Di navbera
rojên 22-25’ê Gulanê de li 28 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) hilbijartinên
Parlamentoya Ewropayê (PE) pêk tên. Bi
rêya van hilbijartinan 751 endamên PE’yê diyar dibin. Heya 5 salan wê heman
parlementer li Brûksel û li Strasbourg’ê kar bikin.
Hilbijartinên
PE’yê rojeva raya giştî ya ewropî zêde mijûl nakin. Heya naha bi awayekê pirr
zindî heman mojar nayê niqaş kirin jî. Li vê parzemînê rêjeyekê girîng ya raya
giştî heman hilbijartinan xwedî grîngiyekê mezin nabîne. Lewre ji naha ve
rayedarên YE’yê hewl didin ku girseyan agahdar bikin daku ew biçin ser
sandoqan. Kes hê nizane ka wê heman hewldan bibin xwedî bandor an ne. Li gorî
ku ez dibînim ancex ji sedî 60 hilbijêr biçin ser sandoqan.
Çendî raya
giştî ya ewropî van hilbijartinan zêde girîng nebîne jî, ev nayê wateya ku
saziya PE’yê xwedî bandor nîn e. Kesên ku bi siyasetê ve hinekê elaqadar dibin
baş dizanin ku YE’ê biryara mijarên herî girîng, yên ku jiyana rojane ya civakê
elaqadar dikin didin. Lê mixabin, civaka ewropî vê rastiyê baş nabîne, an jî
sîstem çavên wê girtiye û nahêle ew rastiyê bibîne.
Parlamentoya
Ewropayê saziya ku ji siyaseta YE’yê re rêberî dike ye. Bê razîbûna PE’yê ne
Komisyona YE’yê û ne jî Konseya YE’yê nikarin biryarên girîng bidin. Lewre her
partiyên siyasî namzetên xwe ên herî pispor dişînin vê Parlamentoyê. Heya naha
wusan bû, wê îsal jî wusan be.
Weke tê
zanîn di nava saziyên YE’yê de, û herwuha di nava hemû saziyên neteweyî yên
ewropî de, ya herî zêde bi pirsgirêka kurd re elaqadar dibe dîsa heman Parlamento
ye. Çi derbarê Bakurê Kurdistanê de be û çi jî derbarê Başûr, Rojhilat û Rojava
de be heman sazî cur be cur xebatan dimeşîne. Her salê di heman Parlamentoyê de
cur be cur Konferans û civînên ku pirsgirêka kurd dikin rojeva xwe pêk tên. Hin
ji van çalakiyan bi armanca naskirina helwesta kurdan pêk tên, hin ji wan jî bi
armanca zelalkirina siyaseta YE’yê, a derbarê Kurdan de pêk tên.
Her salê bi
dehan delegasyonên PE’yê diçin Kurdistanê. Bi vegera van delegasyonan rapor
têne amade kirin û ji rayedarên herî bilind yên welatên endam re tên şandin.
Dîsa her salê cur be cur rayedarên kurd jî tên PE’yê û tevlî Konferans û
civînan dibin. Bi taybetî serdanên Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesut Barzanî
bi awayekê pirr girîng, ji aliyê endamên heman Parlamentoyê ve tên şopandin.
Wusa diyar e ku wê di salên pêş de PE’yê zêdetir bi pirsgirêka kurd re elaqadar
bibe.
Digel vê
girîngiya PE’yê mixabin diyaspora kurd derbarê hilbijartinên heman saziyê de baş
bi tevger nîn e. Heya naha tenê yek kesekê kurd, di navbera salên 1999-2009 de
bûye endamê PE’yê, ew jî bi alîkariya partiya çep ya Alman bû. Di hilbijartinên
2009’an de ti kesekê kurd neket PE’yê. Eger îsal diyaspora kurd, bi zanabûn û
siyasî nêzîkê van hilbijartinan nebe mixabin wê ti kurd nikaribe bikeve heman
saziyê. Ev jî ji bo parastina berjewendiyên gelê me zerarekê ye.
Pêşniyariya
min ew e ku ; hemû rêxistinên Kurdan, yên li Ewropayê, bên gelhev, di nava
xwe de soza xwe bikin yek û di welatên weke Almanya, Fransa, Belçîka, Swêd û
Holanda’yê de namzetân diyar bikin û bi partiyên van welatan re hevdîtinan pêk
bînin.
Ez bawer im
di encama van xebatan de wê bi kêmanî 2 cihên baş ji namzetên Kurd re bên dîtin
daku di nava 5 salên pêş de heman Parlamento bê Kurd nebe.
Hêvîdar im
ku rayedarên rêxistinên diyaspora kurd dengê min bibîhîzin.
Ahmet
DERE /
07.04.2014
Ev nivîs di Rûdawê de
hatiye weşandin
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder