25.02.2019
26.12.2018
Bayê Êlekzeran (Gilets Jaunes) li Fransa
Ji 17 meha kanûnê vir ve li hemû herêmên Fransa tevgera Êlekzeran
çalakiyan dike. Ev tevger ne bi helwesteke siyasî derket holê, ji her derdoran
bes di nav de hebûn.
Digel ku tevgera Êlekzeran xwe alîgirê ti partiyên siyasî neda
xwûyan dîsa jî hêzên ultra çepgir û ultra rastgir xwe ji çalakiyên wê dûr
negirtin. Bi taybetî çalakiyên rojên şemiyan di bin bandora van hêzên ultra de man. Lewre her ku roj
derbasbûn tevgera Êlekzeran hêza xwe winda kir.
Xalekî din ku bûye sedemê heman tevger alîkariya girseyî winda
bike jî ev e ; hin kesên ku weke berdevk hatibûn nasîn bi lez û bez ketine nava
hewldanên siyasî. Ew ji niha ve xwe amade dikin ku tevlî hilbijartinên
parlemena ewropayê bibin. Hin ji wan ji niha ve komeleyên siyasî damezrandine û
lîsteya berendamên parlemena ewropayê amade dikin. Jibo berdewamiya heman
tevgerê ev hewldan neyênî tên dîtin. Kesên ku ji cur be cur derdorên siyasî di
nava heman tevgerê de cih digirtin hêdî hêdî xwe jê dûr digirin û tevlî çalakiyan
nabin.
Digel wendakirina hêzê dîsa jî Serokkomariya Emmanuel Macron û hikûmeta Edouard Philippe hin
gavan avêt. Çendî heman gav bersiv nedin
daxwazên tevgera Êlekzeran û herwuha ya girseyan dîsa jî pirraniya hemwelatiyên
frensî razîbûnên xwe diyar dikin. Lewre wusa xûyaye ku di destpêka 2019’an
de hêdî hêdî bandora heman tevgerê winda bibe û çalakiyên wê bidawî bibin.
Tevgera Êlekzeran ne tenê li Fransa, herwuha li hemû welatên
Ewropayê bandor çêkir. Ji niha ve li
Belçîka, li Holanda û li hin welatên din bi heman şêweyî tevger çêbûn, çêdibin û herwuha çalakî pêktên. Lewre, çendî heman tevger hêza xwe ya girseyî li Fransa wunda
bike jî ew bûye meşaleya daxwazên girseyên xizan. Heman rastî tenê li Ewropayê
nayê dîtin, herwuha li cur be cur welatên din jî bandora wê diyar dibe.
Li gorî hin zanyaran, ez jî wusa difikirim, tevgera Êlekzeran
dikare bibe derman ji nexweşiyên
sîstema ewropî re. Pêdiviya Yekitiya Ewropayê jî bi tiştekî wusan heye.
Ahmet
Gulabi DERE / 25.12.2018
8.10.2018
Hilbijartin û Ewlekariya Başûrê Kurdistanê
Dibe
ku di pêkanîna heman hilbijartinan de hin pirsgrêk çêbibin, lêbelê ev nayê
wateya ku encamên wan ne grîng bin. Di hilbijartinên pirraniya welatan de cur
be cur pirsgrêk çêdibin. Daxwaz a me ew e
ku hemû hilbijartin di nava şert û mercên demokratîk de pêk bên.
Başûrê
Kurdistanê jibo hemû Kurdan weke pêngava ber bi serxwebûnê ve ye. Rêya
avakirina dewletekê Kurdan, ya serbixwe û azad, di Başûrê Kurdistanê de derbas
dibe. Çiqas jî hin derdor vê rastiyê qebûl nekin ew rastiyek e. Lewre pêşketina
heman herêmî jibo hemû Kurdên welatparêz xwedî girîngiyeke mezin e. Bi taybetî
pêşketina demokratîk ya saziyan û herwuha ya sîstema birêvebirina herêmê.
Di
van hilbijartinan de dîsa PDK weke hêzeke sereke derket. Çendî derbarê PDK’ê de
rexne û gazinên hin derdoran hebin jî carekê din hate dîtin ku gelê Başurê
Kurdistanê bi giranî li pişt heman partiyê ye. Digel hemû rexne û gazinan
meşrûyeta PDK’ê nikare bê niqaşkirin. Bêguman
partî û hêzên din jî li Başûrê Kurdistanê, bi taybetî YNK û GORAN jî xwedî
giraniyekê mezin in. Dîsa sazî û rêxistinên sivîl jî di heman herêmê de xwedî
soz in.
Ji
vê demê bi şûnde barekê giran ketiye ser milên rayedarên PDK’ê. Weke hêza herî
mezin ya Başûrê Kurdistanê, divê PDK ji pêşketinên demokratîk re baştirîn rêberiyê
bike. Divê rexne û gazinên gelê herêmê û herwuha yên hemû Kurdan liber çav bên
girtin. Di bingeha pirraniya rexne û gazinan de divê rastiyek bê dîtin. Bêguman
hin derdor bi qerez rexne û gazinan dikin, lêbelê ew xwedî rêjeyek mezin nin
in, û pirraniya wan jî tê naskirin.
Divê
bê zanin ku di dilê pirraniya Kurdên welatparêz de cihê Başûrê Kurdistanê cuda
ye. Her Kurdê welatparêz dixwaze rojekê biçe li heman parçeyê Kurdistanê bijî.
Lêbelê heya niha derfet nehatine afirandin daku daxwaza heman girseyê pêk were.
Lewre divê rayedarên reveberiya Başûrê Kurdistanê di vî warî de çi divê pêk bînin,
daku her Kurdê ku dixwaze ew bikaribe bê xem biçe herêmê û eger bixwaze
bikaribe li wê derê kar bike û bijî. Ez bawer im bi hezaran Kurd van hêvî û
daxwazên min parve dikin.
Li
gorî ku ez dizanim bi dehan rewşenbîrên Kurd dixwazin biçin Hewlêr, Silêmanî,
Duhok û bajarên din yên Başûrê Kurdistanê. Lê mixabin, jiber nebûna ewlekariyê
zêde kes naxwaze wê ve biçe. Di vî warî de karên îstixbaratî yên dewleta tirk û
îranê sebebên herî giring in. Lewre pêwîste rayedarên herêmê, bi taybetî yên
PDK’ê, di vî warî de nêzîkatiyên xwe biguher in. Divê rêya Başûrê Kurdistanê ji
hemû Kurdan re vekirî bê hîştin. Eger wusa be pêşketin jî zûtir çêdibin.
Bi
van nêrînan ez dixwazim tişta ku di dilê pirraniya Kurdan de derbas dibe bînim
ziman. Hêvîdar im rayedarên me, yên Başûrê Kurdistanê, piştî êlankirina encamên
hilbijartinan û herwuha avakirina hikumeta nû pêvajoyek xweştirîn bidin destpêkirin.
Ahmet
Gulabi DERE / 07.10.2018
24.03.2018
Yekîtiya Neteweyî Pêwîstiyeke Grîng e
Nirxên
gelan bi hêza neteweyî ya hemû beşên civaka neteweyî tê parastin û pêşxistin.
Hebûna ti gelan bê hêzeke neteweyî nikare bidome. Bi taybetî ji destpêka
sedsala borî vir ve ev rastî jibo hemû neteweyan xwedî wateyeke hebûn û
tinebûnê ye.
Divê
xeta zirav ya di navbera netewebûn û neteweperestî, an jî nijadperestiyê de bê
dîtin. Jibo hemû gelan parastina nirxên neteweyî pewîst e, ew nabe
netewperestî, anjî nijadperestî. Eger di bin navê parastina nirxên neteweyî de
nijadperestî bê kirin bêguman ew nayê qebûl kirin. Lebelê netewebûn tiştekê pêwîst e, bi taybetî jibo
Kurdan ew îro pirtir ferz e. Jibo vê jî pewîstî bi dezgeh û saziyan heye. Bê
hebûna heman dezgeh û saziyan em Kurd nikarin nirxên xwe biparêzin, herwuha
lipêşbixin.
Kurd
bi her awayî xwedî hebûneke gelêrîn in. Hemû nirxên Kurdan yên gelêrî hen in.
Lêbelê weke piraniya gelan em Kurd hê xwedî hemû pêdiviyên neteweyî nîn in. Ev
mijar bi serxwebûna Kurdistanê ve girêdayî nîn e. Kurd li ser esasê çar parçeyan
jî dikarin bibin xwedî hin sazî û dezgehên neteweyî. Çi jibo parastin û lipêşxistina
ziman, çand û wejeyê be çi jî jibo astengkirina qirkirin, parçekirin û
asîmîlekirina gel be heman sazî û dezgeh xwedî wateyek pirr pirr girîng in.
Piştî
pirr hewldanan me dît ku bi pêşengiya hêzên heyî yên Kurdan Yekîtiyeke Neteweyî
nayê çêkirin, anjî çêkirina wê pirr pirr zehmet e. Jiber ku her hêz, anjî partî
dixwaze heman yekîtî tenê ligorî parastina berjewendiyên wê yên hizbî bê
çêkirin. Bêguman bi van helwestan Kurd nikarin Yekîtiya Neteweyî çêkin. Hemû
hewldanên ku jibo çêkirina Yekîtiya Neteweyî ku heya naha hatî dayîn jiber van
sedeman negihîştine encamekê. Lewre divê beriya her tiştî rêxistinên kurdan
bizanibin û bikaribin hevdu qebûl bikin, berjewendiyên neteweyî lipêş yên hizbî
bigirin. Ne wusan be, mixabin wê hê pirr leystok lidijî gelê me pêkwerin.
Ne
pêwîst e em zêde dûr biçin, sala borî, eger di nava Kurdan de yekîtiyekê hebûya
hikûmeta îraqê wusan bihêsanî nikaribû êrişî Kerkûk’ê bike. Herwuha, eger heman
yekîtî hebûya dewleta tirk nikaribû biketa Efrîn’ê. Em dikarin pirtirîn bûyerên
wusa rêz bikin.
Roj
roja avakirina Yekîtiya Neteweyî ye. Bêguman bê tevlîbûna hêz, rêxistin û
partiyan Yekîtiya Neteweyî nikare bê avakirin. Beriya her tiştî divê hêzên weke
KDP, PKK, YNK, GORAN û yên din destê xwe bikin bin bar. Lêbelê tenê bi van
hêzan jî nabe, divê hemû, çi piçûk û çi jî mezin, rêxistin û partiyên din jî
tevlî heman hewldanan bibin. Bi tevlîbûna hêz, rêxistin û partiyan tenê jî
Yekîtiya Neteweyî çênabe, pêwîst e rewşenbîr, hunermend û zanyarên kurd jî
tevlî heman xebatan bibin. Ez dibêm di vî warî de divê rewşenbîr, hunermend û
zanyarên kurd pirtirîn rolê bigirin ser xwe. Herwuha ez dibêm pêwîst e heman
xebat ji aliyê wan ve bê destpêkirin. Lewre ez bi vê gotarê dixwazim bangê li
hemû rewşenbîr, hunermend û zanyarên kurd bikim daku ew inîsiyatîf bigirin.
Weke
hêz, rêxistin û partiyên siyasî yên Kurdan, mixabin rewşenbîr, hunermend û
zanyarên kurd jî di nava xwede parçe parçen in. Pirraniya rewşenbîr, hunermend
û zanyarên kurd, jiber cur be cur sedeman, li dora rêxistin û partiyan kom bûn
in. Pirraniya wan tenê li gorî berjewendiyên heman rêxistin û pariyan
tevdigerin. Lewre nêrîn û nêzîkatiyên wan jî rast û objektîf nabin. Ew weke
alîgir tevdigerin. Hin rewşenbîr, hunermend û zanyarên kurd jî bêteref in.
Lêbelê ew jî, jiber cur be cur sedeman, zêde deng dernaxin, înisiyatîfan
nagirin û lewre jî soza wan jiyê hêz û partiyan ve nayê guhdarkirin. Jiber
heman sedeman, jibo parastin û lipêşxistina nirxên gelêrî û neteweyî, zêde
xebat dernakevin pêş.
Roj
girîng e, pêvajo her ku diçe pêdiviyên bi çêkirina Yekîtiya Neteweyî zêdetir
derdixe pêş. Di rewşeke wusan de divê rewşenbîr, hunermend û zanyarên kurd
destên xwe bixin bin bar. Bê ku guhdarî li rexne û heqaretên cur be cur hêz,
rêxistin, partî anjî derdorên nexêr bikin, pêwîst e xebatekê bêteref bê
destpêkirin. Bê ku cudahî bikin navbera hêz, rêxistin, partî û herwuha
komeleyên Kurdan, çi piçûk û çijî mezin, divê bang li hemûyan were kirin daku
ew cudahiyên hevdu qebûl bikin, bihevre li dora armanca parastin û lipêşxistina
nirxên neteweyî kar bikin. Înisiyatîfekê wusa tenê rewşenbîr, hunermend û
zanyarên kurd dikarin bigirin ser xwe. Lewre û beriya her tiştî divê rewşenbîr,
hunermend û zanyarên me jî hevdu qebûl bikin. Bê ku bêjin « Te wusan
digot, tu beriya demekê bi filan û bêvan hêz, rêxistin anjî partiyê re
bûyî » divê bikaribin werin gelhev û dest bi xebatekê bikin.
Bi
vê gotarê bangê li hemû Rewşenbîr, Hunermend û Zanyarên Kurd dikim ; Werin
em dest bidin hev bingeha Yekîtiya Neteweyî biavêjin.
Ahmet Gulabi DERE / 23.03.2018
12.02.2018
Efrîn û Leystokên Navneteweyî
Ji 3 hefteyan zêdetir e artêşa dagirker ya tirk hewl dide ku biçe Efrînê û li heman bajarê Kurdan xwe bicih bike. Hewldanên dewleta hov ya tirk ne tenê dagirkerî ye, ew dixwaze Kurdan di komkujiyekê de derbas bike, yané kiryarê bav û kalên xwe dubare bike. Digel ku ev 3 hefte ye artêşa tirk û cehşên wê yên Daeş bihev re heman şerî dimeşînin û nagihêjen armanca xwe, ew hewl didin ku hemû derfetên xwe bikar bînin.
Beriya
her tiştî berxwedana ku Kurd li Efrînê raber dikin tiştekê pîroz û bêhempa ye.
Ji naha ve heman berxwedanê serokê dewleta tirk û hemû rayedarên wê kiriye nava
rewşekê tengav. Şerê wan hatiye tewandin, rûyê wan bi rêxê hatiye neqişkirin.
Ev tiştekê dîrokî ye, divê kes jibîr neke.
Piştî ku
hate dîtin artêşa tirk wuha tengav bûye rayedarên dewleta tirk ketine nava
hawldanên cur be cur
daku
çareseriyekê ji xwe re bibînin. Lewre ew bi rayedarên Rus û Emerîkiyan re
diyalog dikin daku hin leystokên nû bikar bînin. Di van rojan de hin rayedarên
Emerîkî tên Tirkiyê, di navbera wan û rayedarên dewleta tirk de pazarî çê dibe.
Li gorî ku ez dibînim dewleta tirk dixwaze bi alîkariya Emerîkiyan ji xwe re rêya
dagirkirina Efrînê peyde bike. Heman pazarî bi Rusan re jî didome. Heya naha ne
Emerîkî û ne jî Rusan bersiva erênî nedane dewleta tirk. Lêbelê ev nayê wateya
ku wê nexwazin tirk bigehêjin heman armanca xwe. Lewre vê gavê pazarî di navbera wan de didome. Dê were zani ku mirov
nikare ne bi Rusan ne jî bi Emerîkiyan ewle bibe. Ev her du hêz jî li gorî
berjewendiyên xwe tevdigerin. Dema ku berjewendiyên wan destûr bidin ew dikarin
di nava yek rojekê de « dost » û « hevalên xwe » bifiroşin.
Lewre di vî warî de divê Kurd, bi taybetî rayedarên PYD, pirr şiyar bin.
Bêguman
weke hêzên navneteweyî tenê Rus û Emerîkî li Rojhilata Navîn xwedî sozê nîn in.
Çendî bandora wan zêde nebe jî welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) jî hene.
Bi taybetî Fransa di vî warî de dixwaze soza xwe bibandor bike. Lewre ji
destpêkê vir ve heman welat cur be cur daxûyaniyan dide, diyar dike ku ew û
hemû YE’yê bi helwesta dewleta tirk re nîn in. Herwuha ew didin xûyan ku
dewleta tirk lidijî Kurdan komkujiyê dike. Heman mijar di Parlemena Ewropayê de
jî hate niqaşkirin. PE’yê helwesta xwe di vî warî de aşkere kir. Di van rojan
de di PE’yê de cur be cur daxûyaniyên bi heman rengî wê bên raberkirin.
Di vê helwesta
Ewropiyan de bandora çalakiyên ku Kurd li çar parçeyên Ewropayê dikin jî heye. Çalakiyên
ku bi tevlêbûna bi hezaran kesan tên
pêkanîn pirr girîng in. Lewre divê heman çalakî zêdetir û bi girseyên hê
xurttir çêbibin.
Li dora
bûyera Efrînê her ku diçe leystokên navneteweyî zêdetir dibin. Her hêzên ku li
Rojhilata Navîn dixwazin bibin xwedî bandor di derbarê êrişa dewleta tirk
bêdeng namînin. Hin ji wan lidijî derdikevin, hin ji wan jî dixwazin jê sûd
werbigirin. Ji derveyê Rûs û Emerîkiyan dewletên Îran û Îsraîl jî di vî warî de
aktîf in. Ev her du dewlet jî di herêmê de aktor in. Divê helwesta van du
dewletan jî baştir bê analîzkirin.
Ahmet
Gulabi DERE / 12.02.2018
Kaydol:
Kayıtlar (Atom)