Bist roj piştî
Komkujiya Parîsê hêdî hêdî zelalî çê dibe. Li gorî rayedarên fransewî bi
îhtimalekê xurt kujêr Ömer Güney e.
Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin
Roja 21ê Çile dozgerê
fransewî civînekê çapemeniyê çê kir û diyar kir ku di dema ku Ömer Güney di Büroya
İnformationê ya Kurdistanê de bûye heman komkujî çê bûye. Herwuha hate
ragihandin ku di çanteyê vî kesî de şopa barûtê hatiye tespît kirin. Qasê ku em
dizanin di destê dozgerê fransewî de hê tiştekê din ku vê komkujiyê weke
kiryara Ömer Güney nişan dike tine. Lê belê divê were zanîn ku rayedarên
fransewî xwedî pir derfetan in, lewre dibe ku di destê wan de hin agahiyên din
jî hebin, di rojên pêş de emê pê bihesin.
Qasê ku min ji hin
derdorên dozgeriyê agahî girt, ji roja destpêkê vir ve di navbera rayedarên
fransewî û tirk de hevkariyekê heye. Bi taybetî piştî ku hate diyar kirin ku Ömer
Güney di nava salekê de 10 caran çûye Tirkiyê, hevkariya di navbera hêzên
sixûriya fransewî û tirk de tengtir dibe. Lê belê divê em vê jî
bifikirin ; gelo rayedarên fransewî û tirk hin tiştan veneşêrin ?
Eger tiliya dewleta tirk di vê komkujiyê de hebe îhtimala vê yekê pirr mezin e.
Piştî Komkujiya
Parîsê di nava Kurdan de cur be cur pirs têne kirin. Bê guman ev tişt pirr
asayî ye û pêwîst e jî. Ez, weke kesekî rêxistinê û herwuha Parîs û Bûroya ku
Komkujî tê de pêkhatiye baş nas dike dixwazim hin pirsên xwe bi raya giştî ya
Kurd re parve bikim ;
1-Kî ji Ömer Güney re bûye referans ku ew bibe
endamê komeleya Villiers le Bel ? Em dizanin ku di destûra Komeleyan de ev
xal heye ; « Ji bo ku kesekî bibe endamê komeleyekê divê du kes wî pêşniyaz bikin ». Lewre pêwîst e ev du kesên
ku ji Ömer Güney re bûn in referans
werin aşkere kirin û di heqê wan de lêpirsîn bê kirin. Eger kes nebûn in
referans wê demê divê rayedarên komeleya mijara gotinê bersivê bidin.
2-Tê zanîn ku Ömer Güney nêzê sal û nîvê di nava xebatên komeleyan de cih
girtiye û bi giranî jî tevlî karê pêwendiyên derve bûye. Wê demê çawa bûye ku
kesî derbarê wî de lêpirsînekê agahdariyê nekiriye ? Ez dizanim ku kesên baş
neyên nas kirin nikarin tevlî heman karan bibin.
3-Qasê ku dozgerê fransewî diyar kiriye, Fidan Doğan (Rojbîn) telefonê Ömer
Güney kiriye û jê xwestiye ku ew biçe wan ji derekê bibe Bûroyê. Ji kû ?
4-Tê zanîn ku ev kes 46 deqe di Bûroyê de maye, wusa diyar e ku ew li benda
Sakînê (dibe ku li benda Fidan û Leylayê jî)
maye ku wê, an jî wan, bibe derekê. Ev der kû ye ? Dema ku ew neçûn cihê
ku biçin çima wuqasa dereng, saet derdora 23’an de ketin hereketê ku li wan
bigerin ? Heman rojê divê Sakine biçûya kû ? dema ku ew neçû çima kes lê
negeriya ?
Eger kujêr Ömer Güney nebe jî (Li gorî dozger % 80 ew e) divê em li bersiva van pirsan
bigerin. Tişta esas ku mirov nikare nebêje ev e; di vê komkujiyê de rola
dewleta tirk an jî ya hêzên tarî yên di nava dewleta tirk de heye, herwuha
gafleta Kurdan jî mezin e.
*Roja 6’ê Sibatê, li Strasbourgê, di Parlemena Ewropayê de xala « Ji
bo çareseriya Pirsgirêka Kurd ya li Tirkiyê pêwîstiya bi diyalogê » tê niqaş
kirin, ez ê heman niqaşan bişopînim û di nivîsa xwe ya dema pêş de bi wer e
parve bikim.
Ahmet Dere / 28.01.2013
Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder