Piştî ku
xebatkarekî saziya saloxgeriya Emerîkayê, Edward Snowden ji Hong-Kong’ê çû
Moskovayê hin ragihandin di çapemeniya cîhanê de belav bûn. Li gorî heman
ragihandinan saziya saloxgeriya Emerîkayê balyozxaneyên hin welatan, ên wekî
Fransa, Yûnanîstan, Îtalya, Tirkiye û hwd guhdar kiriye. Li gorî heman agahiyan
Emerîkiyan bûroyên Yekîtiya Ewropayê jî girtine nava sînorên xebatên
saloxgeriyê û guhdar kirine.
Dema ku ev agahî di
çapemeniya Ewropayê de hate weşandin, di serî de Parlemena Ewropayê û cur be
cur sazî û rêxistinên ewropî daxûyanî weşandin. Bi awayekê aşkere û bi dengekî
bilind Ewropiyan ji rayedarên Emerîkî xwastin ku ew zelaliyekê çêbikin. Pirr
dereng na, 3 roj pişt re Wezîrê Karê Derve yê Emerîkayê John Kerry, bi awayekê
indîrekt, diyar kir ku tiştekê wusa mumkun e. John Kerry negot ‘Belê rast e ku
me balyozxaneyên hin welatan û herwuha bûroyên YE’yê guhdar kiriye’ lê belê wî
got ; « Her welat ji bo ewlekariya xwe ya neteweyî cur be cur xebatan dimeşîne,
ev tiştekê asayî ye ».
Piştî ku zelal bû
Emerîka hin welatan û bûroyên YE’yê guhdar kiriye, bi taybetî di Parlemena
Ewropayê de nerazîbûn diyar dibin. Her ku diçe di vî derbarî de niqaş kûr
dibin. Wusa diyar e ku heya demekê wê di navbera van du hêzên kapîtalîst de
sarbûnekê çêbibe.
Hin hêzên weke
Partiyên Çep û Keskan dixwazin vê mijarê bikin sedemê nakokiyên mezintir û bi
vê rê dixwazin bandorekê li ser girseyan çêbikin. Lewre wusa dixûyê ku di rojên
pêş de wê heman mijar bikeve rojeva meclîsên hin welatan jî. Ji niha ve, li
Fransayê, nûnerên Partiya Keskan dixwazin hikûmeta Sosyalîst bibe xwedî
helwestekî zelal.
Heman mijar di
Parlemena Ewropayê de jî bû ye sedemê pirr niqaşan. Vê heftê li Strasbourgê
heman mijar tê niqaşkirin. Ji niha ve nûnerê heman saziyê Daniel Cohn-Bendit
(endamê Koma Keskan e) ji YE’yê daxwaz kiriye ku ew hemû têkîliyên bazirganiyê
bi Emerîkayê re bicemidîne.
Gelo wê ev mijar
bibe sedemê xiravbûna têkîliyên di navbera Emerîka û Ewropayê de ? Li gorî min
na, bi taybetî mijarên wusa nabin sedemê nakokiyên pirr kûr û duşminatiyê di
navbera van du hêzên kapîtalîstên cîhanê de. Heya demekê cur be cur derdorên
ewropî wê li ser heman mijarê bisekinin û niqaşan bikin, lê belê ji demekê bi
şûn de herkes kerr dibe û hemû tişt weke dema borî dimeşe.
Hin derdorên
çepgir, bi taybetî yên ku xwe weke komûnîst û antî-kapîtalîst dibînin, hêvî
dikin ku ji vê mijarê nakokiyên pirr kûr derkevin. Lê wusa nabe, Emerîka û
Ewropa hevkarên hev yên stratejîk in, ew dikarin nakokiyên wuha pirr bihêsanî
jibîr bikin.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder