Ji meha Adarê vir ve li Tirkiyê «Pêvajoya Çareseriya
Pirsgirêka Kurd » dest pê kiriye. Tê zanîn ku heman pêvajo bi mesaja
Abdullah Öcalan dest pê kir. KCK bi daxûyanî û pratîka xwe ve diyar kir ku ew
li gorî heman mesajê tevdigere. Heya naha bi dehan komên gêrîlla ji Bakurê
Kurdistanê kişiyan Başûr. Heman meşa gêrîlla hê jî didome.
Piştî destpêkirina vê pêvajoya mijara gotinê li cur
be cur herêmên Ewropayê civîn û semîner hatin lidarxistin. Pirraniya van civînan
ji aliyê rayedarên rêxistinên nêzê PKK’ê ve hatine pêkanîn. Lê belê, li gorî ku
min şopand û dişopînim, heya meha Hezîranê jî di van civînan de hêviyên mezin
hatin ziman. Li gorî hin ji berpirsyarên ku van civînan pêkanîn hikûmeta AKP’ê
soz daye ku ew li gorî « xeta rê » tevbigere û pêvajoyê lipêş bixe.
Lê mixabin, tê dîtin ku wusa nîn e, di nêzîkatiya dewleta tirk de zêde guhertin
naxûyên.
Digel ku armanca pêkanîna van civînan agahdarkirina
girseyan be, di pirraniya wan de uslubê dema borî hatiye bikaranîn, ji
agahdarkirinê zêdetir atmosfera
serkeftina têkoşîna gêrîlla hatiye belavkirin. Bê guman xbatekî wusa ji pirsên
diyasporayê re nikare bibe bersiv. Lewre mirov nikare hêza diyaspora kurd bixe
xizmeta pêşxistina pêvajoya mijara gotinê. Dibe ku hin komele û saziyên nêzê
PKK’ê hewl didin hin çalakiyan bikin, lê belê bi awayekê giştî mirov nikare
Diyaspora Kurd li Ewropayê weke hêzekê bikar bîne. Ez vê weke kêmasiyekê
dibînim û ji bo pêşerojê weke xalekê qels dinirxînim. Divê wusa nebûya û wusa
nebe.
Li kîjan parçeyê Kurdistanê dibe bila bibe, bi
taybetî jî li Bakurê Kurdistanê, çareseriya pirsgirêka kurd bê hêz û vîna
diyasporayê nikare bimeşe. Roja îroyîn parçeyekî mezin yê hêza rewşenbîriya
kurd li diyasporayê dijî. Di vî warî de, bi taybetî Ewropa xwedî potansiyelekê
mezin e. Di pêşxistina karê siyasî, dîplomasî, wêje, huner û herwuha aborî de
Kurdên li Ewropayê rolekê girîng leystine. Lewre kes nikare vê hêzê li derveyê
tu pêvajoyan bigire. Eger miqabil nêzîkatiyekê çêbibe ew ê zerarê bibîne.
Dema ku ez behsa ‘diyaspora’ dikim divê hemû Kurdên
li Ewropayê bên fêm kirin. Çendî hê di nava Kurdên li Ewropayê de yekdengiyekê
peyda nebûbe jî mirov dikare wan weke hêzeke diyasporal bibîne. Tu hêza
diyasporal ji yek rêxistinekê çênabe, ne diyaspora Cihûyan û ne jî ya Ermeniyan
ji yek rêxistinê nehatiye afirandin. Di nava hêzên diyasporayê de divê cur be
cur nêrîn û nêzîkatiyên partîzanî hebin. Ne wusa be ne mumkun e hêza diyasporal
çêbibe û bi feyde be.
Dema ku em bi vî awayî mijarê bifikirin wê demê divê
derbarê vê « Pêvajoya Çareseriya Pirsgirêka Kurd » de nêrîna
Diyaspora Kurd li Ewropayê bê girtin û hêza wê tevlî karê hemû qadan bê kirin.
Li gorî min ev tiştekê girîng û awarte ye.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder