Derbarê pirsgirêka Kurd de cihê Fransa cuda ye, divê cuda bê dîtin.
Di destpêka salên 1990î de, bi alîkariya Xanim Danielle Mitterand, cara
yekem li Ewropayê Konferansa Kurd pêk hat. Di wê Konferansê de pirsgirêka
Kurdên li Tirkiyê jî hate niqaş kirin. Tevlîbûna hin Parlementerên Kurdên
Bakur li wê Konferansê bû sedemê pir
rexneyên şovenîstên Tirk. Lê belê heman bûyer ji pêvajoyekê nû re derî ve kir,
ji heman demê bi şûn de mijara pirsgirêka kurd ket rojeva siyasî ya Tirkiyê.
Ji beşê duyem yê sedsala borî vir ve Fransa herdem xwe nêzîkê Kurdên Başûr
girtiye. Bi taybetî Partiya Sosyalîst (PS) di vî warî de serkêşî kiriye. Piraniya
xebatên navneteweyî yên Xanim Mitterand ji bo Kurdan de pêk hatiye. Gelê Kurd
tu car vê rastiyê ji bîr nake.
Tê zanîn ku cara yekem li Ewropayê Enstîtûya Kurd li Parîsê çê bûye. Di
damezrandina vê Enstîtûyê de dîsa rola PS û herwuha ya Xanim Mitterand mezin e.
Sîneastê mezin yê Kurd Yilmaz Güney ji Tirkiyê revî hat Fransayê, di salên
1990’î de Mûzîsyenê Kurd Ahmet Kaya jî hat Fransayê. Ev herdu hunermendên mezin
yên Kurd jî li Fransayê çûn in ser dilovaniya xwe. Mexberê wan li Parîsê ye.
Ligel vê rewşa Fransayê, mixabin heman welat herdem di nava eniya dijberiya
Kurdan de jî cih girtiye. Di salên 1993-1994an de, piştî Almanyayê, Fransa rola
pêkanîna operasyonan lidijî Kurdên Bakur (bi taybetî lidijî PKKê) hilda ser
xwe. Di wan du salan de bi sedan Kurd hatin girtin, hin ji wan bi salan di
zîndanan de man. Bi dehan saziyên Kurdan hatin qedexe kirin. Di sala 1993an de
ez berpirsyarê Kurdistan Komîtê bûm li Parîsê, heman sazî (ya ku pişt re navê
wê bû Bûroya Enformasyonê û di 9ê Çile
de 3 jinên Kurd lê hatin qetilkirin) hate qedexe kirin, çend rojan pişt re jî
ez hatim girtin. Bê ku dozger û polîs min bi tiştekê tewanbar bikin, ez di
heman welatî de hatim sirgûn kirin. Eger Gabonê wê demê qebûl kiriba, dibû ku
Polîsê Fransewî min sirgûnê Gabonê kiriba.
Ji sala 1993an vir ve Fransa hem xwe weke alîgirê Gelê Kurd daye xûyan, hem
jî di nava eniya dijberiya Kurdan de cih girtiye. Çendî hikûmet hatibin
guhertin jî siyaseta Fransayê derbarê Kurdan de nehatiye guhertin.
Weke tê zanîn roja 9ê Çile li Parîsê
3 jinên Kurd hatin qetil kirin. Ev bû 45 roj hê zelaliyekê çê ne bûye. Tê gotin
ku kiryarê heman bûyerê Ömer Güney e, lêbelê hê derbarê pêkhatina kiryarê de tu
tiştekê zelal ji raya giştî û herwuha ji malbatan re nehatiye aşkere kirin.
Mija li ser heman bûyerê her ku diçe qalind dibe.
Ji 9ê Çile vir ve di navbera Fransa û Tirkiyê de hevkariya ewlekariyê tê
xurt kirin. Di vê navberê de li Fransayê bi dehan Kurd hatine girtin. Li gorî
ku ez dibînim, her ku diçe nêzîkatiya vî welatî li Kurdên Bakur tûndtir dibe.
Ahmet DERE / 25.02.2013
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder