Ji roja 3yê Cotmehê vir ve, piştî teqîna bombeyekê ku li
navçeya Ruha ya Akçakaleyê bû sedemê kuştina 5 kesan dewleta tirk di nava
« şer »de ye. Kes nizane heman bombe ji aliyê kîjan hêz an jî hêzan
ve hatiye avêtin, lê belê dewleta tirk heman bombe kir barê rejîma Sûriyê.
Digel nediyariya avêtina heman bombê artêşa tirk axa Sûriyê bombe kir û, li
gorî ragihandinên fermî ên dewleta tirk, ji 30yî zêdetir leşkerên Sûriyê hatin
kuştin. Ji heman rojê vir ve heya naha pir caran artêşa tirk bombe avêtiye axa
Sûriyê.
Piştî heman bûyerê rayedarên tirk ketin nava hewldanan daku
Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî biryara şer lidijî Sûriyê bigire. Lê belê,
weke dema borî carekê din Rûsya lidijî daxûyaniya tûnd ya NY bû kelem. Heman
sazî neçar ma ku ew tenê nêzîkatiya
Sûriyê şermezar bike.
Piştî ku heman bûyer qewumî, rayedarên AKPê civînan li ser civînan pêk anîn. Di demekê pir
kurt de amadekarî çê kirin ku meclîs destûrê bide hikûmetê daku ew bikaribe
artêşê bike nava şer. Çendî
rayedarên hikûmetê bibêjin « Ev destûrname tenê bi armanca tirsdayînê
ye » dîsa jî di nêzîkatiya dewleta tirk de rastiyekê cuda heye.
Dewleta tirk di nava pîlanên xetere de ye. Ez wusan dibînim
ku hemû pîlanên AKPê û herwuha yên dewleta tirk li gorî rewşa hêzbûna Kurdên
Rojava tê li darxistin. Eger di avêtina bombeya lidijî navçeya Akçakaleyê de tiliya
dewleta tirk, an jî ya mixalifên Sûriyê hebe jî di rastiya wê de dîsa pêşxistina
têkoşîna lidijî Kurdên Rojava heye. Dewleta tirk hemû tiştan dike ku Kurdên
Rojava nikaribin li Sûriyê bibin xwedî maf. Eger ne jiber Kurdan bûya di salên
borî de Erdogan bi Beşar re nedibû bira, herwuha ne jiber Kurdan bûya Tirkiye
helwestekê wuha tûnd lidijî Sûriyê raber nedikir.
Bombeya ku roja 03yê Cotmehê teqiya ji AKPê re bû hacetekê
ku ew raya giştî êqna bike daku artêşa tirk, eger pêwîst be, bikaribe bikeve
axa Sûriyê. Ajansên nûçeyan ên navneteweyî jî heman armanca dewleta tirk
dinivisînin. Du roj berê di ajansa nûçeyan ya fransî AFPê de wuha dahate gotin
« Tirkiye naxwaze sînorekê din bi Kurdan re vebike. Lewre ew hemû tiştê
dike daku Kurdên Sûriyê nikaribin hêza xwe xurtir bikin û bibin xwedî rewşekê
weke ya Kurdên Îraqê ».
Dema ku mirov li rewşa siyasî û herwuha ya civakî dinêre li
Tirkiyê atmosfera şer baş tê xuyan. Di nava vê mij û dûmanê de artêşa tirk, bi
balefiran lidijî çiyayên Başûr, bi taybetî jî lidijî Qendîl û Xinêre bombebaranê
dike. Dema ku bala raya giştî kişiyaye ser Sûriyê ev dewlet dixwaze hin pîlanên
xwe ên qirêjtir jî pêk bîne.
Lidijî vê nêzîkatiya qirêj ya dewleta tirk, mixabin ne li
Kurdistanê û ne jî li derve helwestekê di jihde tine. Di vî derbarî de pêwîstiyekê
girîng bi alîkariya Rêveberiya Herêma Başûrê Kurdîstanê heye. Ji her demê zêdetir divê naha Kurd bi
şiyarî tev bigerin.
Ahmet DERE / 09.10.2012
Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder