin Herêma Kurdistanê, bê guman ev tiştekê layîqê
Kurdan nîn e. Divê çûyîna Herêma Kurdistanê ji hemû Kurdan re vekirî be. Hêvîdar
im rayedarên Herêmê ji nêz ve bi heman mijarê ve elaqadar bin.
Ahmet DERE / 23.04.2012
Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin