Dibe
ku di pêkanîna heman hilbijartinan de hin pirsgrêk çêbibin, lêbelê ev nayê
wateya ku encamên wan ne grîng bin. Di hilbijartinên pirraniya welatan de cur
be cur pirsgrêk çêdibin. Daxwaz a me ew e
ku hemû hilbijartin di nava şert û mercên demokratîk de pêk bên.
Başûrê
Kurdistanê jibo hemû Kurdan weke pêngava ber bi serxwebûnê ve ye. Rêya
avakirina dewletekê Kurdan, ya serbixwe û azad, di Başûrê Kurdistanê de derbas
dibe. Çiqas jî hin derdor vê rastiyê qebûl nekin ew rastiyek e. Lewre pêşketina
heman herêmî jibo hemû Kurdên welatparêz xwedî girîngiyeke mezin e. Bi taybetî
pêşketina demokratîk ya saziyan û herwuha ya sîstema birêvebirina herêmê.
Di
van hilbijartinan de dîsa PDK weke hêzeke sereke derket. Çendî derbarê PDK’ê de
rexne û gazinên hin derdoran hebin jî carekê din hate dîtin ku gelê Başurê
Kurdistanê bi giranî li pişt heman partiyê ye. Digel hemû rexne û gazinan
meşrûyeta PDK’ê nikare bê niqaşkirin. Bêguman
partî û hêzên din jî li Başûrê Kurdistanê, bi taybetî YNK û GORAN jî xwedî
giraniyekê mezin in. Dîsa sazî û rêxistinên sivîl jî di heman herêmê de xwedî
soz in.
Ji
vê demê bi şûnde barekê giran ketiye ser milên rayedarên PDK’ê. Weke hêza herî
mezin ya Başûrê Kurdistanê, divê PDK ji pêşketinên demokratîk re baştirîn rêberiyê
bike. Divê rexne û gazinên gelê herêmê û herwuha yên hemû Kurdan liber çav bên
girtin. Di bingeha pirraniya rexne û gazinan de divê rastiyek bê dîtin. Bêguman
hin derdor bi qerez rexne û gazinan dikin, lêbelê ew xwedî rêjeyek mezin nin
in, û pirraniya wan jî tê naskirin.
Divê
bê zanin ku di dilê pirraniya Kurdên welatparêz de cihê Başûrê Kurdistanê cuda
ye. Her Kurdê welatparêz dixwaze rojekê biçe li heman parçeyê Kurdistanê bijî.
Lêbelê heya niha derfet nehatine afirandin daku daxwaza heman girseyê pêk were.
Lewre divê rayedarên reveberiya Başûrê Kurdistanê di vî warî de çi divê pêk bînin,
daku her Kurdê ku dixwaze ew bikaribe bê xem biçe herêmê û eger bixwaze
bikaribe li wê derê kar bike û bijî. Ez bawer im bi hezaran Kurd van hêvî û
daxwazên min parve dikin.
Li
gorî ku ez dizanim bi dehan rewşenbîrên Kurd dixwazin biçin Hewlêr, Silêmanî,
Duhok û bajarên din yên Başûrê Kurdistanê. Lê mixabin, jiber nebûna ewlekariyê
zêde kes naxwaze wê ve biçe. Di vî warî de karên îstixbaratî yên dewleta tirk û
îranê sebebên herî giring in. Lewre pêwîste rayedarên herêmê, bi taybetî yên
PDK’ê, di vî warî de nêzîkatiyên xwe biguher in. Divê rêya Başûrê Kurdistanê ji
hemû Kurdan re vekirî bê hîştin. Eger wusa be pêşketin jî zûtir çêdibin.
Bi
van nêrînan ez dixwazim tişta ku di dilê pirraniya Kurdan de derbas dibe bînim
ziman. Hêvîdar im rayedarên me, yên Başûrê Kurdistanê, piştî êlankirina encamên
hilbijartinan û herwuha avakirina hikumeta nû pêvajoyek xweştirîn bidin destpêkirin.
Ahmet
Gulabi DERE / 07.10.2018