23.07.2013

Pêvajoya Çareseriyê û Diyaspora Kurd li Ewropayê

Ji meha Adarê vir ve li Tirkiyê «Pêvajoya Çareseriya Pirsgirêka Kurd » dest pê kiriye. Tê zanîn ku heman pêvajo bi mesaja Abdullah Öcalan dest pê kir. KCK bi daxûyanî û pratîka xwe ve diyar kir ku ew li gorî heman mesajê tevdigere. Heya naha bi dehan komên gêrîlla ji Bakurê Kurdistanê kişiyan Başûr. Heman meşa gêrîlla hê jî didome.

Piştî destpêkirina vê pêvajoya mijara gotinê li cur be cur herêmên Ewropayê civîn û semîner hatin lidarxistin. Pirraniya van civînan ji aliyê rayedarên rêxistinên nêzê PKK’ê ve hatine pêkanîn. Lê belê, li gorî ku min şopand û dişopînim, heya meha Hezîranê jî di van civînan de hêviyên mezin hatin ziman. Li gorî hin ji berpirsyarên ku van civînan pêkanîn hikûmeta AKP’ê soz daye ku ew li gorî « xeta rê » tevbigere û pêvajoyê lipêş bixe. Lê mixabin, tê dîtin ku wusa nîn e, di nêzîkatiya dewleta tirk de zêde guhertin naxûyên.

Digel ku armanca pêkanîna van civînan agahdarkirina girseyan be, di pirraniya wan de uslubê dema borî hatiye bikaranîn, ji agahdarkirinê zêdetir  atmosfera serkeftina têkoşîna gêrîlla hatiye belavkirin. Bê guman xbatekî wusa ji pirsên diyasporayê re nikare bibe bersiv. Lewre mirov nikare hêza diyaspora kurd bixe xizmeta pêşxistina pêvajoya mijara gotinê. Dibe ku hin komele û saziyên nêzê PKK’ê hewl didin hin çalakiyan bikin, lê belê bi awayekê giştî mirov nikare Diyaspora Kurd li Ewropayê weke hêzekê bikar bîne. Ez vê weke kêmasiyekê dibînim û ji bo pêşerojê weke xalekê qels dinirxînim. Divê wusa nebûya û wusa nebe.

Li kîjan parçeyê Kurdistanê dibe bila bibe, bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê, çareseriya pirsgirêka kurd bê hêz û vîna diyasporayê nikare bimeşe. Roja îroyîn parçeyekî mezin yê hêza rewşenbîriya kurd li diyasporayê dijî. Di vî warî de, bi taybetî Ewropa xwedî potansiyelekê mezin e. Di pêşxistina karê siyasî, dîplomasî, wêje, huner û herwuha aborî de Kurdên li Ewropayê rolekê girîng leystine. Lewre kes nikare vê hêzê li derveyê tu pêvajoyan bigire. Eger miqabil nêzîkatiyekê çêbibe ew ê zerarê bibîne.
Dema ku ez behsa ‘diyaspora’ dikim divê hemû Kurdên li Ewropayê bên fêm kirin. Çendî hê di nava Kurdên li Ewropayê de yekdengiyekê peyda nebûbe jî mirov dikare wan weke hêzeke diyasporal bibîne. Tu hêza diyasporal ji yek rêxistinekê çênabe, ne diyaspora Cihûyan û ne jî ya Ermeniyan ji yek rêxistinê nehatiye afirandin. Di nava hêzên diyasporayê de divê cur be cur nêrîn û nêzîkatiyên partîzanî hebin. Ne wusa be ne mumkun e hêza diyasporal çêbibe û bi feyde be.

Dema ku em bi vî awayî mijarê bifikirin wê demê divê derbarê vê « Pêvajoya Çareseriya Pirsgirêka Kurd » de nêrîna Diyaspora Kurd li Ewropayê bê girtin û hêza wê tevlî karê hemû qadan bê kirin. Li gorî min ev tiştekê girîng û awarte ye.

4.07.2013

Ewropa û Emerîka

Piştî ku xebatkarekî saziya saloxgeriya Emerîkayê, Edward Snowden ji Hong-Kong’ê çû Moskovayê hin ragihandin di çapemeniya cîhanê de belav bûn. Li gorî heman ragihandinan saziya saloxgeriya Emerîkayê balyozxaneyên hin welatan, ên wekî Fransa, Yûnanîstan, Îtalya, Tirkiye û hwd guhdar kiriye. Li gorî heman agahiyan Emerîkiyan bûroyên Yekîtiya Ewropayê jî girtine nava sînorên xebatên saloxgeriyê û guhdar kirine.

Dema ku ev agahî di çapemeniya Ewropayê de hate weşandin, di serî de Parlemena Ewropayê û cur be cur sazî û rêxistinên ewropî daxûyanî weşandin. Bi awayekê aşkere û bi dengekî bilind Ewropiyan ji rayedarên Emerîkî xwastin ku ew zelaliyekê çêbikin. Pirr dereng na, 3 roj pişt re Wezîrê Karê Derve yê Emerîkayê John Kerry, bi awayekê indîrekt, diyar kir ku tiştekê wusa mumkun e. John Kerry negot ‘Belê rast e ku me balyozxaneyên hin welatan û herwuha bûroyên YE’yê guhdar kiriye’ lê belê wî got ; « Her welat ji bo ewlekariya xwe ya neteweyî cur be cur xebatan dimeşîne, ev tiştekê asayî ye ».

Piştî ku zelal bû Emerîka hin welatan û bûroyên YE’yê guhdar kiriye, bi taybetî di Parlemena Ewropayê de nerazîbûn diyar dibin. Her ku diçe di vî derbarî de niqaş kûr dibin. Wusa diyar e ku heya demekê wê di navbera van du hêzên kapîtalîst de sarbûnekê çêbibe.

Hin hêzên weke Partiyên Çep û Keskan dixwazin vê mijarê bikin sedemê nakokiyên mezintir û bi vê rê dixwazin bandorekê li ser girseyan çêbikin. Lewre wusa dixûyê ku di rojên pêş de wê heman mijar bikeve rojeva meclîsên hin welatan jî. Ji niha ve, li Fransayê, nûnerên Partiya Keskan dixwazin hikûmeta Sosyalîst bibe xwedî helwestekî zelal.

Heman mijar di Parlemena Ewropayê de jî bû ye sedemê pirr niqaşan. Vê heftê li Strasbourgê heman mijar tê niqaşkirin. Ji niha ve nûnerê heman saziyê Daniel Cohn-Bendit (endamê Koma Keskan e) ji YE’yê daxwaz kiriye ku ew hemû têkîliyên bazirganiyê bi Emerîkayê re bicemidîne.

Gelo wê ev mijar bibe sedemê xiravbûna têkîliyên di navbera Emerîka û Ewropayê de ? Li gorî min na, bi taybetî mijarên wusa nabin sedemê nakokiyên pirr kûr û duşminatiyê di navbera van du hêzên kapîtalîstên cîhanê de. Heya demekê cur be cur derdorên ewropî wê li ser heman mijarê bisekinin û niqaşan bikin, lê belê ji demekê bi şûn de herkes kerr dibe û hemû tişt weke dema borî dimeşe.

Hin derdorên çepgir, bi taybetî yên ku xwe weke komûnîst û antî-kapîtalîst dibînin, hêvî dikin ku ji vê mijarê nakokiyên pirr kûr derkevin. Lê wusa nabe, Emerîka û Ewropa hevkarên hev yên stratejîk in, ew dikarin nakokiyên wuha pirr bihêsanî jibîr bikin.

 

6.06.2013

Çalakiyên li Tirkiyê û Helwesta Ewropiyan

Ev çend roj in li Tirkiyê çalakiyên protestoyî çê dibin. Çendî heman çalakî bi armanca protestokirina karê şaredariya Stenbolê hatibin dest pê kirin jî, di rojên dawî de ew lidijî siyaseta hikûmeta AKP’ê lipêş ketin. Wusa diyar e ku ji vê demê bi şûn de AKP nikare tenê li gorî berjewendiyên xwe nîzamê bide Tirkiyê.

Dema ez vê gotarê dinivîsim çalakî bi dorfirehî didomin. Li gorî agahiyan, ne tenê li Stenbolê, herwuha li Enqerê û li pirr deverên din ên Tirkiyê û Kurdistanê jî bi heman armancê çalakî hene.

Çend rojên destpêkê rayedarên welatên ewropî tu helwest raber ne kirin. Piştî ku çalakî dorfireh bûn û lidijî hikûmeta AKP’ê bihêz bûn rayedarên Yekîtiya Ewropayê (YE), bi taybetî berpirsyarên  Komisyan û Parlemana Ewropayê, daxûyanî weşandin. Di daxûyaniyên  rayedarên ewropî de hem piştgiriya çalakiyan hate kirin û hem jî tê xwestin ku çalakî ji çarçoveya qanûnan dernekevin û bi şeweyên demokratîk pêk werin.

Seroka Komsyona Hevbeş ya Tirkiye-PE Hélène Flautre û Serokên hemû  Komên PE’yê bi daxûyaniyên xwe piştgirî didin çalakiyan û bangê li hikûmeta tirk dikin ku ew guh bide dengê çalakvanan. Lêbelê di hemû daxûyaniyên Ewropiyan de piştgiriyekê veşartî jî ji bo AKP heye.

Beriya her tiştê Tirkiye û hikûmeta AKP’ê ji bo hêzên rojavayî xwedî wateyekê girîng in. Ne Amerîka û ne jî Ewropa naxwazin, bi taybetî di vê demê de, Tirkiye pir tevlihev bibe. Ji bo van hêzan pirr giring e ku Tirkiye, bi rêveberiya AKP, weke nimûne bê parastin ku ew bikaribin wê ji bo parastina berjewendiyên xwe bikar bînin. Lewre di daxûyaniyên pirraniya rayedarên rojavayî de piştgiriyekê veşartî ji bo AKP tê kirin. Wezîrê karê derve yê Fransa Laurent Fabius da xûyan ku « Çalakiyên li Tirkiyê çê dibin bahara Tirkiyê nîn e, lê belê ew xwedî xeteriyekê mezin in, lewre divê hikûmeta tirk bi rêbazên demokratîk û biaqilane tevbigere ».

Li Ewropayê jî, bi pêşengiya cur be cur komele û rêxistinên Tirkan û Kurdan hin çalakî çê bûn û çê dibin. Min dîqet kir, heya naha tu çalakî ji aliyê Ewropiyan ve nehatiye destek kirin, tevlêbûna Ewropiyan çê nebûye.

Wusa diyar e ku Ewropî heya demekê wê helwesta xwe neguherînin. Eger çalakiyên mijara gotinê pirr fireh bibin û hikûmeta AKP’ê bixin nava tengasiyekê mezin û siyaseta Tirkiyê bikeve nava rewşekê bêîstikrar wê demê dibe ku Ewropî, û herwuha Emerîkî û hêzên din yên rojavayî, bikevin nava çêkirina senaryoyan. Ji bo van hêzan pirr zehmet nîn e ku li Tirkiyê ji xwe re hevkaran peyde bikin. Lêbelê, li gorî şêweya çalakiyan, ev qad hê li derveyê îhtimalan e.

Hêzên rojavayî herdem li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin, ferseta ku derkeve holê wunda nakin. Heya naha ew ji xwe re AKP weke hevkarekê baş bikar tînin, lêbelê eger AKP bikeve nava xeteriyê helwesta rojavayiyan pirr zû dikare bê guhertin.

Ahmet DERE / 03.06.2013

Ev nivîs du Rûdawê de hatiye weşandin

2.06.2013

Swoboda û Kiliçdaroğlu

Hefteya borî li Brûkselê serokê Koma Sosyalîst ya Parlemena Ewropayê Hannes Swoboda û serokê CHPê (Partiya Komarger ya Tirkiyê) Kemal Kiliçdaroğlu hatin gelhev. Piştî hevdîtinê her du bihev re derketin pêşberî çapemeniyê û daxûyanî dan. Lê belê wusa hate dîtin ku Kemal Kiliçdaroğlu fêm ne kir ku ew li Ewropayê ye û di bin baniya rêxistinekê payebilind de ye, lewre wî lidijî AKPê bi zimanekê tûnd axifî û got « Erdoğan û Beşar Esad di tayê hev de ne ». Piştî van çend gotinên Kiliçdaroğlu Swoboda axifî û helwesta Kiliçdaroğlu rexne kir. Qasê ku min şopand, wusa hate xûyan ku serokê CHPê matmayî ma û nizanibû çi bêje.
Bê guman ev bûyer ji bo AKPê bû hincetekî girîng daku ew şûrê xwe li dijî CHPê tûjtir bike.
Buyera ku li Brûkselê qewumî di çapemeniya Tirkiyê de deng veda. Heman bûyer di çapemeniya ewropî de zêde nehatibe niqaş kirin jî, ez bawer im rayedarên Koma Sosyalîst ya PEyê di nava xwe de nirxandine. Bê guman heman rayedar helwesta Swoboda pejirandine. Tenê pejirandin ne, ez bawer im wê Ewropî heman buyerê bikin rojeva Sosyalîst Internasiyonalê jî. Di demên pêş de dibe ku ev rêxistina navneteweyî ya sosyalîstan jî piştgiriya Swoboda bike.
Ev ne nakokiya yekem e ku di navbera CHPê û Sosyalîstên Ewropî de derdikeve, di demên borî de jî cur be cur nakokî derdiketin û bi taybetî jî zimanê Deniz Baykal, yê ku wî lidijî Kurdan bikar dianî, dahate rexne kirin. Piştî ku Deniz Baykal ji serokatiya CHPê dûr ket û Kiliçdaroğlu bû serokê wê Sosyalîstên Ewropî dev ji rexneyan ber dan û piştgiriya Kiliçdaroğlu kirin. Mirov dikare bêje, bi hatina Kiliçdaroğlu ve îmajê CHPê jî li gel Ewropiyan hinekê guherî.
Buyera nû ku di navbera Swoboda û Kiliçdaroğlu de qewumî bi Ewropiyan jî baş da xûyan ku CHP nehatiye guhertin û ew hê jî di xeta xwe ya nijadparêz de ye. Herwuha heman buyerê rastiyekê din jî aşkere kir ; ew jî ew e ku Ewropî piştgiriya helwesta AKPê ya derbarê Sûriyê dikin û nêzîkatiya wê dipejirînin.
Di demên borî de CHP bi helwesta xwe ya lidijî Kurdan ji aliyê Ewropiyan ve dahate rexne kirin, naha mijara Sûriyê jî lê zêde bû. Lewma derbarê têkîliyên CHPê û Partiyên Sosyalîst yên Ewropî de wê pêvajoyekê nû dest pê bike. Ev pêvajo dikare ji aliyê BDPê ve jî were bikaranîn. Jiber ku di nava rêxistina Sosyalîst Internasiyonalê de CHPê herdem xwastiye li pêşiya BDPê astengiyan çê bike. Eger nakokî di navbera CHP û Sosyalîstên Ewropî de kûr bibin dibe ku rê ji endametiya BDPê  re ve bibe. Belkê ev nêrîna min weke fantezî û daxwaza min ya taybet be, lê belê bingeha wê jî heye.
Pêvajoya ku li Rojhilata Navîn diqewume û ya ku li Tirkiyê hatiye destpê kirin dikare bi xwe re pir tiştên xerîb jî biafirîne.
Ahmet DERE  /  21.05.2013
 
Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin

13.05.2013

Tevgera Diyaspora Kurd

Ji salên 2000î vir ve derbarê Diyaspora Kurd de pir gotar tên nivîsandin û niqaş tên kirin. Min jî derbarê heman mijarê de çend caran nivîsiye. Di pirtûka xwe ya yekem de jî min behsa heman xalê kiriye.
Di vê dema ku li welatê me pêvajoyên nû tên niqaş kirin de pêwîstiya bi hêza diyasporayê zêdetir derdikeve pês. Lewre divê hemû Kurdên li derveyê welat, bi taybetî jî ên li Ewropayê dijîn, bikevin nava tevgerekê. Bê tevger hêza diyasporayê çê nabe.

Li Ewropayê nêzê 2 mîlyonan Kurd dijîn. Lê mixabin mirov nikare li vê parzemînê hêzeke Kurd ya diyasporayê bibîne. Çawa ku welatê me hatiye parçe kirin, li Ewropayê jî Kurd parçe parçe ne. Dema ku mirov li wêneyê Kurdên li Ewropayê dinêre cur-be-cur reng dixûyên.

Li Ewropayê, bi taybetî bi navê Kurdên Bakur, di aliyekê de PKK, di aliyê din de jî KOMKAR û derdora wan xwe weke nûneriya diyaspora kurd didin xûyan. Bi taybetî KOMKAR li Almanya û ligel saziyên Ewropî ji xwe re cihekê jî çê kiriye. Lê belê di nava girseya Kurd de ew zêde bihêz nîn e û nikare dengekê bibandor derxe. Çendî PKK dikare bi dehan hezaran Kurdan li dora xwe bicivîne wî nikaribûye ligel saziyên Ewropî ji xwe re cihekê bide çê kirin. Digel pêvajoya nû hê jî navê PKK li ser lîsteya Ewropiyan ya « Rêxistinên Terorîst » e.

Mixabin derbarê diyasporayê de Kurdên Başûr, yên Rojava û yên Rojhilat neketine nava ti hewldanekê. Digel ku Hikûmeta Herêmî ya Başûrê Kurdistanê xwedî pirr derfetan e, mixabin heya naha min nedîtiye ku ew ketiye nava hewldanekê tevger kirina diyasporayê. Bi taybetî ji bo Hikûmeta Herêmî ez vê yekê weke kêmasî dibînim.

Naha pêwîstiyekê pirr girîng bi tevger kirina diyaspora Kurd heye, an jî ez bêjim ‘divê li Ewropayê Diyaspora Kurd bê çê kirin’. Gotina ‘Diyaspora’ bixwe tê wateya hêzbûnê, eger diyaspora hebe hêz jî heye. Eger hêza Cihûyan û ya Ermeniyan li Ewropayê û li Emerîkayê tine ba kesî nikaribû behsa Diyaspora Cihûyan û ya Ermeniyan bikira. Divê êdî Kurd jî bibin xwedî hêzekê û diyaspora wan jî hebe.

Tenê bi gotin diyaspora nayê tevger kirin. Çendî PKK û KOMKAR bêjin ‘em nûnertiya diyaspora kurd dikin’ ev tiştekê ava nake. Beriya her tiştî pêwiste di nava sazî û rêxistinên Kurdên li Ewropâyê de yekdengiyekê hebe û ligel saziyên cur-be-cur welatên Ewropî û yên Yekîtiya Ewropayê jî bihev re kar bikin. Lê mixabin, heya naha tiştekê wisan tine, parçebûna welatê me bandora xwe li ser Kurdên li penaberiyê jî kiriye.

Carekê din ez dixwazim dubare bikim, di vê pêvajoya nû de pêwistiyekê mezin bi tevger kirina diyasporayê heye. Hikûmeta Herêmî ya Başûr û BDP dikarin di vî warî de rola pêşengiyê bileyzin. Bê ku ferqê bixin nava Kurdan, eger daxwazekê ji aliyê van 2 hêzan ve were, ez bawer im wê bersivekê erênî bigirin û bi encam bin.

Ez dikarim bêjim li Ewropayê hêzekê rewşenbîrî ku bikaribe bibe dengê Diyaspora Kurd jî heye û ji xebatan re amade ye.

Ahmet DERE  /  06.05.2013

Ev gotar di Rûdawê de hatiye weşandin
 

 

30.04.2013

Nakokiyên Ewropiyan

Weke her salê îsal jî Parlemena Ewropayê derbarê Tirkiyê de rapor amade kir. Roja 17 Nîsanê li Strasbourgê heman rapor hate niqaş kirin û rojek pişt re jî kete dengdanê. Heman rapor bi 451 dengî hate qebûl kirin.

Ji bo amade kirina vê raporê Parlemena Ewropayê, bi pêşengiya xanim Ria Omen Ruijten wêneyê salekê yê Tirkiyê dikişîne, nêrîn, rexne û pêşniyarên xwe di heman raporê de rêz dike û pêşkêşî  Komisyon û Konseya Yekîtiya Ewropayê û Hikûmeta Tirk dike. Rapora îsal dirêj e, beşê wê yê giştî bi 57 xalan hatiye nivîsandin.

Roja ku heman rapor hate niqaş kirin piraniya endamên PEyê li Strasbourgê bûn, qasê ku min şopand bi dehan parlementeran mafê sozê girtin û derbarê naveroka raporê de nêrînên xwe anîn ziman. Di salên dawî de ev cara duyem e ku ez dibînim nûnerên Ewropî bi zimanekê nerm behsa PKKê dikin û bi awayekê aşkere daxwaza çareseriya pirsgirêka kurd tînin ziman. Ez dikarim bêjim hemû parlementerên ku axifîn piştgiriya destpêkirina pêvajoya nû kirin. Yanê bi awayekê zelal daxwaza pêşxistina guftugoyên li Imraliyê anîn ziman. Lê belê, weke her demên borî, di nêrînên hemû parlementeran de gotina « çareserî »yê seranser û bêbingeh bû,  tê de pêşniyarên rêbazan tine bûn.

Rapora PEyê di pir aliyan de wêneyê Tirkiyê zelal kişandiye, derbarê dadgehan de, yê zarok  û rojnamevanên girtî de, yê olên kêmnetewe, newekheviya herêman û hwd. de analîzên dorfireh hene. Ji bo ku Tirkiye di rêya Yekîtiya Ewropayê de bikaribe mesafe bigire hin pêşniyar jî hatine rêz kirin. Mirov dikare bêje PEyê di rexneyên xwe de û di piraniya daxwazên xwe de mafdar e. Lê mixabin her sala ku heman Parlemen rapora xwe diweşîne rayedarên tirk dikevin nava helwestên xweparastinê û hewce dibînin ku nêrîn û pêşniyarên raportorê û yê PEyê vala derxînin. Îsal jî wisan bû.

Derbarê naveroka rapora mijara gotinê de û herwuha ya axiftinên parlementeran de tişta ku zêde bala min kişand durûtiya Ewropiyan bû. Digel ku di rapor û di axiftinên nûnerên PEyê de daxwaza pêşxistina guftugoyên di navbera dewleta tirk û Abdullah Öcalan de dahate ziman tu kesî behsa lîsteya rêxistinên terorîst ya YEyê nekir. Yanê bi awayekê din, rayedarên Ewropî dibêjin ‘divê bi terorîstan re guftugo bê meşandin’. Ev jî ne li gorî krîterên YEyê ye ne jî ehlaqî ye. Min dixwast ku di heman raporê de hatiba gotin ku ‘divê navê PKKê  ji lîsteya rêxistinên terorîst bê derxistin daku guftugo baştir bên lipêşxistin’. Lê mixabin tişta ku min hêvî dikir nebû, lewre ez nikarim sedî-sed bi van nêrînên nûnerên Ewropî bawer bikim.

Piştî niqaşên li PEyê min bi hin parlementerên Ewropî re sohbet kir. Piştî bi salan şûn de ez êdî dibînim ku heman sazî hêdî hêdî dixwaze derbarê Kurdan de û herwuha derbarê Tirkiyê de bibe xwedî nêrînên ‘objektîf’. Lê belê ez baş dizanim ku heya siyaseta bingeh ya YEyê neyê guhertin wê ev nêrîna ‘objektîf’ baş çê nebe.

Ahmet DERE  /  22.04.2013

29.03.2013

Doza Komkujiya Parîsê


Doza Komkujiya Parîsê, ku ev bû sê meh, hê di nava nediyariyekê mezin de ye. Ne dozger tiştekê ji raya giştî re radigihînin û ne jî parêzerên dozê. Wusa diyar e ku rayedarên Fransewî dixwazin hêdî hêdî vê dozê ji ber çavên raya giştî veşêrin.

Li gorî atmosfera ku di çapemeniya Fransayê de heyî heman komkujî weke encama nakokiyên navxweyî yên PKKê pêkhatiye. Bê guman di çê kirina vê atmosferê de rola dozgeran heye. Bi rêya hin rojnamevanên ku nêzîkê dozgeriyên in ev atmosfer hatiye çê kirin.

Di rojên destpêkê de hevkariyekê di navbera dozgerên Fransewî û Tirk de çê bûbûn. Hatibû ragihandin ku dozgerên Fransewî çend caran çûnin Tirkiyê. Li gorî bavê Fidan Dogan (Rojbîn) Hasan Dogan çi bûye di dema wan serdanan de bûye. Yanê Fransa û Tirkiyê lihev kirine ku heman komkujiyê weke bûyerekê navxweyî bidin xûyan.

Çend roj berê Hasan Dogan çûbû Parîsê û bi parêzerên dozê re hevdîtin çê kiribû. Li gorî ragihandinên wî di destên parêzeran de jî tiştekê tine. Serdozgerî tu agahiyekê jî nade parêzeran. Lewre wusa dixûyê ku dadgeh jî bi salan şûn de wê çê bibe.

Li gorî agahiyên Hasan Dogan, kesê ku weke kujêr hatiye girtin, Omer ji rayedarên Federasyona Komeleyên Kurd ya Fransayê re name şandiye û ji wan xwestiye ku ew lê xwedî derkevin. Yanê heman kes hê qebûl nake ku wî vê komkujî pêkaniye. Eger rastî ev be, wê demê mirov dikare bipirse ; ka kujêr kî an jî kîn in ? Gelo di vî warî de dewleta Fransayê berpirsyartiya xwe pêkaniye ? Eger pêkneaniye çima wuha dereng dimîne ? Herwuha çima rayedarên Federasyona Komeleyên Kurd ya Fransayê tiştekê bibandor nakin daku dozger encama lêgerînê aşkere bikin ? Herwuha derbarê Ömer Güney û endametiya wî ya Komeleya Kurd de jî hê ji raya Kurd re û herwuha ji malbatên sê jinan re tiştekê zelal nehatiye gotin. Çima ev bêdengî ?

Sê jinên kurd hatin qetil kirin, piştî sê mehan hê jî derbarê kujêran de tiştekê nehatiye aşkere kirin. Malbatên van sê jinan di nava xemgîniyekê giran de ne. Lê mixabin nikarin dengê xwe derxin. Rêxistinên ku ji wan re bibin alîkar û di ser dozgeriya Fransewî de zextê çê bikin jî tinene. Rêxistinên jinên kurd ku pêwîst e di vî warî de karekê bibandor bikin jî tiştekê zêde nakin. Tenê çalakiyên hefteyî, rojên çarşemê, li Parîsê çê dikin û ew jî zêde bandorê nakin.

Divê komkujiya Parîsê nekeve bin siya « Pêvajoya Çareseriyê ». Çi dibe bila bibe divê kujêrên vê bûyerê werin dîtin. Divê hêzên li pişt kujêran, kî dibin bila bibin, werin dîtin û ji wan hesab bê xwastin. Di vî warî de berbirsyartiya herî mezin dikeve ser milên rêxistinên jinên kurd. Ev berpirsyartî tenê bi çalakiyên bîranînê pêk nayê, pêwîst e xebatekî dadî û herwuha siyasî bê meşandin.

Ahmet DERE  /  25.03.2013

Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin

15.03.2013

Ewropa û Sûriye

Piştî hewa bahara ereb ku li Misir, Cezayîr, Tûnis û welatên din lipêş ket, Ewropa û Emerîkayê bala xwe kişandin ser Sûriyê. Bi alîkariya amadekariyên ku van hêzan kiribûn, di 2011an de li Sûriyê tevliheviyê dest pê kir. Di nava demekê kurt de li pir herêmên vî welatî şerê navxweyî derket û dorfireh bû. Weke tê dîtin, ji du salan vir ve, her rojê li Sûriyê bi dehan kes jiyana xwe jidest didin.

Di rojên destpêka tevliheviya li Sûriyê de Fransa piştgiriya xwe ji muxalefetê re êlan kir. Emerîka bi rêyên dîplomatîk helwestekê bi heman şêweyê raber kir. Di nava welatên endamên Yekîtiya Ewropayê de hêdî hêdî piştgiriya ji bo muxalefetê pêş ket, helwestekê neyênî raberî Beşar Esad û derdora wî hate kirin. Ne bi awayekê fermî be jî, YE bi rejîma Esad re têkîliyên xwe pirr bisînor kir.

Tê zanîn ku di nava welatên yekem, yên ku lidijî rejîma Esad helwest girtin de, Tirkiye jî heye. Tayîp Erdoğan lidijî rejîma Esad şerekê ne fermî êlan kir. Bê guman armanca rayedarên tirk cuda bû, wan dixwastin û hê jî dixwazin li pêşiya pêşketina tekoşîna rizgariya Kurdên Rojava astengiyan çê bikin. Lewma heya jidestê wan tê ew ji beşekê muxalefeta Sûriyê re alîkariyê dikin.

Dema ku li Sûriyê tevlihevîyê dest pê kir Emerîka û bi taybetî jî Fransa helwesta ku wê Rûsya û Çîn raber bikin nekiribûn nava hejmara encamê. Lewre heman hêzên nevneteweyî naha ketine nava dudiliyekê kûr. Di navbera welatên endamên YE de hêdî hêdî nêrînên cuda derdikevin holê. Li gorî ku ez dişopînim di kûlîsên saziyên YE de helwesta Fransa û ya Îlgiltere nayên pejirandin, rexne li wan zêde dibin.

Van demên dawî di pişt deriyên girtî de, bi rêyên dîplomatîk bêhna hawldanên ji bo konsansûsekê di navbera muxalefeta « modern » û rejîma Esad de belav dibe. Dema ku mirov parçe parçe daxûyanî û helwesta rayedarên Ewropî digire ber çavan baş dixûyê ku wê di demên pêş de guhertinekê çê bibe.

Guhertinekê çawa ?

Beriya her tiştî Ewropiyan fêm kirine ku rejîma Esad ne weke ya Misir, Libya û hin welatên Ereb ên din e. Li pişt vê rejîmê hêzên navneteweyî ên wekî Rûsya û Çinê hene. Xistina vê rejîmê dikare bibe sedemê tevliheviyekê navneteweyî. Çin û Rusya naxwazin di Rojhilata Navîn de hemû leystok li gorî daxwaza Emerîka û Ewropayê bê lidarxistin. Lewre kevirên stratejiya Ewropayê ku bi pêşengiya Fransayê hate lidarxistin, hêdî hêdî dihecin. Di van mehên bahara îsal de dibe ku rêyekê ji pirsgirêka navxweyî ya Sûriyê re were dîtin. Lê belê ev nayê wateya ku wê Beşar Esad û rejîma Baas li ser desthilatdariyê bimîne.

Piştî wuqasa şerê navxweyî û kuştina bi hezaran kesan êdî ne mumkun e ku temenê heman rejîmê dirêj bibe. Çi û çawa dibe bila bibe êdî di Sûriyê de tişt weke dema borî nikarin bimeşin. Ev rastî bi her awayî derketiye holê û Ewropî jî vê yekê dibînin.

Ahmet DERE  / 11.03.2013

Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin

1.03.2013

Fransa û Kurd

Derbarê pirsgirêka Kurd de cihê Fransa cuda ye, divê cuda bê dîtin.

Di destpêka salên 1990î de, bi alîkariya Xanim Danielle Mitterand, cara yekem li Ewropayê Konferansa Kurd pêk hat. Di wê Konferansê de pirsgirêka Kurdên li Tirkiyê jî hate niqaş kirin. Tevlîbûna hin Parlementerên Kurdên Bakur  li wê Konferansê bû sedemê pir rexneyên şovenîstên Tirk. Lê belê heman bûyer ji pêvajoyekê nû re derî ve kir, ji heman demê bi şûn de mijara pirsgirêka kurd ket rojeva siyasî ya Tirkiyê.

Ji beşê duyem yê sedsala borî vir ve Fransa herdem xwe nêzîkê Kurdên Başûr girtiye. Bi taybetî Partiya Sosyalîst (PS) di vî warî de serkêşî kiriye. Piraniya xebatên navneteweyî yên Xanim Mitterand ji bo Kurdan de pêk hatiye. Gelê Kurd tu car vê rastiyê ji bîr nake.

Tê zanîn ku cara yekem li Ewropayê Enstîtûya Kurd li Parîsê çê bûye. Di damezrandina vê Enstîtûyê de dîsa rola PS û herwuha ya Xanim Mitterand mezin e. Sîneastê mezin yê Kurd Yilmaz Güney ji Tirkiyê revî hat Fransayê, di salên 1990’î de Mûzîsyenê Kurd Ahmet Kaya jî hat Fransayê. Ev herdu hunermendên mezin yên Kurd jî li Fransayê çûn in ser dilovaniya xwe. Mexberê wan li Parîsê ye.

Ligel vê rewşa Fransayê, mixabin heman welat herdem di nava eniya dijberiya Kurdan de jî cih girtiye. Di salên 1993-1994an de, piştî Almanyayê, Fransa rola pêkanîna operasyonan lidijî Kurdên Bakur (bi taybetî lidijî PKKê) hilda ser xwe. Di wan du salan de bi sedan Kurd hatin girtin, hin ji wan bi salan di zîndanan de man. Bi dehan saziyên Kurdan hatin qedexe kirin. Di sala 1993an de ez berpirsyarê Kurdistan Komîtê bûm li Parîsê, heman sazî (ya ku pişt re navê wê  bû Bûroya Enformasyonê û di 9ê Çile de 3 jinên Kurd lê hatin qetilkirin) hate qedexe kirin, çend rojan pişt re jî ez hatim girtin. Bê ku dozger û polîs min bi tiştekê tewanbar bikin, ez di heman welatî de hatim sirgûn kirin. Eger Gabonê wê demê qebûl kiriba, dibû ku Polîsê Fransewî min sirgûnê Gabonê kiriba.

Ji sala 1993an vir ve Fransa hem xwe weke alîgirê Gelê Kurd daye xûyan, hem jî di nava eniya dijberiya Kurdan de cih girtiye. Çendî hikûmet hatibin guhertin jî siyaseta Fransayê derbarê Kurdan de nehatiye guhertin.

Weke tê zanîn roja 9ê Çile  li Parîsê 3 jinên Kurd hatin qetil kirin. Ev bû 45 roj hê zelaliyekê çê ne bûye. Tê gotin ku kiryarê heman bûyerê Ömer Güney e, lêbelê hê derbarê pêkhatina kiryarê de tu tiştekê zelal ji raya giştî û herwuha ji malbatan re nehatiye aşkere kirin. Mija li ser heman bûyerê her ku diçe qalind dibe.

Ji 9ê Çile vir ve di navbera Fransa û Tirkiyê de hevkariya ewlekariyê tê xurt kirin. Di vê navberê de li Fransayê bi dehan Kurd hatine girtin. Li gorî ku ez dibînim, her ku diçe nêzîkatiya vî welatî li Kurdên Bakur tûndtir dibe.

Ahmet DERE  /  25.02.2013

14.02.2013

Helwesta Ewropiyan Diguhere

Hefteya borî, roja 6ê Sibatê, li Parlemnena Ewropayê (PE) nêzê saet û nîvê Pirsgirêka Kurd hate niqaş kirin. Ev ne cara yekem e ku PE derbarê heman pirsgirêkê de niqaşên wuha dike, lê belê ev cara yekem e ku bi helwestekê guherî niqaşan tên kirin. Lewre ez di helwesta Ewropiyan de guhertinekê bingehî dibînim.

Beriya her tiştî bûyera ku PE mijara « Pirsgirêka Kurd » girt rojeva civata giştî xalekê girîng e. Dibe ku heya naha pir caran di bin baniya heman saziyê de civîn û konferans li ser mijara Pirsgirêka Kurd hatibin tenzîm kirin, lê belê vê carê bi awayekê zelal û bi dorfirehî heman saziyê xala « çareseriyê » girt rojeva xwe. Di axiftinên hemû parlementeran de nêrîna erênî serdest bû, ji pêvajoya Imraliyê re piştgirî hebû.

Divê were zanîn ku PE rojeva xwe bê amadekarî çê nake. Herwuha ev saziya ewropî, bê ku berjewendiyên Yekîtiya Ewropayê bigire ber çavan tu mijarê nake rojeva xwe û li ser ranaweste. Lewre, weke kesekî vê saziyê nas dike, ez baş dibînim ku, derbarê çareseriya Pirsgirêka Kurd de Ewropî neçar man in. Eger berdewamiya şer li gorî berjewendiyên Ewropiyan bûya di vê demê de  mijarekê wusan nediket rojeva PE.

Lê belê divê em sivik nêzîkê vê mijarê nebin, nekevin nava analîzên xeyalperest. Eger rayedarên Ewropî biryar dabin ku Pirsgirêka Kurd bê çareser kirin, ev tê wateya ku heman rayedaran hejmara parastina berjewendiyên xwe kirine. Yanê, Ewropî ji bo berjewendiyên me Kurdan nakevin nava hewldanan. Heya naha berjewendiyên Ewropiyan di rewşa bialoz de bûn, piştî sedsala borî û guhertinên ku di konjonktûra cîhanê de pêk hatin, rayedarên saziya Yekîtiya Ewropayê (YE) nêzîkatiya xwe guherandin. Ji bo Ewropiyan divê di herêma Rojhilata Navîn de, bi taybetî li Tirkiyê, Kurd hebin. Lê ev daxwaza ji bo hebûna Kurdan ne bi awayekê wusa ye ku ew bibin xwedî statûyekê. Qasê ku ez dibînim, Ewropî dixwazin Tirkiyekê bê şer nêzîkê xwe bikin. Ji bo parastina hêzên Rojavayî pêwîstî bi Tirkiyê heye.

Di niqaşên PE de hate dîtin ku derbarê PKK de hê alozî hene. Hin parlamenteran daxwaz kirin ku PKK ji ser lîsteya rêxistinên terorîst bê derxistin, hin ji wan jî bi israr hevoka terorîst û PKK bihev re bikar anîn. Dibe ku di demên pêş de di vî warî de hin gav bên avêtin. Di vî warî de pêwîste aşkerekirina rapora Europol, ku van rojan çê bû, li ber çavan bê girtin. Derbarê PKK de naveroka heman raporê erênî nîn e.

Pêwîste rastiyekê din jî bê zanîn ; hikûmeta AKPê bê destûra Amerîka û YEyê dest bi pêvajoya Imraliyê ne kiriye. Lewre di destpêka vê pêvajoyê de ji aliyê her du hêzân ve jî piştgirî çê bû, çê dibe. Niqaşên ku di PE de pêş ketin baş dan xûyan ku YE ji destpêkê ve di nava hewldanên ji bo pêşxistina pêvajoya Imraliyê de ye. Eger pêvajoyekê Oslo hatibe jiyan kirin, dê were zanîn ku ew bê nêrîna Ewropiyan pêk nehatiye.

Wusa diyar e ku sala 2013 wê ji pêşketinên cuda re malxoyî bike. Danîna çekan nebe jî rawestandina şer bê guman dixûyê.

Ahmet DERE  /  11.02.2013

Ev nivîs du Rûdawê de hatiye weşandin

31.01.2013

Komkujiya Parisê û Çend Pirs

Bist roj piştî Komkujiya Parîsê hêdî hêdî zelalî çê dibe. Li gorî rayedarên fransewî bi îhtimalekê xurt kujêr Ömer Güney e.

Roja 21ê Çile dozgerê fransewî civînekê çapemeniyê çê kir û diyar kir ku di dema ku Ömer Güney di Büroya İnformationê ya Kurdistanê de bûye heman komkujî çê bûye. Herwuha hate ragihandin ku di çanteyê vî kesî de şopa barûtê hatiye tespît kirin. Qasê ku em dizanin di destê dozgerê fransewî de hê tiştekê din ku vê komkujiyê weke kiryara Ömer Güney nişan dike tine. Lê belê divê were zanîn ku rayedarên fransewî xwedî pir derfetan in, lewre dibe ku di destê wan de hin agahiyên din jî hebin, di rojên pêş de emê pê bihesin.

Qasê ku min ji hin derdorên dozgeriyê agahî girt, ji roja destpêkê vir ve di navbera rayedarên fransewî û tirk de hevkariyekê heye. Bi taybetî piştî ku hate diyar kirin ku Ömer Güney di nava salekê de 10 caran çûye Tirkiyê, hevkariya di navbera hêzên sixûriya fransewî û tirk de tengtir dibe. Lê belê divê em vê jî bifikirin ; gelo rayedarên fransewî û tirk hin tiştan veneşêrin ? Eger tiliya dewleta tirk di vê komkujiyê de hebe îhtimala vê yekê pirr mezin e.

Piştî Komkujiya Parîsê di nava Kurdan de cur be cur pirs têne kirin. Bê guman ev tişt pirr asayî ye û pêwîst e jî. Ez, weke kesekî rêxistinê û herwuha Parîs û Bûroya ku Komkujî tê de pêkhatiye baş nas dike dixwazim hin pirsên xwe bi raya giştî ya Kurd re parve bikim ;

1-Kî  ji Ömer Güney re bûye referans ku ew bibe endamê komeleya Villiers le Bel ? Em dizanin ku di destûra Komeleyan de ev xal heye ; « Ji bo ku kesekî bibe endamê komeleyekê divê du kes wî pêşniyaz bikin ». Lewre pêwîst e ev du kesên ku ji Ömer Güney re bûn in referans werin aşkere kirin û di heqê wan de lêpirsîn bê kirin. Eger kes nebûn in referans wê demê divê rayedarên komeleya mijara gotinê bersivê bidin.

2-Tê zanîn ku Ömer Güney nêzê sal û nîvê di nava xebatên komeleyan de cih girtiye û bi giranî jî tevlî karê pêwendiyên derve bûye. Wê demê çawa bûye ku kesî derbarê wî de lêpirsînekê agahdariyê nekiriye ? Ez dizanim ku kesên baş neyên nas kirin nikarin tevlî heman karan bibin.

3-Qasê ku dozgerê fransewî diyar kiriye, Fidan Doğan (Rojbîn) telefonê Ömer Güney kiriye û jê xwestiye ku ew biçe wan ji derekê bibe Bûroyê. Ji kû ?

4-Tê zanîn ku ev kes 46 deqe di Bûroyê de maye, wusa diyar e ku ew li benda Sakînê (dibe ku li benda Fidan û Leylayê jî)  maye ku wê, an jî wan, bibe derekê. Ev der kû ye ? Dema ku ew neçûn cihê ku biçin çima wuqasa dereng, saet derdora 23’an de ketin hereketê ku li wan bigerin ? Heman rojê divê Sakine biçûya kû ? dema ku ew neçû çima kes lê negeriya ?

Eger kujêr Ömer Güney nebe jî (Li gorî dozger  % 80 ew e) divê em li bersiva van pirsan bigerin. Tişta esas ku mirov nikare nebêje ev e; di vê komkujiyê de rola dewleta tirk an jî ya hêzên tarî yên di nava dewleta tirk de heye, herwuha gafleta Kurdan jî mezin e.

*Roja 6’ê Sibatê, li Strasbourgê, di Parlemena Ewropayê de xala « Ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurd ya li Tirkiyê pêwîstiya bi diyalogê » tê niqaş kirin, ez ê heman niqaşan bişopînim û di nivîsa xwe ya dema pêş de bi wer e parve bikim.

Ahmet Dere / 28.01.2013

Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin

19.01.2013

Komkujiya Parisê

Roja 9’ê Çile li Parisê 3 jinên Kurd, kadroyên PKKê,  Sakine Cansız, Fidan Doğan û Leyla Şaylemez hatin qetil kirin. Ev cara yekem e ku li Ewropayê komkujiyekê wisa lidijî Kurdan çê dibe. Di demên borî de bûyerên qetilkirina Kurdan çê bûn in lê belê ne bi vê awahî ne jin.

Ji roja 10’ê Çile vir ve di çapemeniya ewropayê û herwuha ya tirk de derbarê heman bûyerê de cur be cur nirxandin û analîz têne kirin. Li gorî daxûyaniyên destpêkê yên rayedarên AKPê, bi taybetî ya Huseyîn Çelîk, heman bûyer weke kiryara PKKê hate destnişan kirin. Piştî helwesta derdorên kurd ez zimanê rayedarên AKPê guherîm lê belê derdorên nijadperestên tirk hê jî di nava hewldanan de ne ku vê bûyerê bikin sûyê PKK.

Heya vê dema ku ez van hevokan dinivisînim jî hê derbarê vê komkujiyê de daxûyaniyekê fermî ya rayedarên Dewleta Fransa çê nebûye. Wusa diyar e ku rayedarên Fransewî naxwazin tiştekê ne zelal bêjin, ew dixwazin bigehêjin encamekê pişt re daxûyaniyekê bidin raya giştî. Lê belê di çapemeniya fransewî de bi gotinên indîrekt bal dikêşe ser İranê. Bi taybetî kiryarên Îranê yên ku lidijî rayedarên kurd hatine kirin ( Bûyera Abdurrahman Kasimlo û ya Komkujiya li Berlînê) hêdî hêdî tê bilêv kirin. Wisa diyar e ku heya kiryarên vê komkujiyê neyên zelal kirin wê pir analîz bên nivîsandin.

Beriya her tiştî zelal kirina vê bûyerê barê Dewleta Fransayê ye. Ne tenê Kurd vê yekê dibêjin, di nava raya giştî ya navneteweyî de jî heman rastî tê ziman. Vê heftê li Strasbourgê Civata Giştî ya Parlemena Ewropayê pêk tê, ez bawer im wê heman sazî jî bangê li Dewleta Fransayê bike daku bûyer bê zelal kirin. Heya naha bi dehan rêxistinên sivîl yên fransewî bangê li rayedarên dewletê kirine ku heman bûyerê zelal bikin. Ez wisa dibînim ku di nava rojên pêş de wê daxûyaniyekê fermî ya dozgerê fransewî ji raya giştî re bê aşkere kirin.

Beriya her tiştî ev komkujî lidijî pêvajoya diyaloga ku di navbera rayedarên Dewleta Tirk û Abdullah Öcalan de dest pê bûye hatiye çê kirin. Berpirsyarên vê bûyerê kî dibin bila bibin armanca wan xerab kirina pêvajoya aştiyê ye. Heman derdor li Tirkiyê jî, di qada navneteweyî de jî û di nava Kurdan de jî hene. Mixabin şerê ku bi dehan salan e didome bûye sedemê ku ev hejmara van derdoran pirtir bibe û dijwartir bibin. Lewre li ser rêya pêvajoya sekinandina şer û aşîtiyê pir xetere hene, divê her du alî jî di vê derbarê de amade bin. Bûyera Parisê îşaretekê pir zelal e û divê baş were analîz kirin.

Biştî Komkujiya Parisê di nava Kurdan de rewşa hevkariyekê baş derketiye holê. Eger derbarê pêvajoya sekinandina şer de heman hevkarî bidome wê rewşekê bixêr biafirîne. Hêviya min ew e ku rayedarên PKKê jî ji vê hevkariyê sûd werbigirin û bikin xizmeta pêkanîna yekîtiyekê neteweyî.

 Ahmet DERE  /  14.01.2013

Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin

4.01.2013

2013 û Yekîtiya Ewropayê

Sala borî Yekîtiya Ewropayê (YE) bi pirsgirêkên xwe yên aborî re tekoşîn kir. Giraniya hêz û qeweta vê yekîtiyê bi lêgerîna ji bo çareserkirina pirsgirêkên aborî hate bikaranîn. Lê belê heman pirsgirêk hê jî li ser maseya rayedarên ewropîn in. Bi taybetî Almanya di vî warî de rola pêşengiyê leyst, Angela Merkel wezîfeya operatoriya lokomotîfa ewropî girte ser xwe.

Digel pirsgirêkên aborî û tekoşîna ku ji bo çareserkirina wî hate meşandin YE  derbarê rewşa siyasî ya cihanê de jî pirr bêdeng nema. Bi taybetî Fransa di vî warî de wezîfeya nûnertiya YE girte ser xwe. Piştî hilbijartinên Serokkomariyê rêveberiya Partiya Sosyalîst û hikûmet kete nava hewldanên dîplomatîk daku bandora ewropî zinde bihêlin. Lewre derbarê Sûriyê de rola pêşengiyê girt ser xwe, muxalefeta Sûriyê weke nûneriya heman welatî nas kir. Heman hewldanên Fransayê hê jî didomin û wisa dixûyê ku wê di vê salê de jî dewam bikin.

Rojeva saziyên YE ên weke Parlemen, Konseya Yekîtiyê û Komisyonê jî bi heman pirsgirêkên aborî ve girêdayî derbas bûn. Digel ku Parlemena Ewropayê derbarê rewşa mafê mirovan de weke saziyekê şiyar hatiye nas kirin, di sala borî de dengê wê zêde bilind nebû. Merasîmên pêşkeşkirina xelata Sakharof ya Azadiya Ramanê jî pirr di nava bêdengiyê û di bin siya rewşa aborî de derbas bûn. Rewşa mafê mirovan û ya demokrasiyê di rojeva civata giştî ya vê saziyê de nebû xwedî cihekê dorfireh. Digel ku min pirraniya civatên giştî yên li Strasbourgê şopandin tu carekê min niqaşên bi cewher, ên derbarê rewşa mafê mirovan û demokrasiya cihanê de nebihîst. Heman nêrîn ne tenê ya min e, ev rastî ji aliyê pirr rojnamevanên din ve jî tê ziman.

Di salekê wisa de bêguman xalên weke ya pirsgirêka kurd û rewşa mafê mirovan ya li Tirkiyê jî zêde nebû mijara rojeva YE. Ji derveyê Konferansa Kurd ku li Brûkselê pêkhat, (di rojên 5-6ê Kanûnê de) di Parlemena Ewropayê de mijara Rastiya Kurd neket rojevê. Hatin û çûyîna nûnerên BDPê û yên rêxistinên din ên Kurdan jî zêde çê nebûn. Lewre mirov dikare bêje derbarê Kurd-YE de   jî sala 2012an bêbandor derbas bû.

Digel vê rewşa 2012an, rayedarên Ewropî neçar in ku di vê sala nû de halê xwe cuda bikin. Eger ew di sala 2013an de jî zêdetir bi pirsgirêkên xwe ên aborî û civakî re elaqadar bibin ew ên nikaribin di qada navneteweyî de bandora soza xwe biparêzin. Lewre digel hemû rewşa neyênî wê sala 2013an ji aliyê Ewropiyan ve cudatir derbas be.

Li gorî vê wêneyê YE divê di sala 2013an de nûnerên Kurdan, bi taybetî ên Rojava û Bakurê Kurdistanê, di saziyên YE de zêdetir aktif bin. Tu car zerara karê dîplomatîk tine, hewceya me bi dostan û pêwendiyên navneteweyî heye.

Hêvîdar im sala 2013an bibe salekê pêşeng ya mafê mirovan û demokrasiyê.

Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin

Ahmet DERE / 31.12.2012

22.12.2012

Pêvajoya YE-Tirkiye û Kurd

Ji salên 1990’î vir ve ez mijara Ewropa-Tirkiye-Kurde dişopînim. Derbarê heman mijarê de min pirr gotar nîvîsiye û herwuha pirtûkekê jî weşandiye (Yekîtiya Ewropayê û Rastiya Kurd- Weşanên Mezopotamya û Weşanên HAN). Bi awayekê aktîf ez hê jî heman mijarê dişopînim.

Weke tê zanîn ji sala 2005an vir ve Pêvajoya Guftugoyan di navbera Yekîtiya Ewropayê (YE) û Tirkiyê de dest pê kiriye. Heya naha tenê guftugoyên  xalekê temam bûn in, li ser maseya guftugoyan hê 34 xal hene. Li gorî rayedarên YE di nava 3 salên dawî de, bi taybetî ji destpêka pêvajoya hilbijartinên 12 Hezîrana 2011an vir ve, hikûmeta AKPê nêzîkatiya xwe guhertiye û hêviyên xwe ji endametiya YE biriye. Lewre di pêvajoya guftugoyan de zêde pêşketin çê nabin. Eger ji 35 xalan yek jî temam nebe Tirkiye nikare bibe endamê Yekîtiyê.

Ji ber sarbûna helwesta Tirkiyê nêzîkatiya rayedarên ewropî jî guheriye, lewma Tirkiye û rewşa heman welatî zêde nabe mijara niqaşan. Di nava saziyên YE de, bi taybetî di Parlemena Ewropayê de siyasetmedarên ku derbarê Tirkiyê pispor in xwe kisandine pişt perdeyan, zêde naaxifin. Di navbera salên 2005-2009 de her mehê Tirkiye dibû mijara civîn û konferansan, lê belê di nava van 3 salên dawîn de heman mijar pirr kêm tê niqaş kirin.

Sarbûna helwesta Tirkiyê ji YE re bûye hacet ku ew vê mijarê zêde niqaş nekin. Vê gavê di nava rayedarên payebilind yên YE de pirr kesên ku naxwazin Tirkiye bibe endam hene. Bi taybetî partiyên rastgir di vî warî de xwedî helwestekê aşkere ne.

Çiqas atmosfera pêvajoya guftugoyên Tirkiye-YE sar bibe wuqasa jî saziyên vê yekîtiyê xwe nêzîkê pirsgirêka kurd nakin. (Divê were zanîn ku heya naha YE pirsgirêka kurd a li Tirkiyê bi ya Kurdên Başûr û herwuha ya Rojava ve girêdayî negirtiye dest. Ji bo ewropiyan hê jî Pirsgirêka Kurdên Bakur weke pirsgirêkek navxweyî ya Tirkiyê tê dîtin) Tenê di raporên salane yên Komisyon û Parlemenê de derbarê Kurdan de hin tişt têne nivîsandin. Herwuha di heman raporan de heya naha jî navê PKK weke rêxistinekê « terorîst » cih digire.

Mixabin, çawa ku rayedarên tirk bûnin xwedî helwestekê sar, di nava van 3 salên dawî de rêxistinên Kurdan jî ligel saziyên YE zêde kar nakin. Bi taybetî BDP û şaredariyên wê, di vî derbarî de dikarin rolekê pirr baş bileyzin ku niqaşên derbarê pirsgirêka kurd de zinde bimînin. Lê belê wusa diyar e ku hê jî rayedarên BDPê û herwuha yên pirr rêxistinên Kurdên Bakur xwedî mentalîteyekê nêzîkê ya rayedarên Tirk in. Lewre li Ewropayê zêde hewldanên meşandina dîplomasiyekê baş û rast lipêş nakevin.

YE û yek bi yek welatên ewropî bixwazin jî nikarin pirsgirêka kurd çareser bikin, lê belê ev hêz dikare ji çareseriyê re alîkar bibe. Lewre pêwistiya me Kurdan bi alîkariya dostên baş û rast yên li vê parzemînê heye.

Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin

9.12.2012

Hêza Diaspora Kurd


Li welatên Yekîtiya Ewropayê nêzê du mîlyonan Kurd dijîn. Ji salên 1960î vir ve Kurd li vê parzemînê dijîn û ji sisiyan yekê wan jî bûye hemwelatiyê Ewropayê. Pirraniya wan li Almanya, Fransa, Holandayê be jî li hemû welatên Ewropayê girseyên mezin yên Kurdan tê dîtin. Pirraniya van Kurdan ji Bakurê Kurdistanê bin jî, mirov dikare ji hemû parçeyên Kurdistanê girseyan bibîne.

Bi awayekê giştî nêzê hezar komeleyên Kurdan li welatên Yekîtiya Ewropayê hene. Lê belê di nava van komeleyan de yên ku ji aliyê kesên profesyonel ve tên birêvebirin zêde tinene. Komeleyên ku bi awayekê profesyonel neyên birêvebirin û karê wan yên burokratîk nîzamî neyê tenzîm kirin nikarin ji dewletan alîkariyê bistînin. Lewma di nava komeleyên Kurdan de yên ku ji dewletan alîkariyê digirin zêde tinene.

Diaspora bi rêya girseyên tenzîmkirî dibe hêz. Bêguman hejmar jî girîng e, lê belê bi wê ve girêdayî divê sazî û rêxistinên ku bikaribin dengê girseya bi sedan hezaran û bi mîlyonan bigehînin raya giştî jî hebin. Lewre girseya ku bi mîlyonan hejmara wê hebe lê belê nikaribe xwe baş tenzîm bike nikare bibe diaspora. Li Ewropayê û li Amerîkayê eger deng û navê diaspora Cihûyan û ya Ermeniyan heye ew jiber baştir tenzîmbûna wan e.

Ji destpêka sedsala 21. vir ve em dibên diaspora me jî heye. Ez yek ji kesên ku hevoka diasporayê bikar aniye me. Min di pirtûka xwe ya bi navê « Yekîtiya Ewropayê û Rastiya Kurd » de vê mijarê bi dorfirehî şîrove kiriye. Lê belê dema ku ez li rewşa me dinêrim, hê jî me xwe nekiriye hêzeke diasporal. Eger bi rastî em bibûna hêzeke diasporal wê demê divê di Parlemena Ewropayê de û herwuha di parlemenên neteweyî û herêmî de bi dehan Kurd hebûna. Lê mixabin wusa nîn e, hê jî em nikarin hin mijaran, yên weke ya Roboskî, Girevên Birçîbûnê ku bidawî bûn û hwd.  bikin rojeva hêzên navneteweyî.

Ji sala 2004an vir ve her salê carekê di Parlemena Ewropayê de Konferansekê li ser mijara Kurd, Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê pêk tê. Îsal jî heman Konferans di 5 û 6ê Kanûnê de tê lidarxistin. Lê mixabin ev Konferans weke xebatekî diaspora kurd nayê tenzîm kirin û tê de hêza diaspora kurd nayê dîtin. Lewre heman xebat bala saziyên ewropî zêde nakişîne. Ji saziyên Yekîtiya Ewropayê jî zêde rayedar beşdar nabin. Ji hemû tiştê girîngtir jî, ji her çar parçeyên Kurdistanê rêxistin û şexsiyet tevlî nabin û mijara giştî ya gelê kurd li wê nayê axiftin. Çendî ji pirr rêxistinên Kurdistanî yên li Ewropayê re vexwendin bên şandin jî ew tevlî nabin. Di vê derê de kêmasî tenê ya komîteya amadekar nîn e, di mentalîteya rêxistin, sazî û komeleyên me Kurdan de wateya diasporayê hê nehatiye çandin.

Ji derveyê Konferansa ku di Parlemena Ewropayê de pêk tê, her salê li pirr welatên Ewropayê cur be cur Konferans, Civîn, Semîner, Sempozîyûm, Meş, Mitîng tên lidarxistin. Lê mixabin, ev karan hemû bi tevlûbûna girseyên taybetî yên hin rêxistinan ve bisînor dimîne. Yanê hemû sazî û rêxistinên Kurdên li diasporayê, an jî tenê yên li Ewropayê, beşdarî çalakiyekê nabin. Heya naha min bixwe nedîtiye ku ji hemû derdorên Kurdan başdariyekê li çalakiyekê bûye. Di mêjiyê me de hê parçebûn heye, lewre jî em hê nebûn in hêzekê bas ya diasporayê.

Ahmet DERE  /  03.12.2012

Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşansin

11.11.2012

Grevên Birçîbûnê û Helwesta Ewropayê

Nêzî 2 mehan e ku di girtîgehên Tirkiyê de grevên birçîbûnê dewam dikin. Jiyana hin çalakvanan  di xeteriyê de ye. Eger van rojan çalakî neyê bidawî kirin dibe ku hin şahadet çê bibin.

Di derbarê çalakiya greva birçîbûnê de pir agahî têne ragihandin û cur be cur rêxistinên kurd û herwuha yên li Tirkiyê daxûyaniyan didin. Helwesta dewleta tirk û ya AKPê jî diyar e. Lê belê heya naha ji aliyê derdorên fermî yên ewropî ve zêde deng tine. Saziyên ewropî ku parastina demokrasiyê û ya mafê mirovan ji xwe re kirine wezîfeya yekem, di derbarê vê çalakiyê de bêdengiya xwe diparêzin.

Bêdengiya saziyên ewropî, bi taybetî ya Komisyona Ewropayê û herwuha ya Parlamentoya Ewropayê, cesaretê dide dewleta tirk. Dibe ku rayedarên Tirkiyê vê mijarê aşkere niaxifin, lê belê pir diyar e ku di pişt perdê de heman mijar tê dîtin. Dibe ku bi awayekê aşkere AKP nêzîkatiya Ewropiyan zêde girîng nabîne, lê belê di rastiyê de giraniya pozisyona Yekîtiya Ewropayê herdem ligel rayedarên dewleta tirk heye.

Yekîtiya Ewropayê (YE) nikare daxwazên çalakvanên greva birçîbûnê bi dewleta tirk bide qebûl kirin, lê belê ew dikare bandorekê erênî bide afirandin. Ne tenê ligel rayedarên dewleta tirk, YE dikare ligel çalakvanan jî bibe xwedî daxwaz û di navbera wan û dewletê de rolekê pozîtîf bileyze. Lê mixabin, wusa diyar e ku rayedarên saziyên YEyê naxwazin bi girtiyên PKK-KCKê re bibin muxatab. Di van rojan de min jî bi hin rayedarên heman saziyên ewropî re guftugo çê kir, wan bi awayekê aşkere negotin, lê belê min baş fêm kir ku ew naxwazin bi heman girtiyan re muxatab bibin. Ev nêzîkatî ji bo navê parazvaniya demokrasî û mafê mirovan şermekê mezin e. Wusa diyar e ku ligel saziyên ewropî cur be cur mafê jiyanê heye, dema ku Kurd û girtiyên wan dibin mijara gotinê heman maf cuda tê şîrove kirin.

Li Ewropayê rêxistinên kurdan cur be cur çalakiyan çê dikin. Her rojê li pir welatan meş, mitîng û grevên birçîbûnê pêk tên. Lê mixabin heman çalakî tenê ligel Kurdan bandorê çê dikin, dengê wan nagihêje guhê sazî û raya giştî ya biyanî. Di vî derbarî de kêmasiya tenzîmbûna Kurdan jî heye, çalakî bê pîlan û bê amadekarî tên lidarxistin. Piştî pêvajoyekê wuha giran û dema ku jiyana wuqasa girtiyan ketiye xeteriyê pêwîst e Kurdên li diyasporayê bikaribin çalakiyên wusan tenzîm bikin ku bandorê li ser raya giştî ya ewropî çê bikin. Eger raya giştî ya ewropî were şiyar kirin wê tesîrê li ser saziyên ewropî jî bide çê kirin.

Di dawiyê de ez dixwazim vê jî dubare bikim ; pêwîst bû di qada Ewropayê de BDP jî bikariba rolekê dîplomatîk bileysta. Bandora BDP dikare ji ya hemû saziyên diyaspora kurdan zêdetir bitesîr be. Lewre di derbarê vê çalakiya greva birçîbûnê de jî BDP dikaribû rola xwe bileysta. Çendî dereng be jî dîsa jî ew dikare hin tiştan bike.

Ahmet DERE / 06.12.2012

Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşansin

25.10.2012

AKP, Cemaat û Pirsgirêka Kurd


Serokê AKPê Recep Tayip Erdoğan di nava hewldanên taktîkî de ye. Her ku diçe navbera AKP ya Erdoğan û Cemaata Fetullah Gülen vedibe. Hilbijartinên Serokkomariyê ku wê di 2014an de pêk werin nakokiya di navbera Cemaat û AKPê de kûrtir dike. Li gorî agahiyan mêla Cemaatê li hêla Abdullah Gül e. Lewre Tayip Erdoğan dixwaze rêveberiya AKPê ji hevalên xwe ên sadik bide çê kirin. Numan Kurtulmuş ji wan yek e.
 
Derdorên ku bi siyasetê ve elaqadar dibin baş dizanin ku AKP partiyekî koalîsyonê ye. Di nava rêveberên wê de kesên ji cur be cur nêzîkatiyên siyasî, civakî û olî hene. Hevkariya wan li ser esasê parastina berjewendiyan dimeşe.  Lê belê ji 2009an vir ve hêdî hêdî hîmê vê koalîsyonê dilerize. Ji bo ku di hilbijartinên 2011an de heman koalîsyon zerarê nebîne Erdoğan û hevalên wî pir bi dîqet tevgeriyan. Lê ji sala par vir ve asta lerizandina koalîsyona AKPê zêdetir dibe. Daxwaza Erdoğan ya qedexekirina dersxaneyan bûye sedemê ku Cemaat nerazîbûnên xwe aşkere bike. (Tê zanîn ku dersxane cihê tenzîmbûn û hêzbûna Cemaata Fetullah Gülen in)
Di aliyekê de Tayip Erdoğan dixwaze bibe Serokkomar di aliyê din de jî naxwaze AKP bikeve bin bandora Cemaatê, an jî ya derdorên din. Digel ku Tayip Erdoğan hê berendametiya xwe ya ji bo Serokkomartiyê aşkere nekiribe jî, raya giştî ya Tirkiyê di ferqiyeta daxwaza wî de ye. Di aliyê din de Abdullah Gül jî hê negotiye « ez nabim berendam ». Çendî Abdullah Gül yek ji kesên Cemaatê nebe jî ew ji aliyê heman hêzê ve tê hez kirin. Ev nêzîkatiya Cemaatê û bêdengiya Abdullah Gül  Tayip Erdoğan ditirsîne. Lewma ew xwe neçar dibîne ku hin taktîkan lipêş bixe.
Weke her demên borî, kengê rayedarên dewleta tirk û herwuha yên cur be cur partiyên siyasî dikevin tengasiyê tişta ku dixwazin bikar bînin Pirsgirêka Kurd e. Di vê dema wuha bialoz de Tayip Erdoğan dixwaze Kurdan ji xwe re bike hêz. Lê belê ew naxwaze dev ji dengên derdorên nijadperest jî berde. Lewre di aliyekê de ew dixwaze şerê lidijî PKKê tûndtir bike, di aliyê din de jî mesajên di derbarê çareseriya Pirsgirêka Kurd de bide.
Daxûyaniyên dawî yên Tayip Erdoğan ku di derbarê çareseriya Pirsgirêka Kurd de dibê « wê hin pêşketin çê bibin » bi tevahî di xizmeta armanca wî ya taktîkî de ne. Dema ku operasyonên leşkerî firehtir dimeşin û di zîndanan de bi sedan dîlên şer çalakiya gireva birçîbûnê didomînin kes nikare hêviyên xwe bi heman daxûyaniyan girê bide, bi taybetî ez bixwe tu tistekê erênî hêvî nakim.
Dema ku ez li rewşa Tirkiyê û ya derdorên siyasî dinêrim, mixabin ji derveyê nêzîkatiyên taktîkî tu tiştekê din nabînim. Wusa diyar e ku heya 2015an, ku di vê navberê de 3 hilbijartin çê dibin, wê cur be cur daxûyaniyên wuha taktîkî werin dayîn, dibe ku di vê demê de pêvajoyekê din weke ya Oslo jî bê dest pê kirin, lê belê dîsa jî divê ev neyê wateya daxwaza ji bo çareseriyê.
Ahmet DERE  /  23.10.2012

12.10.2012

Dewleta Tirk û Şer


Ji roja 3yê Cotmehê vir ve, piştî teqîna bombeyekê ku li navçeya Ruha ya Akçakaleyê bû sedemê kuştina 5 kesan dewleta tirk di nava « şer »de ye. Kes nizane heman bombe ji aliyê kîjan hêz an jî hêzan ve hatiye avêtin, lê belê dewleta tirk heman bombe kir barê rejîma Sûriyê. Digel nediyariya avêtina heman bombê artêşa tirk axa Sûriyê bombe kir û, li gorî ragihandinên fermî ên dewleta tirk, ji 30yî zêdetir leşkerên Sûriyê hatin kuştin. Ji heman rojê vir ve heya naha pir caran artêşa tirk bombe avêtiye axa Sûriyê.
 
Piştî heman bûyerê rayedarên tirk ketin nava hewldanan daku Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî biryara şer lidijî Sûriyê bigire. Lê belê, weke dema borî carekê din Rûsya lidijî daxûyaniya tûnd ya NY bû kelem. Heman sazî neçar ma ku ew tenê  nêzîkatiya Sûriyê şermezar bike.
Piştî ku heman bûyer qewumî, rayedarên AKPê  civînan li ser civînan pêk anîn. Di demekê pir kurt de amadekarî çê kirin ku meclîs destûrê bide hikûmetê daku ew bikaribe artêşê bike nava şer. Çendî rayedarên hikûmetê bibêjin « Ev destûrname tenê bi armanca tirsdayînê ye » dîsa jî di nêzîkatiya dewleta tirk de rastiyekê cuda heye.
Dewleta tirk di nava pîlanên xetere de ye. Ez wusan dibînim ku hemû pîlanên AKPê û herwuha yên dewleta tirk li gorî rewşa hêzbûna Kurdên Rojava tê li darxistin. Eger di avêtina bombeya lidijî navçeya Akçakaleyê de tiliya dewleta tirk, an jî ya mixalifên Sûriyê hebe jî di rastiya wê de dîsa pêşxistina têkoşîna lidijî Kurdên Rojava heye. Dewleta tirk hemû tiştan dike ku Kurdên Rojava nikaribin li Sûriyê bibin xwedî maf. Eger ne jiber Kurdan bûya di salên borî de Erdogan bi Beşar re nedibû bira, herwuha ne jiber Kurdan bûya Tirkiye helwestekê wuha tûnd lidijî Sûriyê raber nedikir.
Bombeya ku roja 03yê Cotmehê teqiya ji AKPê re bû hacetekê ku ew raya giştî êqna bike daku artêşa tirk, eger pêwîst be, bikaribe bikeve axa Sûriyê. Ajansên nûçeyan ên navneteweyî jî heman armanca dewleta tirk dinivisînin. Du roj berê di ajansa nûçeyan ya fransî AFPê de wuha dahate gotin « Tirkiye naxwaze sînorekê din bi Kurdan re vebike. Lewre ew hemû tiştê dike daku Kurdên Sûriyê nikaribin hêza xwe xurtir bikin û bibin xwedî rewşekê weke ya Kurdên Îraqê ».
Dema ku mirov li rewşa siyasî û herwuha ya civakî dinêre li Tirkiyê atmosfera şer baş tê xuyan. Di nava vê mij û dûmanê de artêşa tirk, bi balefiran lidijî çiyayên Başûr, bi taybetî jî lidijî Qendîl û Xinêre bombebaranê dike. Dema ku bala raya giştî kişiyaye ser Sûriyê ev dewlet dixwaze hin pîlanên xwe ên qirêjtir jî pêk bîne.
Lidijî vê nêzîkatiya qirêj ya dewleta tirk, mixabin ne li Kurdistanê û ne jî li derve helwestekê di jihde tine. Di vî derbarî de pêwîstiyekê girîng bi alîkariya Rêveberiya Herêma Başûrê Kurdîstanê  heye. Ji her demê zêdetir divê naha Kurd bi şiyarî tev bigerin.
Ahmet DERE  /  09.10.2012
Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin

27.09.2012

Şerê Veşartî


Li Bakurê Kurdistanê şerekî giran dimeşe. Her mehê bi dehan kes jiyana xwe jidest didin. Jibo mesrûfên şer dewleta tirk mehê bi dehan mîlyonan euro xerc dike. Di derbarê heman şerî de di çapemeniya tirk û herwuha ya navneteweyî de ragihandinên rojane tên weşandin. Di rojeva rayedarên dewleta tirk de jî heman şer cihekê sereke digire. Raya giştî ya tirk û kurd bi dengê heman şerî radibe û radizê.

Digel vî rewşa şer di warê fermî de tiştekê nayê dîtin. Rayedarên dewleta tirk hewl didin ku ev şer nebe xwedî statûyekê fermî. Di karê fermî yên dewletê de navê vî şerî « teror » e. Lê belê heya naha li tu welatî dewletekê wuqasa bi salan lidijî «  terorîstan » şer nekiriye. Tu hêzekê terorîst nikaribûye lidijî dewletekê çalakiyên bi vî rengî pêk bîne.

Çawa ku rayedarên dewleta tirk di kar û barên xwe ên hindirîn de rastiya şer binav nakin wusa jî di karê derve de heman şerî vedişêrin. Di hemû karê dîplomatîk de rayedarên tirk hewl didin ku navê « şer » li çalakiyên têkoşîna rizgariya gelê kurd neyê kirin. Heman hewldanên dewleta tirk di korîdorên saziyên Yekîtiya Ewropayê de jî baş tê dîtin û ez bi xwe jî herdem dibim şahîd.

Roja 20ê Elûnê Konseya Ewlekariya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî biryarnameyekê qebûl kir. Di heman biryarnameyê de mijara « Bikaranîna zarokan di şer de » hatiye pejirandin. Lê belê di heman belgeyê de ne ji rayedarên tirk û ne jî ji PKKê tiştekê nayê xwestin û behsa rewşa şerê li Kurdistanê nehatiye kirin. Li Tirkiyê rayedarên dewletê û yên hikûmetê her roj dibêjin « PKK zarokan bikar tîne » lê belê ew naxwazin heman gotinan di qada navneteweyî de bêjin û herwuha ew nahêlin kes jî heman rastiyê bîne ziman. Di vî derbarî de PKK jî tiştekê nabêje, wusa derdikeve holê ku di heman mijarê de, bê xwastek be jî, nêzîkatiya dewletê û ya PKKê dişibin hev.

Bê guman armanca dewleta tirk ew e ku navê « şer » li rewşa pevçûnên di navbera artêşê û gêrîlla de neyê kirin. Eger dewleta tirk di platformên fermî ên di qada navneteweyî de bêje « PKK zarokan di şer de bikar tîne » wê demê Neteweyên Yekbûyî dikare mudaxale bike. Mudaxaleya heman rêxistinê dibe sedemê ku têkoşîna rizgariya gelê kurd di qada navneteweyî de weke « şer » bê naskirin. Heman rastî dibe sedemê ku navbenkar çê bibin. Bê guman wê demê jî Tirkiye û PKK, an jî Kurd weke aliyên şer tên qebûl kirin. Ji heman qadê bi şûn de girtiyên PKKê weke dîlên şer tên qebûl kirin. Û di pir aliyan de rewş diguhere.

Di vî derbarî de rolekê mezin dikeve ser dîplomasiya kurd. Mixabin heya naha dîplomasiya ku Kurdan meşandiye nikaribûye bibe sedemê ku rastiya şer bê qebûl kirin. Digel encamên vî şerê giran hê jî di qada navneteweyî de têkoşîna rizgariya gelê kurd weke « teror » tê binav kirin. Di raporên saziyên Yekîtiya Ewropayê de jî ev rastî aşkere tê dîtin. Lewre divê rêxistinên Kurdên Bakur û bi taybetî jî BDP û herwuha Kongreya Neteweya Kurdistan bizanibin rêbazên dîplomatîk bikar bînin daku di qada navneteweyî de nav li şer were kirin. Pêwiste rastiya şer weke ŞER bê binav kirin.

Ahmet DERE / 24.09.2012

Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin