Yekîtiya
Ewropayê (YE) ji 28 welatan pêk tê. Lê belê li vê parazemînê bi dehan Kêmnetew
û herwiha Neteweyên Piçûk hene. Katalan, Bask, Korsîkî, Valon, Flaman, Bruton
hin ji wan Neteweyên Piçûk in. Li Ewropayê, bi taybetî ji aliyê Neteweyên Piçûk
ve, daxwaza serxwebûnê herdem hatiye ziman û naha jî tê ziman.
Katalan
dixwazin li ser vê xalê referandûmê çê bikin, li welatê Bask hê jî rêxistina bi
navê ETA heye û heman daxwazê tîne ziman. Li Belçîka di navbera Valon û
Flamanan de heman pirsgirêk heye. Li Korsîka cur be cur rêxistinên cudaxwaz
hene û lidijî dewleta Fransayê çalakiyan dikin. Herwiha Pirsgirêka di navbera
Brîtanya û Îrlanda Bakur de heyî jî tê zanîn.
Ji
salên 1990’î vir ve ez Yekîtiya Ewropayê dişopînim. Her demê di nava niqaşan de
xalên derbarê daxwazên serxwebûna Neteweyên Piçûk de hebûn in, naha jî hene.
Car caran asta heman niqaşan gihîştiye qadên pirr zirav, lê belê ti car xala
dawî li heman niqaşan nehatiye xistin.
Li
gorî ku ez dibînim saziya Yekîtiya Ewropayê destûrê nade ti daxwazekê
serxwebûna van Neteweyên Piçûk. Lê belê heman Yekîtî li hemberî van daxwazan
guhên xwe jî nagire. Her ku diçe di nava welatên YE’yê de sînorên azadiyan
firehtir dibe. Yek ji sedemê vê firehbûnê jî ew e ku cudaxwazî û hêviyên ji bo
serxwebûna Neteweyên Piçûk lipêş nekevin. Yanê Ewropî bi firehkirina sînorên
demokrasiyê armanc dikin ku bersivê bidin daxwazên Neteweyên Piçûk û herwiha yên
Kêmneteweyan.
Vê
gavê rêbaza ku rayedarên Ewropî dişopînin ser dikeve. Li Belçîka dengê
cudaxwazên Valon û Flamanan hedî hêdî hatiye birrîn. Weke çend salên borî
daxwazên cudabûnê zêde dernakevin pêş. Li welatê Bask ETA biryar daye ku dawî
li têkoşîna çekdarî bîne. Wisa diyar e ku bi rêbazên siyasî û herwiha
demokratîk heman pirsgirêk di nava sînorên Îspanyayê de çareser dibe. Li Îrlanda
Bakur jî di heman warî de hin gav têne avêtin.
Divê
bê zanîn ku ev rewşa li Ewropayê ji bo herêma Rojhilata Navîn weke mînak nayê
girtin. Demokrasiya ewropî dikare ji pirr pirsgirêkan re bibe çareserî. Lê
mixabin, li Rojhilata Navîn demokrasî hê dema xwe a zarokatiyê dijî. Lewma
mirov nikare pirsgirêkên Kêmneteweyan û Neteweyên Piçûk weke Ewropiyan çareser
bike. Dibe ku 50 salên din heman tişt mumkun be, lê belê ne naha.
Ji
demek vir ve Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesût Barzanî dide xûyan ku, eger şert
û merc hebin ew dixwazin serxwebûna Herêma Başûrê Kurdistanê êlan bikin. Li
gorî min ev daxwazekê di cih de ye. Ji 24 salan vir ve li Başûrê Kurdistanê
rêveberiyekê Kurdan heye û bê alîkariya ti dewletê kar û barê xwe dimeşîne. Li
Îraqê rewş ne zelal e, bi hêsanî jî zelal nabe. Lewre daxwaza serxwebûna Herêma
Kurdistanê û ya Neteweyên Piçûk ku li Ewropayê hene weke hev nayê dîtin. Li
cihê ku demokrasî hebe bêguman cudaxwazî tiştekê minasib nîn e, lê belê li
Rojhilata Navîn, bi taybetî ji bo Kurdan, ti kes nikare lidijî heman daxwazê
bisekine.
Ez
wisa dibînim ku, bi taybetî ji bo Herêma Kurdistanê, gavekê wiha di qada navneteweyî de helwestên
dijber naafirîne, miqabil alîkariyê çê dike.
Ahmet
DERE /
21.04.2014
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder