12.10.2021

YEKÎTIYA KURDAN

Pirsgrêka Yekîtiyê jibo hemû gelan xwedî wateyekê sereke ye. Gelên ku di nava xwe de yekîtiyek çênekiribin ew nikaribûne bibin xwedî ciheke serfiraz. Yek ji van gelan jî Kurd in

Di van mehên havîna borî de careke din pirsgirêka Yekîtiya Kurdan kete rojeva me. Nakokiyên di navbera KDP û PKK’ê heyî dibin fersend jibo hêzên dagirker. Bi taybetî dewleta tirk ji heman nakokiyan sûd werdigire. Di havîna borî de careke din heman rastî derkete pêş.

Bi taybetî nakokî û aloziyên di navbera KDP û PKK’ê de heyî astengiya herî mezin ya li pêşiya çêkirina yekîtiyê ye. Lewre her kesê û kesên ku jibo çêkirina Yekîtiya Kurdan kar û xebat dikin divê ew beriya her tiştekê hewl bidin daku heman astengî ji holê rabe. Dibe ku di navbera pirr hêz û rêxistinên me yên din de jî nakokî hebin, û hene jî, lêbelê ew di asteke wusan de nînin ku li pêşiya Yekîtiya Kurdan bibin kelem.

Car caran rayedarên KDP û yên PKK’ê wusan diaxifin ku mirov dixwaze wan bawer bike, lê mixabin, dema ku mijar dibe avêtina gavan, ku Yekîtî çêbibe, her rayedar tenê berjewendiyên hêza xwe esas digire.

Em dizanin ku di navbera nêzîkatiya îdeolojîk ya van her du hêzan de cudahiyên kûr hene. Lê belê divê cudahiyên îdeolojîk nebin kelem li pêşiya parastina nirxên neteweyî û berhewendiyên gel. Eger ev her du hêzên kurd dibêjin « Armanca me serkeftin û serfiraziya gelê Kurd e » wê demê divê nêzîkatiyên îdeolojîk nebin kelem.

Ez hêvîdar im rojekê zûtirîn ev her du hêzên me li xwe vebiceniqin û destên xwe bikin bin barê avakirina Yekîtiya Neteweyî.