Piştî hewa bahara ereb ku li Misir, Cezayîr, Tûnis û welatên
din lipêş ket, Ewropa û Emerîkayê bala xwe kişandin ser Sûriyê. Bi alîkariya
amadekariyên ku van hêzan kiribûn, di 2011an de li Sûriyê tevliheviyê dest pê
kir. Di nava demekê kurt de li pir herêmên vî welatî şerê navxweyî derket û
dorfireh bû. Weke tê dîtin, ji du salan vir ve, her rojê li Sûriyê bi dehan kes
jiyana xwe jidest didin.
Di rojên destpêka tevliheviya li Sûriyê de Fransa piştgiriya
xwe ji muxalefetê re êlan kir. Emerîka bi rêyên dîplomatîk helwestekê bi heman şêweyê
raber kir. Di nava welatên endamên Yekîtiya Ewropayê de hêdî hêdî piştgiriya ji
bo muxalefetê pêş ket, helwestekê neyênî raberî Beşar Esad û derdora wî hate
kirin. Ne bi awayekê fermî be jî, YE bi rejîma Esad re têkîliyên xwe pirr
bisînor kir.
Tê zanîn ku di nava welatên yekem, yên ku lidijî rejîma Esad
helwest girtin de, Tirkiye jî heye. Tayîp Erdoğan lidijî rejîma Esad şerekê ne
fermî êlan kir. Bê guman armanca rayedarên tirk cuda bû, wan dixwastin û hê jî
dixwazin li pêşiya pêşketina tekoşîna rizgariya Kurdên Rojava astengiyan çê
bikin. Lewma heya jidestê wan tê ew ji beşekê muxalefeta Sûriyê re alîkariyê
dikin.
Dema ku li Sûriyê tevlihevîyê dest pê kir Emerîka û bi
taybetî jî Fransa helwesta ku wê Rûsya û Çîn raber bikin nekiribûn nava hejmara
encamê. Lewre heman hêzên nevneteweyî naha ketine nava dudiliyekê kûr. Di
navbera welatên endamên YE de hêdî hêdî nêrînên cuda derdikevin holê. Li gorî
ku ez dişopînim di kûlîsên saziyên YE de helwesta Fransa û ya Îlgiltere nayên
pejirandin, rexne li wan zêde dibin.
Van demên dawî di pişt deriyên girtî de, bi rêyên dîplomatîk
bêhna hawldanên ji bo konsansûsekê di navbera muxalefeta « modern » û
rejîma Esad de belav dibe. Dema ku mirov parçe parçe daxûyanî û helwesta
rayedarên Ewropî digire ber çavan baş dixûyê ku wê di demên pêş de guhertinekê
çê bibe.
Guhertinekê çawa ?
Beriya her tiştî Ewropiyan fêm kirine ku rejîma Esad ne weke
ya Misir, Libya û hin welatên Ereb ên din e. Li pişt vê rejîmê hêzên
navneteweyî ên wekî Rûsya û Çinê hene. Xistina vê rejîmê dikare bibe sedemê
tevliheviyekê navneteweyî. Çin û Rusya naxwazin di Rojhilata Navîn de hemû
leystok li gorî daxwaza Emerîka û Ewropayê bê lidarxistin. Lewre kevirên
stratejiya Ewropayê ku bi pêşengiya Fransayê hate lidarxistin, hêdî hêdî
dihecin. Di van mehên bahara îsal de dibe ku rêyekê ji pirsgirêka navxweyî ya
Sûriyê re were dîtin. Lê belê ev nayê wateya ku wê Beşar Esad û rejîma Baas li
ser desthilatdariyê bimîne.
Piştî wuqasa şerê navxweyî û kuştina bi hezaran kesan êdî ne
mumkun e ku temenê heman rejîmê dirêj bibe. Çi û çawa dibe bila bibe êdî di
Sûriyê de tişt weke dema borî nikarin bimeşin. Ev rastî bi her awayî derketiye
holê û Ewropî jî vê yekê dibînin.
Ahmet DERE / 11.03.2013
Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder