Civîna G20 ku li
Rusya’yê, bajarê St. Petersburg’ê pêkhatî rewşekê nû derxist holê. Weke demên
borî êdî Ewropa lipey Emerîka naçe. Her pêşniyara ku ji aliyê Emerîkiyan ve bê
kirin ji aliyê Ewropiyan ve nayê pejirandin. Bi awayekê din mirov dikare bêje
ku Ewropî diguherin.
Digel helwesta şerxwaz ya serokê Fransa François Hollande, li gorî anketên ku çêdibin pirraniya Fransiyan alîgirê mudaxaleyekê leşkerî nîn e. Di nava Partiya Sosyalîst de jî kesên ku helwesta François Hollande napejirînin hene. Lewre Serokê heman welatî neçar ma ku bêje « Eger Kongreya Emerîka ji şer re nebê erê Fransa bi tena serê xwe nakeve nava operasyonekê leşkerî ». Ez vê mesaja Hollande weke sînyalekê guhertina helwestê dibînim.
Beriya ku civîna G20
pêk were serokê Emerîka û yê Fransa’yê hêvî dikirin ku ew ê di heman civînê de
alîkariya pirraniya welatên Ewropî bigirin û lidijî rejîma Baas ya Sûriyê mudaxaleya
leşkerî pêkbînin. Lê belê wisa nebû, ji derveyê Fransa’yê ti welatekî din piştgiriya
heman daxwazê nekir. Di heman civînê de giraniya Rûsya û ya Çîn’ê zêdetir
derket pêş.
Digel helwesta şerxwaz ya serokê Fransa François Hollande, li gorî anketên ku çêdibin pirraniya Fransiyan alîgirê mudaxaleyekê leşkerî nîn e. Di nava Partiya Sosyalîst de jî kesên ku helwesta François Hollande napejirînin hene. Lewre Serokê heman welatî neçar ma ku bêje « Eger Kongreya Emerîka ji şer re nebê erê Fransa bi tena serê xwe nakeve nava operasyonekê leşkerî ». Ez vê mesaja Hollande weke sînyalekê guhertina helwestê dibînim.
Ji derveyê Fransa ti
welatekî ewropî ku alîgirê mudaxaleya leşkerî ye tine. Ewropa ku hê di nava
tengasiya aborî de ye naxwaze bikeve nava şer. Herwiha êdî Ewropî naxwazin li
pey Emerîka biçin û ji hegemoniya wê re bingehê ava bikin. Ev tê wateya
ku ; êdî pêvajoyekê nû di navbera têkîliyên emerîkî û ewropî de hatiye
vekirin. Bi awayekê dîrekt nebe jî, bi rêbazekê endîrekt heman pêvajo dest pê kiriye.
Digel encamên civîna
G20, dîsa jî hê îhtimala mudaxaleyekê leşkerî heye. Eger Kongreya Emerîka
destûrê bide operasyonekê leşkerî wê ev îhtimal zêdetir bibe. Heya vê dema ku
ez van rêzan dinivisînim jî derbarê helwesta Kongreya Emerîka’yê de agahiyekê
net tine.
Roja duşemê agahiyên
derbarê hevdîtina telefonîk ya di navbera John Kerry û Sergeï Lavrov de hate weşandin.
Li gorî ku ez dişopînim ; dibe ku di rojên pêş de di navbera Rûsya û
Emerîka’yê de rêbazekê « çareseriyê » bê dîtin. Civîna G20 bû sedemê
hêzkirina helwesta bloka Rûsya û Çîn’ê. Giraniya helwesta Ewropiyan jî li aliyê
bloka Rûsya û Çîn’ê ye.
Rêbazên ji bo
« çareseriyê » çi û çawa dibin bila bibin êdî nema rejîma Baas li
Sûriyê bikaribe xwe li ser nigan bigire. Heya dawiya vê salê wêneyê pêşeroja
Sûriyê wê zelal bibe.
Ahmet DERE /
10.09.2013
Ev nivîs di Rûdaw’ê de hatiye weşandin
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder