11.05.2014

Potansiyela Kurdên li Ewropayê-1-

Li Ewropayê nêzê 2.5 mîlyonan Kurd dijîn. Pirraniya wan li Almanya, Fransa, Îngilîstan û Holanda’yê be jî, ew li hemû welatên Yekîtiya Ewropayê hen in. Ji salên 2000’î vir ve di nava van Kurdan de yên ku bûnin helwelatiyên ewropî pirr in. Her ku diçe hejmara wan zêdetir dibe. Dîsa, di nava vê girseya kurd de hejmara kesên xwenda, rewşenbîr hêdî hêdi zêde dibe. Li gorî salên 1980 û 1990’î naha cîwanên Kurd zêdetir dixwînên. Di nava deh salên pêş de rewşa diyaspora kurd li Ewropayê di nava xwe de guhertinekê balkêş çê dike.

Di navbera salên 1960 û 2000’î de ji sedî 90’ê Kurdan weke karker bû. Lê belê di nava van 15 salên dawîn de hejmara Kurdên ku karmendî dikin her ku diçe zêde dibe. Bi taybetî li Almanya’yê Kurdên ku bûn in xwediyê fîrmeyên mezin hene, her ku diçe di vî warî de pêşketinekê berbiçav çê dibe.

Li welatên din jî, bi taybetî li Fransa û Holanda, fîrmeyên Kurdan û herwiha rewşa wan ya aborî di astekê pêsketî de ne. Hêdî hêdî li hemû welatên Ewropâyê mirov dikare fîrmeyên mezin û navçe yên Kurdan bibîne.

Pêşketina rewşa diyaspora kurd, çi di warê rewşenbîrî de be, çi jî di warê aborî de be, mirov kêfxweş dike. Dema ku ez rastî kermendekî kurd têm, yê ku xwedî derfetên mezin in, di min de dilxweşiyekê çê dike. Ez bawer im heman tişt li gel hemû Kurdan xwedî rastiyekê ye.

Li gorî lêkolînên ku min çê kiriye roja îroyîn li parzemîna Ewropayê Kurd xwedî potansiyelekê aborî ya sermayekê di navbera 80-100 milyar euro yê ne. Yanê sermayeya Kurdên li Ewropayê qasî ya welatekê piçûk e. Û her ku diçe ev sermaye zêde dibe. Li herêma ku ez lê dijîm, di her mehê de bi dehan fîrmeyên nû ava dibin. Dibe ku hemû sernakevin, lê belê di nava wan de yên ku pirr baş kar dikin jî hene. Heman rastî li hemû welatên Ewropa Navîn tê dîtin.

Digel hejmara girseyî û hêza aborî ya diyaspora kurd, mixabin kêmasiyên mezin jî hene. Di nava diyaspora kurd de yên ku hê bi awayekê aşkere nasnameya xwe ya neteweyî naparêzin hene. Hin Kurdên ku li vê parzemînê xwendî û bunin xwedî derfetên fireh bi awayekê aşkere ji xwe re nabêjin « ez Kurd im ». Heman rastî di nava karmendan de jî heye. Ji ber sedemên tîcarî, bi taybetî yên bi Tirkiyeyê re, hin Kurdên ku xwedî fîrmeyên mezin eslê xwe vedişêrin. Ev weke nexweşiyekê ye û hê di nava Kurdan de heye.

Li hemberî vê rastiya diyaspora kurd, wezîfeyên mezin dikevin ser milên rêxistinên Kurdan. Bi taybetî Herêma Başûrê Kurdistanê di vî warî de dikare pirr wezîfeyekê hêja pêk bîne. Herêma Başûrê Kurdistanê dikare ji vê potansiyela rewşenbîrî û ya aborî sud werbigire…..

Di nivîsa xwe ya pêş de ez ê hin pêşniyaran bikim.

Ahmet DERE  /  05.05.2014
 
Not: Ev nivîs di Rûdaw'ê de hatiye weşandin.

28.04.2014

Li Ewropayê Daxwazên Serxwebûnê

Yekîtiya Ewropayê (YE) ji 28 welatan pêk tê. Lê belê li vê parazemînê bi dehan Kêmnetew û herwiha Neteweyên Piçûk hene. Katalan, Bask, Korsîkî, Valon, Flaman, Bruton hin ji wan Neteweyên Piçûk in. Li Ewropayê, bi taybetî ji aliyê Neteweyên Piçûk ve, daxwaza serxwebûnê herdem hatiye ziman û naha jî tê ziman.

Katalan dixwazin li ser vê xalê referandûmê çê bikin, li welatê Bask hê jî rêxistina bi navê ETA heye û heman daxwazê tîne ziman. Li Belçîka di navbera Valon û Flamanan de heman pirsgirêk heye. Li Korsîka cur be cur rêxistinên cudaxwaz hene û lidijî dewleta Fransayê çalakiyan dikin. Herwiha Pirsgirêka di navbera Brîtanya û Îrlanda Bakur de heyî jî tê zanîn.

Ji salên 1990’î vir ve ez Yekîtiya Ewropayê dişopînim. Her demê di nava niqaşan de xalên derbarê daxwazên serxwebûna Neteweyên Piçûk de hebûn in, naha jî hene. Car caran asta heman niqaşan gihîştiye qadên pirr zirav, lê belê ti car xala dawî li heman niqaşan nehatiye xistin.

Li gorî ku ez dibînim saziya Yekîtiya Ewropayê destûrê nade ti daxwazekê serxwebûna van Neteweyên Piçûk. Lê belê heman Yekîtî li hemberî van daxwazan guhên xwe jî nagire. Her ku diçe di nava welatên YE’yê de sînorên azadiyan firehtir dibe. Yek ji sedemê vê firehbûnê jî ew e ku cudaxwazî û hêviyên ji bo serxwebûna Neteweyên Piçûk lipêş nekevin. Yanê Ewropî bi firehkirina sînorên demokrasiyê armanc dikin ku bersivê bidin daxwazên Neteweyên Piçûk û herwiha yên Kêmneteweyan.

Vê gavê rêbaza ku rayedarên Ewropî dişopînin ser dikeve. Li Belçîka dengê cudaxwazên Valon û Flamanan hedî hêdî hatiye birrîn. Weke çend salên borî daxwazên cudabûnê zêde dernakevin pêş. Li welatê Bask ETA biryar daye ku dawî li têkoşîna çekdarî bîne. Wisa diyar e ku bi rêbazên siyasî û herwiha demokratîk heman pirsgirêk di nava sînorên Îspanyayê de çareser dibe. Li Îrlanda Bakur jî di heman warî de hin gav têne avêtin.

Divê bê zanîn ku ev rewşa li Ewropayê ji bo herêma Rojhilata Navîn weke mînak nayê girtin. Demokrasiya ewropî dikare ji pirr pirsgirêkan re bibe çareserî. Lê mixabin, li Rojhilata Navîn demokrasî hê dema xwe a zarokatiyê dijî. Lewma mirov nikare pirsgirêkên Kêmneteweyan û Neteweyên Piçûk weke Ewropiyan çareser bike. Dibe ku 50 salên din heman tişt mumkun be, lê belê ne naha.

Ji demek vir ve Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesût Barzanî dide xûyan ku, eger şert û merc hebin ew dixwazin serxwebûna Herêma Başûrê Kurdistanê êlan bikin. Li gorî min ev daxwazekê di cih de ye. Ji 24 salan vir ve li Başûrê Kurdistanê rêveberiyekê Kurdan heye û bê alîkariya ti dewletê kar û barê xwe dimeşîne. Li Îraqê rewş ne zelal e, bi hêsanî jî zelal nabe. Lewre daxwaza serxwebûna Herêma Kurdistanê û ya Neteweyên Piçûk ku li Ewropayê hene weke hev nayê dîtin. Li cihê ku demokrasî hebe bêguman cudaxwazî tiştekê minasib nîn e, lê belê li Rojhilata Navîn, bi taybetî ji bo Kurdan, ti kes nikare lidijî heman daxwazê bisekine.

Ez wisa dibînim ku, bi taybetî ji bo Herêma Kurdistanê,  gavekê wiha di qada navneteweyî de helwestên dijber naafirîne, miqabil alîkariyê çê dike.

Ahmet DERE  /  21.04.2014

13.04.2014

Hilbijartinên PE’yê û Diyaspora Kurd

Di navbera rojên 22-25’ê Gulanê de li 28 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê  (PE) pêk tên. Bi rêya van hilbijartinan 751 endamên PE’yê diyar dibin. Heya 5 salan wê heman parlementer li Brûksel û li Strasbourg’ê kar bikin.

Hilbijartinên PE’yê rojeva raya giştî ya ewropî zêde mijûl nakin. Heya naha bi awayekê pirr zindî heman mojar nayê niqaş kirin jî. Li vê parzemînê rêjeyekê girîng ya raya giştî heman hilbijartinan xwedî grîngiyekê mezin nabîne. Lewre ji naha ve rayedarên YE’yê hewl didin ku girseyan agahdar bikin daku ew biçin ser sandoqan. Kes hê nizane ka wê heman hewldan bibin xwedî bandor an ne. Li gorî ku ez dibînim ancex ji sedî 60 hilbijêr biçin ser sandoqan.

Çendî raya giştî ya ewropî van hilbijartinan zêde girîng nebîne jî, ev nayê wateya ku saziya PE’yê xwedî bandor nîn e. Kesên ku bi siyasetê ve hinekê elaqadar dibin baş dizanin ku YE’ê biryara mijarên herî girîng, yên ku jiyana rojane ya civakê elaqadar dikin didin. Lê mixabin, civaka ewropî vê rastiyê baş nabîne, an jî sîstem çavên wê girtiye û nahêle ew rastiyê bibîne.

Parlamentoya Ewropayê saziya ku ji siyaseta YE’yê re rêberî dike ye. Bê razîbûna PE’yê ne Komisyona YE’yê û ne jî Konseya YE’yê nikarin biryarên girîng bidin. Lewre her partiyên siyasî namzetên xwe ên herî pispor dişînin vê Parlamentoyê. Heya naha wusan bû, wê îsal jî wusan be.

Weke tê zanîn di nava saziyên YE’yê de, û herwuha di nava hemû saziyên neteweyî yên ewropî de, ya herî zêde bi pirsgirêka kurd re elaqadar dibe dîsa heman Parlamento ye. Çi derbarê Bakurê Kurdistanê de be û çi jî derbarê Başûr, Rojhilat û Rojava de be heman sazî cur be cur xebatan dimeşîne. Her salê di heman Parlamentoyê de cur be cur Konferans û civînên ku pirsgirêka kurd dikin rojeva xwe pêk tên. Hin ji van çalakiyan bi armanca naskirina helwesta kurdan pêk tên, hin ji wan jî bi armanca zelalkirina siyaseta YE’yê, a derbarê Kurdan de pêk tên.

Her salê bi dehan delegasyonên PE’yê diçin Kurdistanê. Bi vegera van delegasyonan rapor têne amade kirin û ji rayedarên herî bilind yên welatên endam re tên şandin. Dîsa her salê cur be cur rayedarên kurd jî tên PE’yê û tevlî Konferans û civînan dibin. Bi taybetî serdanên Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesut Barzanî bi awayekê pirr girîng, ji aliyê endamên heman Parlamentoyê ve tên şopandin. Wusa diyar e ku wê di salên pêş de PE’yê zêdetir bi pirsgirêka kurd re elaqadar bibe.

Digel vê girîngiya PE’yê mixabin diyaspora kurd derbarê hilbijartinên heman saziyê de baş bi tevger nîn e. Heya naha tenê yek kesekê kurd, di navbera salên 1999-2009 de bûye endamê PE’yê, ew jî bi alîkariya partiya çep ya Alman bû. Di hilbijartinên 2009’an de ti kesekê kurd neket PE’yê. Eger îsal diyaspora kurd, bi zanabûn û siyasî nêzîkê van hilbijartinan nebe mixabin wê ti kurd nikaribe bikeve heman saziyê. Ev jî ji bo parastina berjewendiyên gelê me zerarekê ye.

Pêşniyariya min ew e ku ; hemû rêxistinên Kurdan, yên li Ewropayê, bên gelhev, di nava xwe de soza xwe bikin yek û di welatên weke Almanya, Fransa, Belçîka, Swêd û Holanda’yê de namzetân diyar bikin û bi partiyên van welatan re hevdîtinan pêk bînin.

Ez bawer im di encama van xebatan de wê bi kêmanî 2 cihên baş ji namzetên Kurd re bên dîtin daku di nava 5 salên pêş de heman Parlamento bê Kurd nebe.

Hêvîdar im ku rayedarên rêxistinên diyaspora kurd dengê min bibîhîzin.

Ahmet DERE  /  07.04.2014

Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin

2.04.2014

Hilbijartinên Herêmî Wêneyê Siyaseta Fransa Diguherînin

Roja 23’yê Adarê li Fransayê  hilbijêr çûnin, ser sandoqan. Her 6 salan carekê ev hilbijartin pêk tên. Bi tevahî li 36 681 cihê (Bajar, Navçe, Gund û Tax) serok û endamên meclîsên herêmî tên hilbijartin. Tûra yekem roja 23’yê Adarê pêk hat, tûra duyem jî wê roja 30’yê Adarê pêk were.

Beriya ku ev tûra yekem pêk were, pirraniya anketên ku çêdibûn didan xûyan ku wê Partiya Sosyalîst, ya ku vê demê li ser desthilatdariyê ye, qels bibe. Wusa jî bû, di encamên vê tûra yekem de hate xûyan ku gelê Fransayê êdî bawerî bi rêveberiya Sosyalîstan naîne. Li pirr herêmên ku heya naha Partiya Sosyalîst bihêz bû Partiyên Rastgir derketin pêş. Partiya Serokê dema borî Nicolas Sarkozy (UMP) jinûve xwe bihêz dike û li pirr deran derdikeve pêşiya Partiya Sosyalîst. Lewre ji naha ve heman partî xwe jibo hilbijartinên Serokkomariyê, yên 2017’an amade dike û bi çavekê serkeftinê li xwe dinêre.

Di van hilbijartinan de partiya ku zêde balê dikêşîne ser xwe ya Marine Le Pen e (Front National-FN-). Ev partî ya herî nijadperest e. Li gorî daxwazên wê divê li Fransayê ti biyanî nemînin û herwuha Fransa xwe ji endametiya Yekîtiya Ewropayê bikêşîne. Lê belê ev partî di tûra yekem ya van hilbijartinan de hêza xwe zêde kir. Li hin bajar û navçeyan bûye hêza duyem, ew ê tevlî tûra duyem jî bibe. Wusa diyar e ku wê ji vê demê û bişûn de FN di siyaseta Fransayê de zêdetir bibe xwedî sozê. Ev rewş ji naha ve tirsê xistiye dilê derdorên demokrat û yên mafên mirovan diparêzin.

Hêzên weke Kesk û Komunîstan jî di van hilbijartinan de hêza xwe neparastin. Ji 20 salan vir ve ev her du hêz nikarin rêjeya dengên xwe bilintir bikin. Di van hilbijartinan de jî wan di cihên xwe de hejmartin. Dibe ku hevpariya Keskan ya bi Partiya Sosyalîst re jî bû sedemê vê rewşê.

Partiya Komûnîst bûye partiyekê derdorekê marjînal. Çendî ew hewl didin ku xwe ji qalikê teng derbixin jî nikarin serbikevin. Ez bawer im ew ê qet jî nikaribin.

Roja 30’yê Adarê wê di wêneyê siyaseta Fransayê de guhertinekê pirr awarte bide çê kirin. Dibe ku derdorên Rastgir, Lîberal û Çepgir nehêlin FN di hin herêman de serbikeve, lêbelê ev nayê wateya ku wê FN di qada siyasî de bêbandor bimîne. Ji naha û bi şûn de, derbarê her pirsgirêkê de FN dikare dengê xwe derbixe û li pêşiya her gavî astengiyan derxe. Lewre, encamên tûra duyem çawa dibe bila bibe, ji naha ve wêneyê siyaseta vî welatî guherî ye.

Li gorî min êdî nema Fransa weke welatekê xwedî prensîbên Azadî, Wekhevî û Biratî’yê ye. Herku diçe li vî welatî nêzîkatiyên çepgir beruvajî dibin. Di vê rewşê de kêmasiya rêberên Sosyalîstan girîng e. Lewma divê di nava refên çepgiran de guhertinekê ciddî çê bibe daku ev welat ji prensîbên xwe dûr nekeve.


Ahmet DERE  /  24.03.2014

14.03.2014

Guhertinên Siyasî

Di wêneyê siyasî yê cîhanê de her ku diçe pirrengiyekê dewlemend derdikeve holê.  Bi tayebtî li Ewropayê, ji salên 1980’ê vir ve ev pirrengî tim bibandor e. Êdî ti kes û hêz nikarin li pêşiya vê rewşê astengiyan çê bikin. Ne tenê li vê parzemînê, li ti deverê cîhanê yek nêrînekê siyasî êdî nikare bi dehan salan hukum biajo.

Di sedsala borî de, bi taybetî li Rojhilata Navîn temenên sîsitemên totalîter, ku piranî bi hêza çekdarî û bi çavtirsandinê li ser desthilardariyê dimanin, ji yên li Ewropayê dirêjtir bûn. Weke mînak; li Sûriyê, Hafiz Esad 34 salan bê navber li ser text ma,   piştî mirina wî,  kurê wî Beşar Esad hat ser desthilatdariyê û hê jî dixwaze temenê heman desthilatdariyê dirêj bike. Herwuha  li Erebistana Saudî, Urdin û li hin welatên din hêjî mantaliteya civakê ku dikare  ji wan sîsteman re tehemul bike heye. Lê belê pêla guhertinan li ser wan jî bandorê çê dike.

Bi taybetî piştî şerê cîhanê yê duyem, siyaseta welatên ewropî li ser bingeheke saxlem û ji bo parastina berjewendiyên vê parzemînê çêbûye. Di esasê wê de zêde guhertinên pir mezin çênebin jî, di van deh salên dawî de rengê siyaseta wê a hindirîn cur be cur guhertinan dijî. Di destpêka sedsala 21. de renge sor derbasî şîn bû, ji çend salan vir ve jî ji şîn derbasî sor dibe. (Sor = Çep û Sosyalîst, Şîn = Xirîstiyan Demokrat û Rastgirên din)  Bi hatina Angela Merkel (2006) û Nicolas Sarkozy re (2007) rengê şîn xwe li ser siyaseta heman parzemînê bibandor kir, lê belê ji salên 2010’an vir ve heman rewş diguhere, bandora şin kêm dibe, ya sor zêdetir dibe.

Çendî siyaseta bingehîn ya ewropî li gorî partiyan nayê guhertin jî, wusa dixûyê ku wê  di rengê siyaseta  îxtidaran de, yên hindirîn û derve de, herdem guhertin çê bibin.

Heya naha Ewropa û Emerîka bihev re siyasetekê derve dimeşandin, lê belê wusa diyar e ku di navbera van her du hêzan de jî hin nakokî hene. Nuansa siyasî ku heya niha di navbera van du hêzan de hebû, bi taybetî derbarê Rusya û Ûkrayna’yê de, her ku diçe xwe baştir dide der. Lêbelê ev nayê wê wateyê ku Ewropa xwe ji Emerîkaye dûr dixe. Ewropa xwe her dem weke dayîka Amerîkayê dîtiye, çi dibe bila bibe ew naxwaze xwe ji wê dûr bixe. Di wêneyê herî dawî yê sîyaseta Ewropayê de kareya ku herî zêde derdikeve pêş ev e: Ewropa dixwaze bi rêbazên xwe yên nû di siyaseta derve de nêzîkê Emerîkayê bibe.

Xaleke din ya girîng jî ew e ku ev rengê nû yê Ewropyê wê  şewqek çawa bide tekiliyên bi Tirkiyê re?  Tê xûyan ku pêvajoya guftugoyan, ya  bi Tirkiyê re ji berê zehmetir didome. Rayedarên hukumeta tirk  li dora  maseyên guftugoyan zêdetir xwîdan didin û diheşin. Bi taybetî, piştî bûyerên parka Gezî û herwuha operasyonên 17 Kanûna 2013’an, dengên dijberê endametiya Tirkiyê bilintir dibin. Lêbelê ev nayê wateya ku wê Ewropî Tirkiyê ji xwe pir dûr bixin. Ev hêz wê bi siyaseta xwe ya nû hewl bide ku  vî welatî li gorî berjewendiyên xwe ên siyasî, civakî û her wiha aborî biguherîne.

Ahmet DERE / 10.03.2014

Hilbijartinên Li Ewropayê !

Di dawiya meha Adarê de li Fransayê hilbijartinên herêmî, li hemû welatên Yekîtiya Ewropayê jî hilbijartinên Parlemena Ewropayê pêk tên. Bi awayekê pirr girseyî nebe jî, li Fransayê pêvajoya hilbijartinan dest pê kiriye. Hemû partiyên siyasî ketine nava kûrahiya hilbijartinan. Her rojê cur be cur daxûyanî, pêşniyazî û herwuha rexne dikevin rojeva saziyên siyasî yên vî welatê navîna Ewropayê.

Vê gavê li Fransayê desthilatdarî di destê Sosyalîstan de ye, lê belê ev nayê wateya ku Sosyalîst xwedî piştgiriyekê baş ya gel in. Ji sala 2013’an vir ve, piştî ku François Hollande weke Serokkomar hatiye hilbijartin, her ku diçe Sosyalîst ji hêzê dikevin, ji aliyê cur be cur derdoran ve tên rexne kirin. Li gorî hin anketan, François Hollande Serokkomarê  herî kêm tê hez kirin e.

Qelsbûna Sosyalîstan bûye sedemê ku partiya nijadperest ya Marine Lepain hêz bigire. Wusa diyar e ku di hilbijartinên îsal de wê ev partiya nijadperest hêza xwe xurttir bike. Di aliyê din de partiya navendî ya rastgir, UMP jî hêza xwe tov dike. Piştî du salan hêdî hêdî Serokkomarê berê Nicolas Sarkozy derdikeve pêşberî girseyan û siyasetê dike. Ez wusa dibînim wê îsal atmosfera siyaseta vî welatî germtir bibe.

Hevkarê Sosyalîstan, yên ku wan bihev re hikûmet çêkirine, Kesk in. Lê belê di van rojan de niqamên derbarê parastina hawurdorê de, di navbera her du hevkarên hikûmetê de bûnin sedemên sarbûnekê. Hin partiyên çepgir bangê li endamên hikûmetê, yên ji Keskan dikin daku ew xwe ji desthilatdariyê vekişînin. Dibe ku vê gavê Kesk bersivê nedin van bangan û xwe ji Sosyalîstan dûr nexin, lê belê her ku diçe rewşa wan aloztir dibe. Piştî hilbijartinên herêmî dibe ku zelaliyekê di vî warî de derkeve holê.

Di meha gulanê de jî li hemû welatên endamê Yekîtiya Ewropayê hilbijartinên Parlemena Ewropayê çê dibin. Li pirr welatan ji naha ve navên namzetan aşkere bûn in. Çendî girseya ewropî zêde girîngiyê nede van hilbijartinan jî partiyên siyasî wusa nanêrin, ew bi hemû hêza xwe ve dixwazin zêdetir namzetên xwe bişînin Brûkselê.

Çi hilbijartinên herêmî yên li Fransayê bin û çi jî yên Parlemena Ewropayê, her du hilbijartin jî ji bo biyaniyan girîng in. Lê mixabin pirraniya biyaniyên li vê parzemînê vê rewşa siyasî û girîng naşopînin. Ew ketine nava derd û kulên jiyana rojane ku her ku diçe zehmettir dibe. Biyaniyên ku dikarin dengê xwe bikar bînin xwedî rêjeyekê girîng ya dengan in. Lê belê ev hêz baş nayê bikaranîn û di siyasetên welatên ewropî û ya YE’yê de nabe xwedî deng. Hêzên serdest yên ewropî jî derfetan niafirînin daku biyanî bibin xwedî soz û qeweta biryardayînê.

Ahmet DERE / 24.02.2014

14.02.2014

15. Salvegera 15’ê Sibatê

Di sala 1999’an, roja 15’ê Sibatê de Serokê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Öcalan li Nairobî, paytexta Kenya’yê hate girtin. Ji heman demê vir ve PKK û rêxistinên nêzîkê wê her rojên 15’ê Sibatê weke rojeke reş şermezar dikin. Heman roj weke pêkhatina komploya navneteweyî tê dîtin. Îsal jî di heman rojê de li bajarê Strasbourgê çalakiya şermezarkirinê tê lidarxistin. Li gorî ragihandinan wê bi hezaran Kurd, ji cur be cur welatên Ewropayê tevlî heman çalakiyê bibin.

Dê were zanîn ku girtina Abdullah Öcalan ne weke çalakiyekê asayî ye, ew tenê lidijî kesayetiya birêz Öcalan pêknehatiye, ew di qada navneteweyî de lidijî Kurdan, bi taybetî jî lidijî Kurdên Bakur pêkhatiye. Lewre Kurdên ku xwe weke alîgirên PKK’ê nabînin jî tevlî heman çalakiyan bûnin û dibin. Bi rêya heman çalakiyê Kurd leystokên lidijî wan tên çêkirin şermezar dikin. Jiber vê sedemê 15’ê Sibatê bûye weke roja şermezarkirina leystokên qirêj ên navneteweyî.

Hêzên ku di girtina Öcalan de rol girtibûn ser xwe hewl danin û hê jî didin ku Kurd heman rojê jibîr bikin. Bi taybetî dewleta tirk û Emerîka di vî warî de bûnin xwedî hewldanên taybet. Lê belê digel ku ev 15 sal in diborin dîsa jî bi hezaran Kurd, di heman rojê de tevlî çalakiyan dibin. Ne tenê li Strasbourg’ê, li pirr welatên Ewropayê û herwuha li Kurdistan û li Tirkiyeyê jî cur be cur çalakî çêdibin.

Ji destpêka vê hefteyê vir ve li cur be cur bajarên Bakurê Kurdistanê çalakî çêdibin. Di çalakiyên îsal de mijara dîmenên Îmraliyê jî tên şermezar kirin. Dîmenên ku ji aliyê Partiya Karkerên Tirkiyê ve (Türkiye Işçi Partisi) hatine weşandin bûn in sedemê cur be cur nirxandinan. Di nava Kurdan de jî heman dîmenan pêşî li nirxandinên bialoz vekirine. Di aliyê din de KCK’ê, bi daxûyaniyekê diyar kiriye ku armanca weşandina heman dîmenan provokasyon e. Yanê tê gotin ku kesên naxwazin « Pêvajoya Çareseriyê » lipêş bikeve heman dîmenan servis kirine.

Ez naxwazim derbarê naveroka dîmenan de tiştekê bêjim, lê belê dema serviskirina wan ne bi tesadufî ye. Di vê dema ku di navbera AKP û Cemaatê de nakokî û herwuha şer diqewume de serviskirina dîmenên Abdullah Öcalan ne tiştekê sivik e. Wusa diyar e ku li Tirkiyeyê wê herdem qarta pirsgirêka kurd bê bikaranîn. Di qada navneteweyî de dewlet heman qartê bikar tîne, di qada neteweyî de jî cur be cur hêz û partiyên siyasî.

Weke pirr caran, ez dîsa dixwazim balê bikêşînim ser BDP’ê ; dema ku ez li zimanê û pratîka rayedarên BDP’ê guhdar dikim û dinêrim mixabin ne mumkun e ku nekevim nava xemgîniyan. Di vê dema wuha bialoz û awarte de giraniya hêza BDP’ê li herêman belav bûye. Didin xûyan ku ew karê jibo hilbijartinan dikin, lê mixabin ne wusa ye, ew di nava herêman de wunda bûn in. Divê ew bizanibin ku di siyasetê de valahî nayê qebûl kirin, karê li herêman û yên giştî hevûdu temam dikin. Lewre pêwist e di vê demê de BDP li Enqere û li qada navneteweyî de jî aktîftir be.

Ahmet DERE / 10.02.2014

Ev nivîs di Rûdaw’ê de hatiye weşandin

30.01.2014

Salvegera Komkujiya Parîsê

Sala borî, roja 9’ê Çile li Parîs’ê 3 mîlîtanên jin ên Kurd hatin qetilkirin. Digel ku ev salekê ye dozgerên fransewî lêgerînan dikin hê jî dadgeh çê nebûye, rastî ji raya giştî re nehatiye aşkere kirin. Bêdengiyekê kûr li dora vê komkujiyê heye. Ne dozger tiştekê ji raya giştî re radigihînin û ne jî parêzerên dozê agahiyan didin. Baş tê dîtin ku hêzekê heye ku dixwaze vê dozê ji ber çavên raya giştî veşêre.

Sala borî di çapemeniya Fransewî de hin hewldan hatin raber kirin ku heman komkujiyê weke encama nakokiyên navxweyî yên PKK’ê bidin xûyan. Lê belê heman hewldanan encam nedan, ne raya giştî bi vê yekê xapiya û ne jî Gelê Kurd.

Li gorî ku min ji nêz ve şopand, di nava salekê de cur be cur hevkarî di navbera dozgerên Fransewî û Tirk de çê bûn. Çend caran dozgerên Fransewî çûnin Tirkiyê û li wê derê lêgerînan kirin. Lê belê, li gorî hin ragihandinên nû, wusa dixûyê ku di navbera dozgerên Fransewî û yên Tirk de hevkariya ku hatiye xwastin pêknehatiye. Hêvîdar im di van rojên pêş de di vî warî de hin zelalî çê bibin.

Di rojên dawiya sala borî de nûçeyekê nû hate belav kirin. Li gorî heman nûçeyê ; rojek beriya ku komkujî pêk were, di saetên nîvê şevê de, Ömer Güney ketiye Komeleya Kurd ya li Parîs’ê û wêneyê  lîsteya endamên Komeleyê girtiye û bi rêya telefonê ji derekê re şandiye. Ev agahî ji aliyê dozgeran ve hatibû dayîn. Bê guman heman dozger dizanin ka ew wêne bi rêya telefonê ji kûderê re hatibûn şandin. Di derbarê heman agahiyê de hê ragihandinekê nû tine.

Rojek biştî salvegera komkujiyê qeyda dengê Ömer Güney hate weşandin. Li gorî heman qeydê Ömer Güney pîlanên komkujiyê bi du endamên MIT’ê re dinirxîne. Li gorî hin berpirsyarên Federasyona Komeleyên Kurd ya li Fransayê heman deng yê Ömer Güney ye. Eger heman qeyda dengan rast be wê demê ne mumkun e ku ev pirs neyên kirin:

1: Çawa dibe ku kesekê bi vî awayî demekê dirêj amadekariyên komkujiyê kiriye karibûye xwe di nava derdorên Komeleya Kurd de veşêre ?

2: Gelo di nava endamên Federasyon û Komeleyan de hevkarên vî kujêre tinebû in ? Gelo hê jî heman kes di nava Komeleyan de najîn û amadekariyên komkujiyên din nakin ?

Li gorî min divê rewşa yek bi yek berpirsyarên Federasyona Komeleyên Kurd li Fransayê di ber çavan re bê derbas kirin.

Hemû raya giştî ya Kurd dizane ku malbatên van sê mîlîtanên jin di nava xemgîniyekê mezin de ne. Di salvegera yekem de ev rastî carekê din xwe da xûyan. Bi hezaran Kurdan jî di salvegera vê komkujiyê de, di nava kolanên Parîs’ê de xemgînî û helwesta xwe raber kirin.

Çi dibe bila bibe divê kujêrên komkujiya Parîs’ê bên dîtin û ji raya giştî re bên aşkere kirin. Herwuha divê hêzên li pişt kujêran jî werin dîtin.

Hêvîdar im ku di vê sala 2014’an de perdeya li ser komkujiya Parîs’ê ra bibe.

Ahmet DERE  /  13.01.2014
 
Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin

11.12.2013

Tevgera Diyasporayê

Min di pir nivîsên xwe de mijara ‘diyaspora’ kurd aniye ziman. Derbarê pêwîstiya bi karê diyaspora kurd de jî min pirr caran nêrînên xwe nivîsiye. Digel hemû hewldanên ku heya niha min raber kiriye hê jî ez pêwîst dibînim li ser heman mijarê rawestim.

Li gorî rastiya naveroka hevoka ‘diyaspora’yê hemû Kurdên ku li derveyê welat dijîn weke parçeyên diyaspora kurd in. Lê belê ez dixwazim derbarê parzemîna Ewropayê de li ser vê mijarê bisekinim.

Li gorî hin çavkaniyan li tevahiya welatên Yekîtiya Ewropayê nêzê 2 mîlyon Kurd dijîn. Pirraniya wan ji Bakurê Kurdistanê bin jî, di nav de ji her çar parçeyên Kurdistanê û herwuha yên ji welatên Sovyeta Berê hatine jî hene. Her salê hejmara wan zêdetir dibe. Her ku diçe kesên xwendevan, rewşenbîr, siyasetmedar û karmend zêdetir dibin. Yanê her ku diçe Kurd li Ewropayê dibin xwedî hêz. Ev rastî li hemû welatên Ewropayê dixûyê û rastiyekê berçav e.

Digel vê rastiya hêzbûna Kurdan mixabin tevgerekê baş ya diyasporayê lipêş nakeve. Bi taybetî li welatên Ewropa Navîn (Almanya, Fransa, Holanda, Belçîka û herwuha Îngilîstan) bi sedan komele û cur be cur sazî hatine avakirin. Lê belê di nava van komele û saziyan de yên ku bi rastî ji gel re xizmetê dikin û dixwazin berjewendiyên gelê me biparêzin pirr kêm in. Bi giranî komele û saziyên heyî di xizmeta çend rêxistinan de ne, ji bo wan parastina berjewendiyên gel parastina menfîetên rêxistanan e. Bi salan e ev rastî nayê guhertin.

Dema ku mirov li wêneyê vê diyaspora kurd dinêre bi rastî dewlemendiyekê mezin heye. Roja îro bi dehan Kurd endamên cur be cur saziyên siyasî yên welatên Ewropayê ne. Di saziyên sivîl de bi sedan kurd xwedî pozisyonên rêveberiyê ne. Hejmara rewşenbîran her ku diçe zêdetir dibe û bi vê ve girêdayî xwendevan jî zêde dibin. Di warê aborî de jî her ku diçe hejmara fîrmeyên kurdan zêde dibe û kapîtalekê girîng di destê wan de ye.

Digel vê dewlemendiya diyaspora kurd mixabin em di nava xizaniya tevgerê de dijîn. Her rêxistin tenê berjewendiyên xwe ên teng difikire û armanca wan a parastina berjewendiyên giştî tine. Lewre ez girîng dibînim ku rewşenbîrên kurd vê mijarê niqaş bikin.

Di sala pêş de hilbijartinên Parlemena Ewropayê çê dibin. Eger diyaspora kurd, bê ku rêxistin berjewendiyên xwe ên teng bifikirin, bikeve nava hewldanan em ê bikaribin bi kêmanî 3 an jî 4 parlementeran bikin vê saziya girîng ya Yekîtiya Ewropayê (YE). Hebûna 3 an jî 4 parlementerên kurd dikare rojeva YE’yê biguhere û ew ên nehêlin carekê din hêzên emperiyalîst li ser Kurdan leystokan çê bikin.

Weke kesekê pisporê YE’yê ez ji bo hemû derdorên ku bixwazin di vî warî de xizmetê bikin amade me ku alîkar bim.

Ahmet DERE  /  02.12.2013
 
Not: Ev nivîs di Rûdaw'ê de hatiye weşandin

2.12.2013

Qedexeya PKK’ê li Almanya’yê Didome

20 sal berê dewleta Alman PKK qedexe kir. Digel hebûna bi dehan hezaran sempatîzanên vê rêxistina kurd li Almanya dadgeha federal hemû xebatên bi navê PKK qedexe kir. Lê belê heman biryara qedexekirinê bi giranî li ser kaxizê ma. Li hemû deverên Almanya’yê dîsa bi dehan hezaran Kurd tevlî çalakiyên PKK bûn û lê xwedî derketin. Heya naha jî heman nêzîkatiya Kurdan dewam dike.

Di nava 20 salên borî de dadgehên federal û yên herêmî bi dehan komele û saziyên kurd qedexe kirine, dest dane ser hebûna wan. Di heman demê de bi sedan jî rêveberên heman saziyan û herwiha xebatkarên û qadroyên PKK’ê hatine girtin û bi salan di zîndanan de man in. Mirov dikare bêje ku dadgehên alman hevkariyekê mezin danin dadgehên tirk. Pir caran dozgerên her du welatan bihev re kar kirine.

Digel hemû zexta dewleta alman, li heman welatî Kurdan bi sedan hezaran îmze berev kirin û xwe weke endamên PKK’ê êlan kirine. Bê guman dewleta alman jî bêdeng nemaye, lidijî heman Kurdan cur be cur doz vekirine û cezayên pere li wan birîne. Hê jî Kurdên ku di zîndanan de ne û yên ku perê ceza didin hene.

Divê were zanîn ku biryara qedexekirina PKK tenê di bin înisiyatîfa dewleta alman de pêk nehat.  Di salên 1990’î de welatên Ewropa Navîn, bi taybetî Fransa, Îngilîstan, Holanda, Belçîka û Almanya di nava xwe de karê lidijî PKK parve kirin. Ji bo ku bala Kurdan tenê nekêşe ser welatekî her demê welatekî ket nava tevgerê. Di sala 1993’an de bûyera qedexekirina PKK’ê ji aliyê dewleta alman de weke wezîfeya hevbeş pêk hat. Lewre divê heman biryar weke ya Yekîtiya Ewropayê (YE) jî bê dîtin û nirxandin.

Roja 16’ê mijdarê bi dehan hezaran Kurdan li Berlîn’ê meşekê lidarxistin. Armanca vê meşê ew bû ku bangê li dewleta alman û herwiha li YE’yê  bikin daku ew siyasetên xwe, ên derbarê Kurdan de di ber çavan re derbas bikin. Ez nizanim mesaja Kurdan gihîşt cihê xwe an ne. Tişta ku ez dizanim meş û mitîngên Kurdan zêde bandorê li ser nêzîkatiya Ewropiyan nakin. Lewre, eger tê xwastin ku Ewropî nêzîkatiyên xwe di ber çavan re derbas bikin divê bi awayekê aktîf karê dîplomasiyê were meşandin. Mixabin di van çend salên dawîn de heman kar pirr paş de maye.

Beriya her tiştî welatên Ewropa Navîn pirsgirêka kurd ji xwe re weke hacetekê bikar tînin. PKK di mijara pirsgirêka kurd de xwedî cihekê girîng e. Lewma heman kart wisa bihêsanî ji nava destê Ewropiyan dernakeve. Nêzîkatiya dewleta tirk jî di vî warî de bandorê çê nake. Çendî di navbera PKK’ê û dewleta tirk de pêvajoyekê diyalogê hatibe destpêkirin jî ew li ser nêzîkatiya siyasî ya ewropî de tesîrê çê nake. Wisa dixûyê ku rojekê li Tirkiye’yê PKK serbest bibe jî ew ê hê li Almanya’yê qedexe be. Jiber ku siyaseta Ewropiyan, ya derbarê Kurdan de herdem ji ya Osmaniyan û pişt re jî ji ya Komara Tirkiye’yê cuda hatiye lipêşxistin.

Ji bo ku nêzîkatiya Ewropiyan ya li Kurdan baştir bê fêm kirin divê analîzên dîrokî bên kirin. Bê naskirina dîrokê heman mijar  baş nayê  fêm kirin.

Ahmet DERE  /  18.11.2013

Ev Nivîs di Rûdaw’ê de Hatiye Weşandin

12.10.2013

Penaberî û Demokrasiya Ewropayê

Dema ku behsa ‘demokrasiyê’ tê kirin Yekîtiya Ewropayê (YE) xwe dide pêş. Lê belê di rastiyê de ne wisa ye, Ewropa di warê demokrasiyê de hê xwedî pirr kêmasiyan e. Bi taybetî siyaseta YE’yê a  derbarê penaberiyê de ne li gorî krîterên demokratîk e. Di heman siyasetê de rengê mafê mirovan tine.

Roja 3’yê Cotmehê li grava Lampedusa (Italya) teştiyekê penaberên Efrîqî kete behrê û bû sedemê mirina bi sedan kesan. Ev ne cara yekem e ku di sînorên Ewropayê de penaber jiyana xwe ji dest didin, her salê bi sedan kes di sînorên Ewropayê de rastî mirinê tên. Lê belê bûyera Lampedusa bû sedemê ku siyaseta YE’yê, a derbarê penaberiyê de, bê  niqaşkirin. Bi taybetî çapemeniya ewropî li ser heman mijarê sekinî û disekine. Wusa dixûyê ku di hefteya pêş de wê Parlemena Ewropayê jî heman mojarê bigire rojeva xwe.

Rojek piştî bûyera Lampedusa Pap François jî heman mijarê girt rojeva xwe. Li pêşiya bi sedan hezaran kesan wî heman bûyerê weke ‘şerma herî mezin’ binav kir û bi awayekê vekirî siyaseta penaberiyê rexne kir. Nêzîkatiya Pap François bû sedemê ku pirraniya hêzên Hirîstiyan Demokrat ji nêz ve heman mijarê bişopînin û li ser bisekinin. Ev dikare bibe sedemê hin “pêşketinan”.

Weke tê zanîn li Ewropayê bi sedan hezaran penaber dijîn. Di roja îroyîn de bi sedan hezaran penaberên kevin bûn in hemwelatiyên ewropî, zarokên wan li vê parzemînê hatine dinê, bûn in xwedî hal û mal. Di cur be cur qadên siyaseta welatên ewropî de jî hin penaber, an jî zarokên wan, bûn in xwedî miqaman. Lê belê ev nayê wateya ku siyaseta YE’yê, a derbarê penaberiyê de li gorî krîterên mafên mirovan e.

Mekanîzma YE’yê li ser esasê berjewendiyên aborî dimeşe. YE’yê her salê pêwîstî bi sedan hezaran karkeran dibîne. Her ku diçe nifûsê hin welatên ewropî kal û pîr dibe. Divê cihê karkerên teqawit dibin bê tije kirin. Li vê derê penaber rolekê sereke dileyzin. Hin welat li gorî pêdiviyên xwe serîlêdanên penaberan qebûl dikin û mafê xebatê didin wan. Lewre di siyaseta penaberiya YE’yê de krîterên aborî dikevin pêş yên demokratîk û mafên mirovan.

Beriya buyera Lampedusa, mixabin siyaseta ewropî ya derbarê penaberan de nedihat niqaşkirin. Digel cur be cur çalakiyên girseya penaberan dîsa jî heman mijar nediket rojeva fermî ya Yekîtiyê û ya welatan. Çendî van rojan çapemeniya ewropî li ser heman mojarê disekine û wisa diyar e ku wê bikeve nava xalên rojeva hin saziyên ewropî jî, dîsa jî ez zêde xweşbîn nîn im ku heman siyaset bê guhertin. Jiber ku di bingeha hebûna girseyên ku dixwazin werin Ewropayê û li vê derê bibin penaber de sedemên siyasî yên ewropî hene.

Eger Ewropa nexwaze wuqasa penaber bên van welatan ew dikarê bi hêsanî li ser çareseriya pirsgirêkên bingehîn bisekine. Yanê divê Ewropa dev ji dagirkeriya modern berde.

Ahmet DERE / 07.10.2013

Ev Nivîs de Rûdaw'ê de Hatiyen Weşandin

13.09.2013

Vê Carê Ewropî Şer Naxwazin

Civîna G20 ku li Rusya’yê, bajarê St. Petersburg’ê pêkhatî rewşekê nû derxist holê. Weke demên borî êdî Ewropa lipey Emerîka naçe. Her pêşniyara ku ji aliyê Emerîkiyan ve bê kirin ji aliyê Ewropiyan ve nayê pejirandin. Bi awayekê din mirov dikare bêje ku Ewropî diguherin.

Beriya ku civîna G20 pêk were serokê Emerîka û yê Fransa’yê hêvî dikirin ku ew ê di heman civînê de alîkariya pirraniya welatên Ewropî bigirin û lidijî rejîma Baas ya Sûriyê mudaxaleya leşkerî pêkbînin. Lê belê wisa nebû, ji derveyê Fransa’yê ti welatekî din piştgiriya heman daxwazê nekir. Di heman civînê de giraniya Rûsya û ya Çîn’ê zêdetir derket pêş.

Digel helwesta şerxwaz ya serokê Fransa François Hollande, li gorî anketên ku çêdibin pirraniya Fransiyan alîgirê mudaxaleyekê leşkerî nîn e. Di nava Partiya Sosyalîst de jî kesên ku helwesta François Hollande napejirînin hene. Lewre Serokê heman welatî neçar ma ku bêje « Eger Kongreya Emerîka ji şer re nebê erê Fransa bi tena serê xwe nakeve nava operasyonekê leşkerî ». Ez vê mesaja Hollande weke sînyalekê guhertina helwestê dibînim.

Ji derveyê Fransa ti welatekî ewropî ku alîgirê mudaxaleya leşkerî ye tine. Ewropa ku hê di nava tengasiya aborî de ye naxwaze bikeve nava şer. Herwiha êdî Ewropî naxwazin li pey Emerîka biçin û ji hegemoniya wê re bingehê ava bikin. Ev tê wateya ku ; êdî pêvajoyekê nû di navbera têkîliyên emerîkî û ewropî de hatiye vekirin. Bi awayekê dîrekt nebe jî, bi rêbazekê endîrekt heman pêvajo dest pê kiriye.

Digel encamên civîna G20, dîsa jî hê îhtimala mudaxaleyekê leşkerî heye. Eger Kongreya Emerîka destûrê bide operasyonekê leşkerî wê ev îhtimal zêdetir bibe. Heya vê dema ku ez van rêzan dinivisînim jî derbarê helwesta Kongreya Emerîka’yê de agahiyekê net tine.

Roja duşemê agahiyên derbarê hevdîtina telefonîk ya di navbera John Kerry û Sergeï Lavrov de hate weşandin. Li gorî ku ez dişopînim ; dibe ku di rojên pêş de di navbera Rûsya û Emerîka’yê de rêbazekê « çareseriyê » bê dîtin. Civîna G20 bû sedemê hêzkirina helwesta bloka Rûsya û Çîn’ê. Giraniya helwesta Ewropiyan jî li aliyê bloka Rûsya û Çîn’ê ye.

Rêbazên ji bo « çareseriyê » çi û çawa dibin bila bibin êdî nema rejîma Baas li Sûriyê bikaribe xwe li ser nigan bigire. Heya dawiya vê salê wêneyê pêşeroja Sûriyê wê zelal bibe.


Ahmet DERE  /  10.09.2013

Ev nivîs di Rûdaw’ê de hatiye weşandin

1.09.2013

Dengê Zengilê Şer

Van rojan hêzên Ewropî û Emerîka ketine nava hewldanên ji bo amadekariyên êrima lidijî rejîma Baas. Mesajên ku ji Washington, London û Parîs’ê tên diyar dikin ku ev hêzana di nava amadekariyên ciddî de ne. Li gorî hin ragihandinên taybet jî heman mijar bi awayekê zinde tê niqaş kirin.

Di çarçoveya konsepta Bihara Ereban de divê rejîma Baas bê xistin. An ew ê bixwe biçe, an wê bê xistin, jibilî vê yekê rêyekê din naxûyê.

Heya niha bi alîkariya Rûsya û Çin’ê Beşar Esad liberxwe da, lê belê diyar nîn e ku wê heya kengê Rûsya û Çin piştgiriya wî bikin. Di demên borî de jî me baş dît ku, hêzên weke Rûsya û Çin’ê dikarin helwesta xwe biguherin. Ev rastiya berjewendiyên dewletan e, bayê menfietê ji kû ve were ew berê xwe wê de dikin.

Piştî îddiaya ku dibê hêzên rejîma Baas çekên kîmyewî bikaraniye hêdî hêdî zimanê rayedarên Rûsya û yên Çin’ê jî diguhere. Çendî ne diyar e ku rejîma Baas heman çekan bikaranîbe jî fatûreya heman kiryarê ji wê re tê derxistin. Lewre wisa dixûyê ku di nava çend rojan de wê helwesta Rûsya û Çin’ê biguhere. Eger di siyaseta van du hêzan de ti guhertinekê çênebe  mirov dikare bêje ku wê pêvajoya şerê sar carekê din dest pê bike.

Beriya ku rayedarên YE û yên Emerîka’yê ragihînin ku ew ên bikevin nava amadekariyên « cuda » wezîrê karê derve yê Tirkiye’yê da xûyan ku welatê wî amade ye ku tevlî êrîşekê lidijî rejîma Baas bibe.

Rewşa Rojava’yê Kurdistan’ê rayedarên tirk kiriye nava hewldanên lezgîntir. Lewre tiştekê wisa ji bo dewleta tirk pirr asayî ye. Tenê ji bo ku Kurdên Rojava nebin xwedî statûyekê çi ji destê wan were ew ên bikin. Eger pêwîst be artêşa tirk dikare ji hêzên leşkerî yên Ewropî û Emerîkî re pêşengiyê jî bike. Dema ku statûya Kurdan dibe mijara gotinê dewleta tirk xwe ji ti zehmetî û xeteriyan dûr nagre.

Lê belê çawa ku rayedarên tirk hêvî dikin wê wisa nebe. Ne Emerîkî û ne jî Ewropî naxwazin dewleta tirk bi wan re pariyê parve bike. Lewre ew ê heya derekê ji hêza dewleta tirk îstifade bikin, lê belê ji xetekê bi şûn de ew ê nehêlin zarokên Osmaniyan bi wan re bibin xwedî heman mafan. Kesê ku van hêzên Rojavayî nas dikin bi hêsanî dikarin van gotinên min fêm bikin. Jiber ku me di dîroka Ewropî û Emerîkiyan de dubare mînakan dîtiye.

Çi û çawa dibe bila bibe, êdî rejîma Baas nikare xwe li ser nigan bigre, divê ew biçe an jî di xwe de guhertinên pir bingehîn pêkbîne.

Dengê zengilê şer hêdî hêdî nêzîk dibe.

Ahmet DERE  26.08.2013

Ev nivîs di Rûdaw’ê de hatiye weşandin

15.08.2013

Rojava û Bêdengî

Li Rojavayê Kurdistan’ê şerekê qirêj didome. Rêxistinên ku ji xwe re dibêjin ‘Îslamî’ di bin heman navî de wehşetê didin jiyan kirin. Ne ola îslamê û ne jî olekê din van kiryaran qebûl nake. Ez bawer im di vî warî de her kesê ku ji xwe re dibêje ‘ez mirov im’ weke min difikire.

Ji bihara îsal vir ve tekoşîna Kurdên Rojava û şerê qirêj ku lidijî wan tê meşandin di rojeva Kurdan de ye. Her rojê nûçeyên hemû televîzyonên kurdî bi ragihandinên bûyerên li vê parçeyê tije ne. Çi li welat û çi jî li derveyê welat be, girseyên ku ji Kurdan pêktên herdem di nava çalakiyên şermezarkirina vî şerê qirêj de ne. Bi taybetî di van rojên dawî de, li Bakurê Kurdistan’ê heman çalakî bi dorfirehî tên çêkirin.

Li Ewropa’yê jî Kurd bêdeng nîn in. Her hefteyê li cur be cur welatan çalakî çêdibin, bang li welatên Ewropî tên kirin daku ew bêdeng nemînin. Lê mixabin, heya niha ji hêzên navneteweyî ti helwestekê dicih de raber nebûye. Hêzên ku parastina mafên mirovan ji xwe re dikin wezîfe derbarê kiryarên qirêj û komkujiyên ku lidijî Kurdên Rojava pêktên de ketine nava bêdengiyê.

Di nava hêzên navneteweyî de tenê Rûsya’yê helwestekê raber kiriye, wê xwastiye ku Kurdên Rojava jî tevlî guftugoyên derbarê Sûriyê de bibin. Çendî em bizanibin ku Rûsya di çi pozisyonê de ye û bi heman helwestê armanca wê çî ye jî, dîsa nêzîkatiya wê dicih de ye.

Dibe ku ji ber mehên havînê ku pirraniya rêxistinên navneteweyî karnakin ev bêdengî didome, lê belê dîsa jî em Kurd nikarin vê helwestê qebûl bikin. Li gorî ku ez agahiyan digrim, bi destpêka meha êlûnê bi şûn de di nava saziyên yekîtiya Ewropa’yê de mijara Rojava dikeve rojevê, lê belê kî dizane ka heya wê demê çiqas Kurd bên ketilkirin, çend gund û navçe bişewitin ?

Ligel vê bêdengiya hêz û saziyên navneteweyî di nava Kurdan de jî qismekê bêdengî heye. Ez naxwazim mijara bêdengiya Hikûmeta Herêmî li vir bînim ziman, ji ber ku ew hate niqaşkirin, rexne çêbûn û di encamê de me daxûyaniyên rayedarên payebilind bihîstin. Ya ku ez dixwazim li vir bînim ziman ; bêdengiya hin Rewşenbîrên Kurd ku li Ewropa’yê dijîn e.

Weke tê zanîn li Ewropa’yê bi sedan kesên ku ji xwe re dibêjin ‘em Rewşenbîrên Kurd in’ hene. Lê mixabin, qasê ku ez dibînim û dişopînim, ji derveyê derdorên PKK’ê zêde deng ji van Rewşenbîrên Kurd dernakeve. Çima gelo ? Di vî warî de ez dixwazim hevoka Rewşenbîrî bi zanistî bê nirxandin.

Ahmet DERE  /  12.08.2013

Not : Ev nivîs di Rûdaw’ê de hatiye weşandin

1.08.2013

Kongreya Neteweyî

Di rojên borî de xebatekî pîroz hate destpêkirin. Di bin baniyê hikûmeta heremî ya Kurdistanê de civînên ji bo amadekariya Kongreya Neteweyî pêkhatin.

Bi salan e di nava Kurdan de hêviyên derbarê Kongreya Neteweyî de tên ziman, lê mixabin heya demekî berê di vî warî de ti pêşketin çênebûn. Pirr sedemên vê yekê hene. Lê belê wisa dixûyê ku bi giranî astengî ji holê rabûnin. Hêviyên me mezin in.

Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesût Barzanî berpirsyartiya vê xebata pîroz girtiye ser xwe. Çendî ji salan vir ve me hêvî dikir ku heman berpirsyartî pêkhatiba jî, hewldanên ku naha raber dibin zêdetir baweriyê didin me.

Yek ji sedemên ku Konferansa Neteweyî, an jî Kongreya Neteweyî, pêknehatiye nakokiyên ku di navbera hêzên kurd de heyî bûn. Bi taybetî nakokiyên di navbera PDK-YNK û  PKK’ê de sedemên sereke bûn. Wisa diyar e ku di navbera van hêzên mezin yên Kurdistanî de heman sedem neman in, an jî pirr kêm bûn e. Beriya her tiştî ev hêviyên me mezin dike.

Kongreya Neteweyî bi beşdariya tenê hêzên mezin pêk nayê. Divê, piçûk û mezin, hemû hêz, rêxistin, partiyên siyasî, komeleyên ku nûnertiya beşên civakî dikin tevlî heman karî bibin. Bê guman di vî warî de dîsa rola herî mezin dikeve ser hikûmeta herêmî ya Kurdistanê. Eger karê êqnakirina ji bo beşdariya Kongreya Neteweyî li benda hin rêxistinan bê hîştin, ez bawer im wê xelet be û ew ê li ser vê xebata pîroz bandora neyênî çê bike.

Di lîsteya beşdarvanên civîna yekem de navê hemû raxistin û komeleyên beşên civakî yên Kurdistanî tine bûn. Bi taybetî derbarê nûnertiya diyaspora Kurd de kêmasiyekê dixûya. Divê ev xebata wiha pîroz bi nêzîkatiyên partîzanî çênebe. Pêwîst e heman xebat di dilê hemû Kurdan de pîroziya xwe biparêze. Lewre divê derbarê beşdariyê de bi awayekê pirr hesas kar bê meşandin daku ev Kongre bibe ya Neteweyî.

Pêkhatina Kongreya Neteweyî di qada navneteweyî de jî bandorekê girîng çê dike. Eger ji heman Kongreyê saziyekê bê avakirin, ez bawer im beşekê herî girîng yê berpirsyartiyên wê divê bibe meşandina dîplomasiyê. Wê demê ti hêz nikare bêje « Bila Kurd di nava xwe de bibin yek, pişt re em wan nas bikin ».

Hêvî mezin in…………..

Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin

23.07.2013

Pêvajoya Çareseriyê û Diyaspora Kurd li Ewropayê

Ji meha Adarê vir ve li Tirkiyê «Pêvajoya Çareseriya Pirsgirêka Kurd » dest pê kiriye. Tê zanîn ku heman pêvajo bi mesaja Abdullah Öcalan dest pê kir. KCK bi daxûyanî û pratîka xwe ve diyar kir ku ew li gorî heman mesajê tevdigere. Heya naha bi dehan komên gêrîlla ji Bakurê Kurdistanê kişiyan Başûr. Heman meşa gêrîlla hê jî didome.

Piştî destpêkirina vê pêvajoya mijara gotinê li cur be cur herêmên Ewropayê civîn û semîner hatin lidarxistin. Pirraniya van civînan ji aliyê rayedarên rêxistinên nêzê PKK’ê ve hatine pêkanîn. Lê belê, li gorî ku min şopand û dişopînim, heya meha Hezîranê jî di van civînan de hêviyên mezin hatin ziman. Li gorî hin ji berpirsyarên ku van civînan pêkanîn hikûmeta AKP’ê soz daye ku ew li gorî « xeta rê » tevbigere û pêvajoyê lipêş bixe. Lê mixabin, tê dîtin ku wusa nîn e, di nêzîkatiya dewleta tirk de zêde guhertin naxûyên.

Digel ku armanca pêkanîna van civînan agahdarkirina girseyan be, di pirraniya wan de uslubê dema borî hatiye bikaranîn, ji agahdarkirinê zêdetir  atmosfera serkeftina têkoşîna gêrîlla hatiye belavkirin. Bê guman xbatekî wusa ji pirsên diyasporayê re nikare bibe bersiv. Lewre mirov nikare hêza diyaspora kurd bixe xizmeta pêşxistina pêvajoya mijara gotinê. Dibe ku hin komele û saziyên nêzê PKK’ê hewl didin hin çalakiyan bikin, lê belê bi awayekê giştî mirov nikare Diyaspora Kurd li Ewropayê weke hêzekê bikar bîne. Ez vê weke kêmasiyekê dibînim û ji bo pêşerojê weke xalekê qels dinirxînim. Divê wusa nebûya û wusa nebe.

Li kîjan parçeyê Kurdistanê dibe bila bibe, bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê, çareseriya pirsgirêka kurd bê hêz û vîna diyasporayê nikare bimeşe. Roja îroyîn parçeyekî mezin yê hêza rewşenbîriya kurd li diyasporayê dijî. Di vî warî de, bi taybetî Ewropa xwedî potansiyelekê mezin e. Di pêşxistina karê siyasî, dîplomasî, wêje, huner û herwuha aborî de Kurdên li Ewropayê rolekê girîng leystine. Lewre kes nikare vê hêzê li derveyê tu pêvajoyan bigire. Eger miqabil nêzîkatiyekê çêbibe ew ê zerarê bibîne.
Dema ku ez behsa ‘diyaspora’ dikim divê hemû Kurdên li Ewropayê bên fêm kirin. Çendî hê di nava Kurdên li Ewropayê de yekdengiyekê peyda nebûbe jî mirov dikare wan weke hêzeke diyasporal bibîne. Tu hêza diyasporal ji yek rêxistinekê çênabe, ne diyaspora Cihûyan û ne jî ya Ermeniyan ji yek rêxistinê nehatiye afirandin. Di nava hêzên diyasporayê de divê cur be cur nêrîn û nêzîkatiyên partîzanî hebin. Ne wusa be ne mumkun e hêza diyasporal çêbibe û bi feyde be.

Dema ku em bi vî awayî mijarê bifikirin wê demê divê derbarê vê « Pêvajoya Çareseriya Pirsgirêka Kurd » de nêrîna Diyaspora Kurd li Ewropayê bê girtin û hêza wê tevlî karê hemû qadan bê kirin. Li gorî min ev tiştekê girîng û awarte ye.

4.07.2013

Ewropa û Emerîka

Piştî ku xebatkarekî saziya saloxgeriya Emerîkayê, Edward Snowden ji Hong-Kong’ê çû Moskovayê hin ragihandin di çapemeniya cîhanê de belav bûn. Li gorî heman ragihandinan saziya saloxgeriya Emerîkayê balyozxaneyên hin welatan, ên wekî Fransa, Yûnanîstan, Îtalya, Tirkiye û hwd guhdar kiriye. Li gorî heman agahiyan Emerîkiyan bûroyên Yekîtiya Ewropayê jî girtine nava sînorên xebatên saloxgeriyê û guhdar kirine.

Dema ku ev agahî di çapemeniya Ewropayê de hate weşandin, di serî de Parlemena Ewropayê û cur be cur sazî û rêxistinên ewropî daxûyanî weşandin. Bi awayekê aşkere û bi dengekî bilind Ewropiyan ji rayedarên Emerîkî xwastin ku ew zelaliyekê çêbikin. Pirr dereng na, 3 roj pişt re Wezîrê Karê Derve yê Emerîkayê John Kerry, bi awayekê indîrekt, diyar kir ku tiştekê wusa mumkun e. John Kerry negot ‘Belê rast e ku me balyozxaneyên hin welatan û herwuha bûroyên YE’yê guhdar kiriye’ lê belê wî got ; « Her welat ji bo ewlekariya xwe ya neteweyî cur be cur xebatan dimeşîne, ev tiştekê asayî ye ».

Piştî ku zelal bû Emerîka hin welatan û bûroyên YE’yê guhdar kiriye, bi taybetî di Parlemena Ewropayê de nerazîbûn diyar dibin. Her ku diçe di vî derbarî de niqaş kûr dibin. Wusa diyar e ku heya demekê wê di navbera van du hêzên kapîtalîst de sarbûnekê çêbibe.

Hin hêzên weke Partiyên Çep û Keskan dixwazin vê mijarê bikin sedemê nakokiyên mezintir û bi vê rê dixwazin bandorekê li ser girseyan çêbikin. Lewre wusa dixûyê ku di rojên pêş de wê heman mijar bikeve rojeva meclîsên hin welatan jî. Ji niha ve, li Fransayê, nûnerên Partiya Keskan dixwazin hikûmeta Sosyalîst bibe xwedî helwestekî zelal.

Heman mijar di Parlemena Ewropayê de jî bû ye sedemê pirr niqaşan. Vê heftê li Strasbourgê heman mijar tê niqaşkirin. Ji niha ve nûnerê heman saziyê Daniel Cohn-Bendit (endamê Koma Keskan e) ji YE’yê daxwaz kiriye ku ew hemû têkîliyên bazirganiyê bi Emerîkayê re bicemidîne.

Gelo wê ev mijar bibe sedemê xiravbûna têkîliyên di navbera Emerîka û Ewropayê de ? Li gorî min na, bi taybetî mijarên wusa nabin sedemê nakokiyên pirr kûr û duşminatiyê di navbera van du hêzên kapîtalîstên cîhanê de. Heya demekê cur be cur derdorên ewropî wê li ser heman mijarê bisekinin û niqaşan bikin, lê belê ji demekê bi şûn de herkes kerr dibe û hemû tişt weke dema borî dimeşe.

Hin derdorên çepgir, bi taybetî yên ku xwe weke komûnîst û antî-kapîtalîst dibînin, hêvî dikin ku ji vê mijarê nakokiyên pirr kûr derkevin. Lê wusa nabe, Emerîka û Ewropa hevkarên hev yên stratejîk in, ew dikarin nakokiyên wuha pirr bihêsanî jibîr bikin.