Van rojan hêzên
Ewropî û Emerîka ketine nava hewldanên ji bo amadekariyên êrima lidijî rejîma
Baas. Mesajên ku ji Washington, London û Parîs’ê tên diyar dikin ku ev hêzana
di nava amadekariyên ciddî de ne. Li gorî hin ragihandinên taybet jî heman
mijar bi awayekê zinde tê niqaş kirin.
Di çarçoveya
konsepta Bihara Ereban de divê rejîma Baas bê xistin. An ew ê bixwe biçe, an wê
bê xistin, jibilî vê yekê rêyekê din naxûyê.
Heya niha bi
alîkariya Rûsya û Çin’ê Beşar Esad liberxwe da, lê belê diyar nîn e ku wê heya
kengê Rûsya û Çin piştgiriya wî bikin. Di demên borî de jî me baş dît ku, hêzên
weke Rûsya û Çin’ê dikarin helwesta xwe biguherin. Ev rastiya berjewendiyên
dewletan e, bayê menfietê ji kû ve were ew berê xwe wê de dikin.
Piştî îddiaya ku
dibê hêzên rejîma Baas çekên kîmyewî bikaraniye hêdî hêdî zimanê rayedarên
Rûsya û yên Çin’ê jî diguhere. Çendî ne diyar e ku rejîma Baas heman çekan
bikaranîbe jî fatûreya heman kiryarê ji wê re tê derxistin. Lewre wisa dixûyê
ku di nava çend rojan de wê helwesta Rûsya û Çin’ê biguhere. Eger di siyaseta
van du hêzan de ti guhertinekê çênebe
mirov dikare bêje ku wê pêvajoya şerê sar carekê din dest pê bike.
Beriya ku rayedarên
YE û yên Emerîka’yê ragihînin ku ew ên bikevin nava amadekariyên
« cuda » wezîrê karê derve yê Tirkiye’yê da xûyan ku welatê wî amade
ye ku tevlî êrîşekê
lidijî rejîma Baas bibe.
Rewşa Rojava’yê
Kurdistan’ê rayedarên tirk kiriye nava hewldanên lezgîntir. Lewre tiştekê wisa
ji bo dewleta tirk pirr asayî ye. Tenê ji bo ku Kurdên Rojava nebin xwedî
statûyekê çi ji destê wan were ew ên bikin. Eger pêwîst be artêşa tirk dikare
ji hêzên leşkerî yên Ewropî û Emerîkî re pêşengiyê jî bike. Dema ku statûya
Kurdan dibe mijara gotinê dewleta tirk xwe ji ti zehmetî û xeteriyan dûr nagre.
Lê belê çawa ku
rayedarên tirk hêvî dikin wê wisa nebe. Ne Emerîkî û ne jî Ewropî naxwazin
dewleta tirk bi wan re pariyê parve bike. Lewre ew ê heya derekê ji hêza
dewleta tirk îstifade bikin, lê belê ji xetekê bi şûn de ew ê nehêlin zarokên
Osmaniyan bi wan re bibin xwedî heman mafan. Kesê ku van hêzên Rojavayî nas
dikin bi hêsanî dikarin van gotinên min fêm bikin. Jiber ku me di dîroka Ewropî
û Emerîkiyan de dubare mînakan dîtiye.
Çi û çawa dibe bila
bibe, êdî rejîma Baas nikare xwe li ser nigan bigre, divê ew biçe an jî di xwe
de guhertinên pir bingehîn pêkbîne.
Dengê zengilê şer
hêdî hêdî nêzîk dibe.
Ahmet DERE 26.08.2013
Ev nivîs di Rûdaw’ê de hatiye weşandin
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder