Nêzî 2 mehan e ku di girtîgehên Tirkiyê de grevên birçîbûnê
dewam dikin. Jiyana hin çalakvanan di
xeteriyê de ye. Eger van rojan çalakî neyê bidawî kirin dibe ku hin şahadet çê
bibin.
Di derbarê çalakiya greva birçîbûnê de pir agahî têne
ragihandin û cur be cur rêxistinên kurd û herwuha yên li Tirkiyê daxûyaniyan
didin. Helwesta dewleta tirk û ya AKPê jî diyar e. Lê belê heya naha ji aliyê
derdorên fermî yên ewropî ve zêde deng tine. Saziyên ewropî ku parastina demokrasiyê
û ya mafê mirovan ji xwe re kirine wezîfeya yekem, di derbarê vê çalakiyê de
bêdengiya xwe diparêzin.
Bêdengiya saziyên ewropî, bi taybetî ya Komisyona Ewropayê û
herwuha ya Parlamentoya Ewropayê, cesaretê dide dewleta tirk. Dibe ku rayedarên
Tirkiyê vê mijarê aşkere niaxifin, lê belê pir diyar e ku di pişt perdê de
heman mijar tê dîtin. Dibe ku bi awayekê aşkere AKP nêzîkatiya Ewropiyan zêde
girîng nabîne, lê belê di rastiyê de giraniya pozisyona Yekîtiya Ewropayê
herdem ligel rayedarên dewleta tirk heye.
Yekîtiya Ewropayê (YE) nikare daxwazên çalakvanên greva
birçîbûnê bi dewleta tirk bide qebûl kirin, lê belê ew dikare bandorekê erênî
bide afirandin. Ne tenê ligel rayedarên dewleta tirk, YE dikare ligel
çalakvanan jî bibe xwedî daxwaz û di navbera wan û dewletê de rolekê pozîtîf
bileyze. Lê mixabin, wusa diyar e ku rayedarên saziyên YEyê naxwazin bi
girtiyên PKK-KCKê re bibin muxatab. Di van rojan de min jî bi hin rayedarên
heman saziyên ewropî re guftugo çê kir, wan bi awayekê aşkere negotin, lê belê
min baş fêm kir ku ew naxwazin bi heman girtiyan re muxatab bibin. Ev nêzîkatî ji
bo navê parazvaniya demokrasî û mafê mirovan şermekê mezin e. Wusa diyar e ku
ligel saziyên ewropî cur be cur mafê jiyanê heye, dema ku Kurd û girtiyên wan
dibin mijara gotinê heman maf cuda tê şîrove kirin.
Li Ewropayê rêxistinên kurdan cur be cur çalakiyan çê dikin.
Her rojê li pir welatan meş, mitîng û grevên birçîbûnê pêk tên. Lê mixabin
heman çalakî tenê ligel Kurdan bandorê çê dikin, dengê wan nagihêje guhê sazî û
raya giştî ya biyanî. Di vî derbarî de kêmasiya tenzîmbûna Kurdan jî heye,
çalakî bê pîlan û bê amadekarî tên lidarxistin. Piştî pêvajoyekê wuha giran û
dema ku jiyana wuqasa girtiyan ketiye xeteriyê pêwîst e Kurdên li diyasporayê
bikaribin çalakiyên wusan tenzîm bikin ku bandorê li ser raya giştî ya ewropî
çê bikin. Eger raya giştî ya ewropî were şiyar kirin wê tesîrê li ser saziyên
ewropî jî bide çê kirin.
Di dawiyê de ez dixwazim vê jî dubare bikim ; pêwîst bû
di qada Ewropayê de BDP jî bikariba rolekê dîplomatîk bileysta. Bandora BDP
dikare ji ya hemû saziyên diyaspora kurdan zêdetir bitesîr be. Lewre di derbarê
vê çalakiya greva birçîbûnê de jî BDP dikaribû rola xwe bileysta. Çendî dereng
be jî dîsa jî ew dikare hin tiştan bike.
Ahmet DERE / 06.12.2012
Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşansin
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder