Roja
23’yê Adarê li Fransayê hilbijêr çûnin,
ser sandoqan. Her 6 salan carekê ev hilbijartin pêk tên. Bi tevahî li 36 681 cihê (Bajar, Navçe, Gund û Tax) serok û endamên
meclîsên herêmî tên hilbijartin. Tûra yekem roja 23’yê Adarê pêk hat, tûra
duyem jî wê roja 30’yê Adarê pêk were.
Beriya ku ev tûra yekem pêk were, pirraniya anketên ku
çêdibûn didan xûyan ku wê Partiya Sosyalîst, ya ku vê demê li ser
desthilatdariyê ye, qels bibe. Wusa jî bû, di encamên vê tûra yekem de hate
xûyan ku gelê Fransayê êdî bawerî bi rêveberiya Sosyalîstan naîne. Li pirr
herêmên ku heya naha Partiya Sosyalîst bihêz bû Partiyên Rastgir derketin pêş.
Partiya Serokê dema borî Nicolas Sarkozy (UMP) jinûve xwe bihêz dike û li pirr
deran derdikeve pêşiya Partiya Sosyalîst. Lewre ji naha ve heman partî xwe jibo
hilbijartinên Serokkomariyê, yên 2017’an amade dike û bi çavekê serkeftinê li
xwe dinêre.
Di van hilbijartinan de partiya ku zêde balê dikêşîne ser xwe ya Marine Le Pen e
(Front National-FN-). Ev partî ya herî nijadperest e. Li gorî daxwazên wê divê
li Fransayê ti biyanî nemînin û herwuha Fransa xwe ji endametiya Yekîtiya
Ewropayê bikêşîne. Lê belê ev partî di tûra yekem ya van hilbijartinan de hêza
xwe zêde kir. Li hin bajar û navçeyan bûye hêza duyem, ew ê tevlî tûra duyem jî
bibe. Wusa diyar e ku wê ji vê demê û bişûn de FN di siyaseta Fransayê de
zêdetir bibe xwedî sozê. Ev rewş ji naha ve tirsê xistiye dilê derdorên
demokrat û yên mafên mirovan diparêzin.
Hêzên weke Kesk û Komunîstan jî di van hilbijartinan de
hêza xwe neparastin. Ji 20 salan vir ve ev her du hêz nikarin rêjeya dengên xwe
bilintir bikin. Di van hilbijartinan de jî wan di cihên xwe de hejmartin. Dibe
ku hevpariya Keskan ya bi Partiya Sosyalîst re jî bû sedemê vê rewşê.
Partiya Komûnîst bûye partiyekê derdorekê marjînal.
Çendî ew hewl didin ku xwe ji qalikê teng derbixin jî nikarin serbikevin. Ez
bawer im ew ê qet jî nikaribin.
Roja 30’yê Adarê wê di wêneyê siyaseta Fransayê de
guhertinekê pirr awarte bide çê kirin. Dibe ku derdorên Rastgir, Lîberal û
Çepgir nehêlin FN di hin herêman de serbikeve, lêbelê ev nayê wateya ku wê FN
di qada siyasî de bêbandor bimîne. Ji naha û bi şûn de, derbarê her pirsgirêkê
de FN dikare dengê xwe derbixe û li pêşiya her gavî astengiyan derxe. Lewre,
encamên tûra duyem çawa dibe bila bibe, ji naha ve wêneyê siyaseta vî welatî
guherî ye.
Li gorî min êdî nema Fransa weke welatekê xwedî
prensîbên Azadî, Wekhevî û Biratî’yê ye. Herku diçe li vî welatî nêzîkatiyên
çepgir beruvajî dibin. Di vê rewşê de kêmasiya rêberên Sosyalîstan girîng e.
Lewma divê di nava refên çepgiran de guhertinekê ciddî çê bibe daku ev welat ji
prensîbên xwe dûr nekeve.
Ahmet
DERE /
24.03.2014
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder