13.09.2010

Çend Gotin di Derbarê Referandûmê de

Ji demekê vir ve, rojeva Tirkiye’yê bi referandûmê tije bû. Roja 12’ê Îlonê heman referandûm pêkhat û encamên wê aşkere bûn. Çawa ku dahate teqmînkirin, piraniya hilbijêran gotin « erê ». Lewre, ji vê demê bişûn de, pêvajoyeke « nû » wê dest pê bike.

Beriya her tiştî, bi encamên vê referandûmê, AKP dema sêyem a desthilatdariya xwe garantî kiriye. Her wiha, di derbarê hilbijartinên serokkomariyê de jî, wê ji xwe re avantajên mezintir bidest xistiye. Ji vir bişûn de, wê rayedarên AKP zêdetir bi înisyatîf tevbigerin, li gorî berjewendiyên xwe ên siyasî û îdeolojîk, ji Tirkiye’yê re rêveberî bikin.

Li gorî nirxandinên hin derdoran, bi taybetî ên CHP’ê û ên hin saziyên dadgeriyê, wê ev pêvajo bixwe re xeteriyan biafirîne. Wisa dixûyê ku, ev derdor wê bikevin nava helwesteke tûndtir û bi cur be cur leystokan bixwazin desthilatdariya AKP tengav bikin. Bi taybetî, di pêvajoya hilbijartinên giştî, ên 2011’an de, wê ev derdor hemû kartên xwe bikar bînin.

Digel encamên referandûmê, ez zêde bihêvî nîn im ku AKP bikaribe, û her wiha bixwaze, Tirkiye’yê berbi pêvajoyeke demokratîk ve bibe. Di vî warî de pir sedem hene, ya herî girîng jî, nijadperestiya ku di nava AKP’ê de heye bixwe ye. Tê zanîn ku, AKP weke hêzeke koalîsyonê ye, di nava wê de kesayetiyên ji cur be cur beşên siyasî û îdeolojîk hene û giraniyeke wan jî nijadperest in. Em ê, di salên pêşiya me de, baştir bikaribin nakokiyên hindirîn ên vê partiyê bişopînin. Digel ku rayedarên AKP’ê bi dîqet tevdigerin û naxwazin qelsiyên xwe li pêşberî raya giştî niqaş bikin jî, dîsa em dizanin ku nexweşiya di nava wê de, her ku diçe, girantir dibe. Di vê xalê de rola pirsgirêka kurd xwediyê ciheke girîng e.

Divê em zêde bihêvî nebin, lê belê, dîsa jî, bi taybetî ji vir bişûn de, di derbarê pisrgirêka kurd de jî rewşeke cuda wê derkeve holê. Çendî beşeke kurdan vê referandûmê boykot kiribin jî, dîsa çavê gelê kurd wê li hin gavên « demokratîk » be. Ez ji niha ve dibînim ku, wê AKP tiştekê neke û balê bikêşîne ser hilbijartinên giştî ên 2011’an. Stratejiya AKP’ê wê li ser esasê bidestxistina serkeftineke baş ya van hilbijartinan were meşandin.

Beşeke girîng yê gelê kurd, bi rêberiya BDP’ê, di referandûmê de bû xwediyê helwesteke « boykot »ê. Di piraniya bajarên Kurdistan’ê de helwesta « boykot »ê derkete pêş. Em nikarin bêjin, kesên ku neçûn ser sandoqan hemû alîgirên BDP’ê bûn, lewre ez dibêm, divê kes xwe nexapîne û nekeve nava rehetiyekê. Ji îro bişûn de, AKP wê zêdetir di Kurdistan’ê de kar bike.

Di aliyekê din de, di vê referandûmê de, di nava kurdan de, wêneyeke nebaş û xetere derkete holê. Di nava kurdan de, cara yekem, bi awayeke aşkere dubendî hate jiyîn. Cara yekem di nava saziyên ku em wan « welatparêz » dibînin de, cudahiya helwestê derkete pêş û bû sedemê ku lipêşberî girseyan niqaşên cur be cur werin kirin. Pirdengî weke rêbazeke demokratîk e, lê belê, hin dem hene, bi taybetî di derbarê mijara çareseriya pirsgirêka kurd de, divê yekdengî hebe û rengê daxwazan weke hev be. Mixabin, di vê referandûmê de wisa nebû, kurdan derî li leystokan vekirin.

Min dixwest ku, hemû derdorên kurd gotina xwe bikin yek û li dora maseyekê bicivin ku bikaribin daxwazên xwe bidin qebûlkirin. Di demên wisa de « Erê » an jî « Boykot » zêde girîng nîn e, ya muhum ew e ku, derî ji leystokên xerab re neyên vekirin. Mixabin, vê referandûmê di nava kurdan de nakokî firehtir kir. Li gorî ku min şopand, ji vir bişûn de wê AKP zêdetir van nakokiyan bikar bîne. Bi derfetên dewletê, ew ê hin derdorên ku heya niha weke « welatparêz » dihatin naskirin, bikêşîne cem xwe û wan bikar bîne. Lewre, ez vê rewşê pir xetere dibînim.

Li gorî min, rayedarên BDP’ê dikaribûn hinekê mûtevazî nêzîkê mijarê bibana. Di destpêka niqaşên jibo referandûmê de, dahate xwastin ku rayedarên BDP’ê bikaribin bi hemû beşên kurd re biaxifin û bi wan re konsansûsekê çê bikin. Lê belê wisa nebû, kurdan bixwe lidijî hev daxûyanî dan û hevdu tewanbar kirin. Bi taybetî gotinên Sellahatîn Demirtaş bûn sedemê reaksiyona hin derdoran û ev kete xizmeta AKP’ê. Lewre, beriya her tiştî, divê kurd bizanibin di nava xwe de niqaşên maqûl bikin û hevdu fêm bikin. Heya ku ev nêzîkatî pêş nekeve, mixabin û hezar bixabin, ne mafê demokratîk ji kurdan re tê bidestxistin û ne jî kes dikare di pratîkê de behsa « Xweseriya Demokratîk » bike.

Ahmet DERE / 13.09.2010

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder