Sala borî, roja 9’ê Çile
li Parîs’ê 3 mîlîtanên jin ên Kurd hatin qetilkirin. Digel ku ev salekê ye
dozgerên fransewî lêgerînan dikin hê jî dadgeh çê nebûye, rastî ji raya giştî
re nehatiye aşkere kirin. Bêdengiyekê kûr li dora vê komkujiyê heye. Ne dozger
tiştekê ji raya giştî re radigihînin û ne jî parêzerên dozê agahiyan didin. Baş
tê dîtin ku hêzekê heye ku dixwaze vê dozê ji ber çavên raya giştî veşêre.
Sala borî di
çapemeniya Fransewî de hin hewldan hatin raber kirin ku heman komkujiyê weke
encama nakokiyên navxweyî yên PKK’ê bidin xûyan. Lê belê heman hewldanan encam
nedan, ne raya giştî bi vê yekê xapiya û ne jî Gelê Kurd.
Li gorî ku min ji
nêz ve şopand, di nava salekê de cur be cur hevkarî di navbera dozgerên
Fransewî û Tirk de çê bûn. Çend caran dozgerên Fransewî çûnin Tirkiyê û li wê
derê lêgerînan kirin. Lê belê, li gorî hin ragihandinên nû, wusa dixûyê ku di
navbera dozgerên Fransewî û yên Tirk de hevkariya ku hatiye xwastin
pêknehatiye. Hêvîdar im di van rojên pêş de di vî warî de hin zelalî çê bibin.
Di rojên dawiya sala
borî de nûçeyekê nû hate belav kirin. Li gorî heman nûçeyê ; rojek beriya
ku komkujî pêk were, di saetên nîvê şevê de, Ömer Güney ketiye Komeleya Kurd ya
li Parîs’ê û wêneyê lîsteya endamên
Komeleyê girtiye û bi rêya telefonê ji derekê re şandiye. Ev agahî ji aliyê
dozgeran ve hatibû dayîn. Bê guman heman dozger dizanin ka ew wêne bi rêya
telefonê ji kûderê re hatibûn şandin. Di derbarê heman agahiyê de hê
ragihandinekê nû tine.
Rojek biştî salvegera komkujiyê qeyda dengê Ömer Güney hate weşandin. Li
gorî heman qeydê Ömer Güney pîlanên komkujiyê bi du endamên MIT’ê re dinirxîne.
Li gorî hin berpirsyarên Federasyona Komeleyên Kurd ya li Fransayê heman deng
yê Ömer Güney ye. Eger heman qeyda dengan rast be wê demê ne mumkun e ku ev
pirs neyên kirin:
1: Çawa dibe ku kesekê bi vî awayî demekê dirêj amadekariyên komkujiyê
kiriye karibûye xwe di nava derdorên Komeleya Kurd de veşêre ?
2: Gelo di nava endamên Federasyon û Komeleyan de hevkarên vî kujêre tinebû
in ? Gelo hê jî heman kes di nava Komeleyan de najîn û amadekariyên komkujiyên
din nakin ?
Li gorî min divê rewşa yek bi yek berpirsyarên Federasyona Komeleyên Kurd
li Fransayê di ber çavan re bê derbas kirin.
Hemû raya giştî ya Kurd dizane ku malbatên van sê mîlîtanên jin di nava xemgîniyekê mezin de ne. Di salvegera
yekem de ev rastî carekê din xwe da xûyan. Bi hezaran Kurdan jî di salvegera vê
komkujiyê de, di nava kolanên Parîs’ê de xemgînî û helwesta xwe raber kirin.
Çi dibe bila bibe
divê kujêrên komkujiya Parîs’ê bên dîtin û ji raya giştî re bên aşkere kirin.
Herwuha divê hêzên li pişt kujêran jî werin dîtin.
Hêvîdar im ku di vê
sala 2014’an de perdeya li ser komkujiya Parîs’ê ra bibe.
Ahmet DERE / 13.01.2014
Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder