Di wêneyê siyasî yê cîhanê de her ku diçe pirrengiyekê
dewlemend derdikeve holê. Bi tayebtî li
Ewropayê, ji salên 1980’ê vir ve ev pirrengî tim bibandor e. Êdî ti kes û hêz
nikarin li pêşiya vê rewşê astengiyan çê bikin. Ne tenê li vê parzemînê, li ti
deverê cîhanê yek nêrînekê siyasî êdî nikare bi dehan salan hukum biajo.
Di
sedsala borî de, bi taybetî li Rojhilata Navîn temenên sîsitemên totalîter, ku
piranî bi hêza çekdarî û bi çavtirsandinê li ser desthilardariyê dimanin, ji
yên li Ewropayê dirêjtir bûn. Weke mînak; li Sûriyê, Hafiz Esad 34 salan bê
navber li ser text ma, piştî mirina
wî, kurê wî Beşar Esad hat ser desthilatdariyê
û hê jî dixwaze temenê heman desthilatdariyê dirêj bike. Herwuha li Erebistana Saudî, Urdin û li hin welatên
din hêjî mantaliteya civakê ku dikare ji
wan sîsteman re tehemul bike heye. Lê belê pêla guhertinan li ser wan jî
bandorê çê dike.
Bi
taybetî piştî şerê cîhanê yê duyem, siyaseta welatên ewropî li ser bingeheke
saxlem û ji bo parastina berjewendiyên vê parzemînê çêbûye. Di esasê wê de zêde
guhertinên pir mezin çênebin jî, di van deh salên dawî de rengê siyaseta wê a
hindirîn cur be cur guhertinan dijî. Di destpêka sedsala 21. de renge sor
derbasî şîn bû, ji çend salan vir ve jî ji şîn derbasî sor dibe. (Sor = Çep û
Sosyalîst, Şîn = Xirîstiyan Demokrat û Rastgirên din) Bi hatina Angela Merkel (2006) û Nicolas
Sarkozy re (2007) rengê şîn xwe li ser siyaseta heman parzemînê bibandor kir,
lê belê ji salên 2010’an vir ve heman rewş diguhere, bandora şin kêm dibe, ya
sor zêdetir dibe.
Çendî
siyaseta bingehîn ya ewropî li gorî partiyan nayê guhertin jî, wusa dixûyê ku
wê di rengê siyaseta îxtidaran de, yên hindirîn û derve de, herdem
guhertin çê bibin.
Heya
naha Ewropa û Emerîka bihev re siyasetekê derve dimeşandin, lê belê wusa diyar
e ku di navbera van her du hêzan de jî hin nakokî hene. Nuansa siyasî ku heya
niha di navbera van du hêzan de hebû, bi taybetî derbarê Rusya û Ûkrayna’yê de,
her ku diçe xwe baştir dide der. Lêbelê ev nayê wê wateyê ku Ewropa xwe ji
Emerîkaye dûr dixe. Ewropa xwe her dem weke dayîka Amerîkayê dîtiye, çi dibe
bila bibe ew naxwaze xwe ji wê dûr bixe. Di wêneyê herî dawî yê sîyaseta
Ewropayê de kareya ku herî zêde derdikeve pêş ev e: Ewropa dixwaze bi rêbazên
xwe yên nû di siyaseta derve de nêzîkê Emerîkayê bibe.
Xaleke
din ya girîng jî ew e ku ev rengê nû yê Ewropyê wê şewqek çawa bide tekiliyên bi Tirkiyê
re? Tê xûyan ku pêvajoya guftugoyan,
ya bi Tirkiyê re ji berê zehmetir didome.
Rayedarên hukumeta tirk li dora maseyên guftugoyan zêdetir xwîdan didin û diheşin.
Bi taybetî, piştî bûyerên parka Gezî û herwuha operasyonên 17 Kanûna 2013’an, dengên
dijberê endametiya Tirkiyê bilintir dibin. Lêbelê ev nayê wateya ku wê Ewropî
Tirkiyê ji xwe pir dûr bixin. Ev hêz wê bi siyaseta xwe ya nû hewl bide ku vî welatî li gorî berjewendiyên xwe ên
siyasî, civakî û her wiha aborî biguherîne.
Ahmet DERE
/ 10.03.2014
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder