Di
dawiya meha Adarê de li Fransayê hilbijartinên herêmî, li hemû welatên Yekîtiya
Ewropayê jî hilbijartinên Parlemena Ewropayê pêk tên. Bi awayekê pirr girseyî
nebe jî, li Fransayê pêvajoya hilbijartinan dest pê kiriye. Hemû partiyên
siyasî ketine nava kûrahiya hilbijartinan. Her rojê cur be cur daxûyanî, pêşniyazî
û herwuha rexne dikevin rojeva saziyên siyasî yên vî welatê navîna Ewropayê.
Vê
gavê li Fransayê desthilatdarî di destê Sosyalîstan de ye, lê belê ev nayê
wateya ku Sosyalîst xwedî piştgiriyekê baş ya gel in. Ji sala 2013’an vir ve,
piştî ku François Hollande weke Serokkomar hatiye hilbijartin, her ku diçe
Sosyalîst ji hêzê dikevin, ji aliyê cur be cur derdoran ve tên rexne kirin. Li
gorî hin anketan, François Hollande Serokkomarê
herî kêm tê hez kirin e.
Qelsbûna
Sosyalîstan bûye sedemê ku partiya nijadperest ya Marine Lepain hêz bigire.
Wusa diyar e ku di hilbijartinên îsal de wê ev partiya nijadperest hêza xwe
xurttir bike. Di aliyê din de partiya navendî ya rastgir, UMP jî hêza xwe tov
dike. Piştî du salan hêdî hêdî Serokkomarê berê Nicolas Sarkozy derdikeve pêşberî
girseyan û siyasetê dike. Ez wusa dibînim wê îsal atmosfera siyaseta vî welatî
germtir bibe.
Hevkarê
Sosyalîstan, yên ku wan bihev re hikûmet çêkirine, Kesk in. Lê belê di van
rojan de niqamên derbarê parastina hawurdorê de, di navbera her du hevkarên
hikûmetê de bûnin sedemên sarbûnekê. Hin partiyên çepgir bangê li endamên
hikûmetê, yên ji Keskan dikin daku ew xwe ji desthilatdariyê vekişînin. Dibe ku
vê gavê Kesk bersivê nedin van bangan û xwe ji Sosyalîstan dûr nexin, lê belê her
ku diçe rewşa wan aloztir dibe. Piştî hilbijartinên herêmî dibe ku zelaliyekê
di vî warî de derkeve holê.
Di
meha gulanê de jî li hemû welatên endamê Yekîtiya Ewropayê hilbijartinên
Parlemena Ewropayê çê dibin. Li pirr welatan ji naha ve navên namzetan aşkere
bûn in. Çendî girseya ewropî zêde girîngiyê nede van hilbijartinan jî partiyên
siyasî wusa nanêrin, ew bi hemû hêza xwe ve dixwazin zêdetir namzetên xwe bişînin
Brûkselê.
Çi
hilbijartinên herêmî yên li Fransayê bin û çi jî yên Parlemena Ewropayê, her du
hilbijartin jî ji bo biyaniyan girîng in. Lê mixabin pirraniya biyaniyên li vê
parzemînê vê rewşa siyasî û girîng naşopînin. Ew ketine nava derd û kulên
jiyana rojane ku her ku diçe zehmettir dibe. Biyaniyên ku dikarin dengê xwe
bikar bînin xwedî rêjeyekê girîng ya dengan in. Lê belê ev hêz baş nayê
bikaranîn û di siyasetên welatên ewropî û ya YE’yê de nabe xwedî deng. Hêzên
serdest yên ewropî jî derfetan niafirînin daku biyanî bibin xwedî soz û qeweta
biryardayînê.
Ahmet DERE
/ 24.02.2014
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder