Hefteya borî, roja 6ê Sibatê, li Parlemnena Ewropayê (PE) nêzê
saet û nîvê Pirsgirêka Kurd hate niqaş kirin. Ev ne cara yekem e ku PE derbarê
heman pirsgirêkê de niqaşên wuha dike, lê belê ev cara yekem e ku bi helwestekê
guherî niqaşan tên kirin. Lewre ez di helwesta Ewropiyan de guhertinekê bingehî
dibînim.
Beriya her tiştî bûyera ku PE mijara « Pirsgirêka Kurd » girt rojeva civata giştî xalekê girîng e. Dibe ku heya naha pir caran di bin baniya heman saziyê de civîn û konferans li ser mijara Pirsgirêka Kurd hatibin tenzîm kirin, lê belê vê carê bi awayekê zelal û bi dorfirehî heman saziyê xala « çareseriyê » girt rojeva xwe. Di axiftinên hemû parlementeran de nêrîna erênî serdest bû, ji pêvajoya Imraliyê re piştgirî hebû.
Beriya her tiştî bûyera ku PE mijara « Pirsgirêka Kurd » girt rojeva civata giştî xalekê girîng e. Dibe ku heya naha pir caran di bin baniya heman saziyê de civîn û konferans li ser mijara Pirsgirêka Kurd hatibin tenzîm kirin, lê belê vê carê bi awayekê zelal û bi dorfirehî heman saziyê xala « çareseriyê » girt rojeva xwe. Di axiftinên hemû parlementeran de nêrîna erênî serdest bû, ji pêvajoya Imraliyê re piştgirî hebû.
Divê were zanîn ku PE rojeva xwe bê amadekarî çê nake.
Herwuha ev saziya ewropî, bê ku berjewendiyên Yekîtiya Ewropayê bigire ber
çavan tu mijarê nake rojeva xwe û li ser ranaweste. Lewre, weke kesekî vê
saziyê nas dike, ez baş dibînim ku, derbarê çareseriya Pirsgirêka Kurd de
Ewropî neçar man in. Eger berdewamiya şer li gorî berjewendiyên Ewropiyan bûya
di vê demê de mijarekê wusan nediket
rojeva PE.
Lê belê divê em sivik nêzîkê vê mijarê nebin, nekevin nava
analîzên xeyalperest. Eger rayedarên Ewropî biryar dabin ku Pirsgirêka Kurd bê
çareser kirin, ev tê wateya ku heman rayedaran hejmara parastina berjewendiyên
xwe kirine. Yanê, Ewropî ji bo berjewendiyên me Kurdan nakevin nava hewldanan.
Heya naha berjewendiyên Ewropiyan di rewşa bialoz de bûn, piştî sedsala borî û
guhertinên ku di konjonktûra cîhanê de pêk hatin, rayedarên saziya Yekîtiya
Ewropayê (YE) nêzîkatiya xwe guherandin. Ji bo Ewropiyan divê di herêma
Rojhilata Navîn de, bi taybetî li Tirkiyê, Kurd hebin. Lê ev daxwaza ji bo
hebûna Kurdan ne bi awayekê wusa ye ku ew bibin xwedî statûyekê. Qasê ku ez
dibînim, Ewropî dixwazin Tirkiyekê bê şer nêzîkê xwe bikin. Ji bo parastina
hêzên Rojavayî pêwîstî bi Tirkiyê heye.
Di niqaşên PE de hate dîtin ku derbarê PKK de hê alozî hene.
Hin parlamenteran daxwaz kirin ku PKK ji ser lîsteya rêxistinên terorîst bê
derxistin, hin ji wan jî bi israr hevoka terorîst û PKK bihev re bikar anîn.
Dibe ku di demên pêş de di vî warî de hin gav bên avêtin. Di vî warî de pêwîste
aşkerekirina rapora Europol, ku van rojan çê bû, li ber çavan bê girtin.
Derbarê PKK de naveroka heman raporê erênî nîn e.
Pêwîste rastiyekê din jî bê zanîn ; hikûmeta AKPê bê
destûra Amerîka û YEyê dest bi pêvajoya Imraliyê ne kiriye. Lewre di destpêka
vê pêvajoyê de ji aliyê her du hêzân ve jî piştgirî çê bû, çê dibe. Niqaşên ku
di PE de pêş ketin baş dan xûyan ku YE ji destpêkê ve di nava hewldanên ji bo
pêşxistina pêvajoya Imraliyê de ye. Eger pêvajoyekê Oslo hatibe jiyan kirin, dê
were zanîn ku ew bê nêrîna Ewropiyan pêk nehatiye.
Wusa diyar e ku sala 2013 wê ji pêşketinên cuda re malxoyî
bike. Danîna çekan nebe jî rawestandina şer bê guman dixûyê.
Ahmet DERE /
11.02.2013
Ev nivîs du Rûdawê de hatiye weşandin
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder