Li Rojavayê
Kurdistan’ê şerekê
qirêj didome. Rêxistinên ku ji xwe re dibêjin ‘Îslamî’ di bin heman navî de wehşetê
didin jiyan kirin. Ne ola îslamê û ne jî olekê din van kiryaran qebûl nake. Ez
bawer im di vî warî de her kesê ku ji xwe re dibêje ‘ez mirov im’ weke min
difikire.
Ji bihara
îsal vir ve tekoşîna Kurdên Rojava û şerê qirêj ku lidijî wan tê meşandin di
rojeva Kurdan de ye. Her rojê nûçeyên hemû televîzyonên kurdî bi ragihandinên
bûyerên li vê parçeyê tije ne. Çi li welat û çi jî li derveyê welat be,
girseyên ku ji Kurdan pêktên herdem di nava çalakiyên şermezarkirina vî şerê
qirêj de ne. Bi taybetî di van rojên dawî de, li Bakurê Kurdistan’ê heman
çalakî bi dorfirehî tên çêkirin.
Li
Ewropa’yê jî Kurd bêdeng nîn in. Her hefteyê li cur be cur welatan çalakî
çêdibin, bang li welatên Ewropî tên kirin daku ew bêdeng nemînin. Lê mixabin,
heya niha ji hêzên navneteweyî ti helwestekê dicih de raber nebûye. Hêzên ku
parastina mafên mirovan ji xwe re dikin wezîfe derbarê kiryarên qirêj û komkujiyên
ku lidijî Kurdên Rojava pêktên de ketine nava bêdengiyê.
Di nava
hêzên navneteweyî de tenê Rûsya’yê helwestekê raber kiriye, wê xwastiye ku
Kurdên Rojava jî tevlî guftugoyên derbarê Sûriyê de bibin. Çendî em bizanibin
ku Rûsya di çi pozisyonê de ye û bi heman helwestê armanca wê çî ye jî, dîsa nêzîkatiya
wê dicih de ye.
Dibe ku ji
ber mehên havînê ku pirraniya rêxistinên navneteweyî karnakin ev bêdengî
didome, lê belê dîsa jî em Kurd nikarin vê helwestê qebûl bikin. Li gorî ku ez
agahiyan digrim, bi destpêka meha êlûnê bi şûn de di nava saziyên yekîtiya
Ewropa’yê de mijara Rojava dikeve rojevê, lê belê kî dizane ka heya wê demê
çiqas Kurd bên ketilkirin, çend gund û navçe bişewitin ?
Ligel vê
bêdengiya hêz û saziyên navneteweyî di nava Kurdan de jî qismekê bêdengî heye.
Ez naxwazim mijara bêdengiya Hikûmeta Herêmî li vir bînim ziman, ji ber ku ew
hate niqaşkirin, rexne çêbûn û di encamê de me daxûyaniyên rayedarên payebilind
bihîstin. Ya ku ez dixwazim li vir bînim ziman ; bêdengiya hin Rewşenbîrên
Kurd ku li Ewropa’yê dijîn e.
Weke tê
zanîn li Ewropa’yê bi sedan kesên ku ji xwe re dibêjin ‘em Rewşenbîrên Kurd in’
hene. Lê mixabin, qasê ku ez dibînim û dişopînim, ji derveyê derdorên PKK’ê
zêde deng ji van Rewşenbîrên Kurd dernakeve. Çima gelo ? Di vî warî de ez
dixwazim hevoka Rewşenbîrî bi zanistî bê nirxandin.
Ahmet
DERE /
12.08.2013
Not : Ev nivîs
di Rûdaw’ê de hatiye weşandin
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder