13.01.2011

Saziyên Civakî

Di dawiya sedsala 20. de, bi Taybetî li Ewropa’yê, rola saziyên civakî bû xwediyê giraniyekê. Di salên 1990’î de, bandora heman rolê li seranserê Ewropa’yê belav bû. Di hin welatan de, bi taybetî di welatên navîn yên vê parzemînê de, li ser siyaseta birêvebirina dewletan de jî, karê van saziyan bandorekê çê kir. Ji destpêka sedsala 21. vir ve qada saziyên civakî, ku weke qada sêyem tê naskirin, her ku diçe bandora xwe firehtir dike, di derbarê jiyana civakan de dibe xwedî sozê.

Pêşketina vê qada sêyem, ji bo demokrasî û mafên mirovan weke pêngavekî ye. Bê guman di nava saziyên sivîl de, yên ku li pêşiya gavên demokratîk û daxwazên parastina mafên mirovan astengiyan çê dikin hene, lê belê, bi giranî ev sazî alîgirên parastina nirxên civakan in. Lewre, divê mirov ji pêşketina qada sêyem netirse.

Ji salên 1990’î vir ve, di herêma Rojhilata Navîn de jî saziyên sivîl pêş dikevin. Bi taybetî li Tirkîyê, bi pêsketina têkoşîna rizgariya gelê kurd ve girêdayî, di navbera salên 1990-2000’î de bi dehan saziyên sivîl ava bûn. Giraniya wan saziyan, di derbarê parastina mafên civakî de çalakiyên bibandor pêk anîn. Heman çalakiyan li Tirkiyê, di nava civakên tirk, çerkez, laz û hwd. de, derî li niqaşên cur be cur vekir. Heman niqaşan li ser qada siyasî û herweha li ser artêşê de jî bandorê çê kir. Di dîroka Komara Tirkiyê de, cara yekem, lidijî daxwazên keyfî ên leşkeran, hêza saziyên sivîl bû diwar.

Di Rojhilata Navîn de, herêma ku lê zêdetir bandora saziyên civakî li ser jiyana civakê çê bû ye, bê guman Kurdistan e. Bi taybetî di jiyana jina kurd de ev rastî dikare pir baş were dîtin. Di hemû herêmên Kurdistana Bakur de jinê xwe bi rêxistin kiriye, di nava siyasetê de jî bûye xwediyê bandorekê. Ji salên 2000’î vir ve, her ku diçe ev pêşketin bandora xwe xurttir dike û dibe xwediyê sozê.

Mirov dikare heman pêşketinê li Başûrê Kurdistanê jî bibîne. Lê belê, qasê ku ez dişopînim, hê jî pêdiviya vê parçeyê Kurdistanê bi hêzbûna qada sêyem heye. Divê hikûmeta herêma Kurdistanê ji pêşketina saziyên sivîl re derfetan pêşwazî bike, ji wan re rêya hêzbûnê vebike.

Mixabin, ez nikarim di derbarê Rojhilat û Başûrê Rojavayê Kurdistanê de heman tiştan bêjim. Li van her du parçeyên Kurdistanê jî hê pêdiviyekê mezin bi tenzîmbûna saziyên sivîl heye. Rejîmên Îran û Sûriyê hê jî di tariya dîrokê de dijîn. Lê belê, di vê salên destpêka sedsala 21. de ev rejîman jî nikarin qalibê xwe biparêzin.

Dê were zanîn ku, berpirsyartiya saziyên sivîl li Kurdistanê, tenê lipêşxistina têkoşîna lidijî hêzên dagirkeran nîn e, divê ew lidijî hemû zor û zexta ku li pêşiya azadiya mirov heyî bitekoşin. Li vê derê ez pir girîng dibînim ku saziyên sivîl nebin haceta ji bo parastina berjewendiyên hêzên siyasî. Pêwîst e her saziya ku xwe weke parçeyekê qada sêyem dibîne, bi her awayî û hemû derfetên xwe parastina nirxên ji bo azadiya mirov bike. Di vî warî de kêmasî hene, lê belê niqaşên heyî hêvî dide mirovan ku, wê di salên pêş de encamên baş werin girtin.

Ahmet DERE

-Ev nivîs di Rojnameya hefteyî Rûdaw’ê de hatiye weşandin

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder