20 sal berê dewleta
Alman PKK qedexe kir. Digel hebûna bi dehan hezaran sempatîzanên vê rêxistina
kurd li Almanya dadgeha federal hemû xebatên bi navê PKK qedexe kir. Lê belê
heman biryara qedexekirinê bi giranî li ser kaxizê ma. Li hemû deverên
Almanya’yê dîsa bi dehan hezaran Kurd tevlî çalakiyên PKK bûn û lê xwedî
derketin. Heya naha jî heman nêzîkatiya Kurdan dewam dike.
Roja 16’ê mijdarê bi dehan hezaran Kurdan li Berlîn’ê meşekê lidarxistin. Armanca vê meşê ew bû ku bangê li dewleta alman û herwiha li YE’yê bikin daku ew siyasetên xwe, ên derbarê Kurdan de di ber çavan re derbas bikin. Ez nizanim mesaja Kurdan gihîşt cihê xwe an ne. Tişta ku ez dizanim meş û mitîngên Kurdan zêde bandorê li ser nêzîkatiya Ewropiyan nakin. Lewre, eger tê xwastin ku Ewropî nêzîkatiyên xwe di ber çavan re derbas bikin divê bi awayekê aktîf karê dîplomasiyê were meşandin. Mixabin di van çend salên dawîn de heman kar pirr paş de maye.
Di nava 20 salên borî
de dadgehên federal û yên herêmî bi dehan komele û saziyên kurd qedexe kirine,
dest dane ser hebûna wan. Di heman demê de bi sedan jî rêveberên heman saziyan
û herwiha xebatkarên û qadroyên PKK’ê hatine girtin û bi salan di zîndanan de
man in. Mirov dikare bêje ku dadgehên alman hevkariyekê mezin danin dadgehên
tirk. Pir caran dozgerên her du welatan
bihev re kar kirine.
Digel hemû zexta
dewleta alman, li heman welatî Kurdan bi sedan hezaran îmze berev kirin û xwe
weke endamên PKK’ê êlan kirine. Bê guman dewleta alman jî bêdeng nemaye, lidijî
heman Kurdan cur be cur doz vekirine û cezayên pere li wan birîne. Hê jî Kurdên
ku di zîndanan de ne û yên ku perê ceza didin hene.
Divê were zanîn ku
biryara qedexekirina PKK tenê di bin înisiyatîfa dewleta alman de pêk
nehat. Di salên 1990’î de welatên Ewropa
Navîn, bi taybetî Fransa, Îngilîstan, Holanda, Belçîka û Almanya di nava xwe de
karê lidijî PKK parve kirin. Ji bo ku bala Kurdan tenê nekêşe ser welatekî her
demê welatekî ket nava tevgerê. Di sala 1993’an de bûyera qedexekirina PKK’ê ji
aliyê dewleta alman de weke wezîfeya hevbeş pêk hat. Lewre divê heman biryar
weke ya Yekîtiya Ewropayê (YE) jî bê dîtin û nirxandin.
Roja 16’ê mijdarê bi dehan hezaran Kurdan li Berlîn’ê meşekê lidarxistin. Armanca vê meşê ew bû ku bangê li dewleta alman û herwiha li YE’yê bikin daku ew siyasetên xwe, ên derbarê Kurdan de di ber çavan re derbas bikin. Ez nizanim mesaja Kurdan gihîşt cihê xwe an ne. Tişta ku ez dizanim meş û mitîngên Kurdan zêde bandorê li ser nêzîkatiya Ewropiyan nakin. Lewre, eger tê xwastin ku Ewropî nêzîkatiyên xwe di ber çavan re derbas bikin divê bi awayekê aktîf karê dîplomasiyê were meşandin. Mixabin di van çend salên dawîn de heman kar pirr paş de maye.
Beriya her tiştî
welatên Ewropa Navîn pirsgirêka kurd ji xwe re weke hacetekê bikar tînin. PKK
di mijara pirsgirêka kurd de xwedî cihekê girîng e. Lewma heman kart wisa
bihêsanî ji nava destê Ewropiyan dernakeve. Nêzîkatiya dewleta tirk jî di vî
warî de bandorê çê nake. Çendî di navbera PKK’ê û dewleta tirk de pêvajoyekê
diyalogê hatibe destpêkirin jî ew li ser nêzîkatiya siyasî ya ewropî de tesîrê
çê nake. Wisa dixûyê ku rojekê li Tirkiye’yê PKK serbest bibe jî ew ê hê li
Almanya’yê qedexe be. Jiber ku siyaseta Ewropiyan, ya derbarê Kurdan de herdem
ji ya Osmaniyan û pişt re jî ji ya Komara Tirkiye’yê cuda hatiye lipêşxistin.
Ji bo ku nêzîkatiya
Ewropiyan ya li Kurdan baştir bê fêm kirin divê analîzên dîrokî bên kirin. Bê
naskirina dîrokê heman mijar baş nayê fêm kirin.
Ahmet DERE /
18.11.2013
Ev Nivîs di Rûdaw’ê de Hatiye Weşandin
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder