Ji 9’ê
Cotmehê vir ve dewleta tirk bi hêza xwe ya artêşê û ya çeteyan ketiye Rojavayê
Kurdîstanê. Dewleta tirk hemû mafan ji xwe re rewa dibîne, lê belê ji Gelê Kurd
re mafê jiyanê nasnake. Bi teyare û tankan bajar û gundên Rojava topbaran dike.
Heya naha bi sedan kesan jiyana xwe jidest dane. Li ber çavên cîhanê çekên
kîmyewî jî hatiye bikaranîn, tê bikaranîn.
Çendî
dewleta tirk, jiber berxwedana gelê Rojava, neçar ma ku hewldanên xwe yên
dagirkirinê bisekîne, dîsa jî bi alîkariya Rûsan ew li ser axa Kurdan xwe dike
xwedî soz. Hewl dide ku bi sed hezaran çeteyên DAIŞ’ê, ku bi salan e ew wan li
Tirkiyê xwedî dike, bibe ser axa Kurdan bicih bike. Çendî li cîhanê pirr dewlet
lidijî vê daxwaza dewleta tirk derkevin jî, AKP bi hemû derfetên dewletbûnê di
nava lebatê de ye ku vê armanca xwe bicih bîne.
Piştî
vekişandina leşkerên Emerîkî ji Rojava dewleta tirk vê carê bi Rûsyayê re hevpeymanekê
îmze kir. Hê ne diyar e ka wê encamên vê hevpeymanê çawa bin, lê belê ji naha
ve PYD diyar kiriye ku ew hemû xalên hevpeymana Rûs-Tirkan napejirîne û li gorî
wê tevnagere. Di rojên pêş de wê hêdî hêdî encamên heman hevpeymanê derkevin
holê.
Beriya
her tiştî dagirkeriya dewleta tirk ji aliyê pirraniya dewletên cîhanê ve hate şermezarkirin.
Ji derveyê hin welatên tirkan, di cîhanê de dewletên ku vê dagirkeriya tirkan
pejirandiye tine.
Lê
mixabin, digel ku pirraniya dewletên cîhanê dijitiya xwe ji dagirkeriya dewleta
tirk re aşkere kirin, hêza ku bi awayekê tûnd û bi pratîka xwe lidijî vê
dewleta dagirker sekinî û disekine tine.
Ji
derveyê Macaristan, di serîde Fransa û hemû welatên din yên Yekîtiya Ewropa (YE)
dijîtiya xwe aşkere kirine. Lê belê heya naha di aliyê pratîk de li dijî
dewleta dagirker ya tirk tu diştekê nehatiye kirin. YE’yê cur be cur daxûyanî
da, hê jî dide, lê belê helwesta wê tenê bi daxûyaniyan ve bi sînor e. Gelê Kurd
li benda kiryarên pratîk e.
Cîhan
bi tevayî dizane ku Gelê Kurd bûye xwedî hemû şert û mercên netewbûnê, mafê wê
heye ku bixwe biryara pêşeroja xwe diyar bike. Herwuha pirraniya Kurdan bûye
xwedî mentaliteyekê hemdem. Lê mixabin, jiber cur be cur hejmara berjewendiya
hêzan, yekîtiyekê di nava Kurdan de pêknayê û ev xal hertim ji aliyê duşminên
Kurdan ve tê bikaranîn.
Divê
dagirkirina Rojava bibe sedemê yekbûn û hêzbûna Kurdan. Lidijî dagirkeriya dewleta
tirk pêwîste hemû hêzên kurd bibin xwedî yek helwestê. Divê kes nikaribe bêje « Ev
der di bin bandora min de ye, bila kes neyê alîkariya min ». Herwuha
divê kes vê jî nebêje « Ew der ji min dûr e, çi dibe bila bibe ez xwe
tevlê nakim ». Ev her du nêzîkatî jî şaş in.
Roj
roja yekîtî, hevkarî û tekoşîna jibo serkevtina gel e. Divê her Kurd gavên xwe
li gorî berjewendiyên gel biavêje. Derveyê vê rastiyê tu mafê jiyanê ji me re
tine.
Ahmet
Gülabi DERE
25.10.2019