Ji salên 2000î vir
ve derbarê Diyaspora Kurd de pir gotar tên nivîsandin û niqaş tên kirin. Min jî
derbarê heman mijarê de çend caran nivîsiye. Di pirtûka xwe ya yekem de jî min
behsa heman xalê kiriye.
Ev gotar di Rûdawê de hatiye weşandin
Di vê dema ku li
welatê me pêvajoyên nû tên niqaş kirin de pêwîstiya bi hêza diyasporayê zêdetir
derdikeve pês. Lewre divê hemû Kurdên li derveyê welat, bi taybetî jî ên li
Ewropayê dijîn, bikevin nava tevgerekê. Bê tevger hêza diyasporayê çê nabe.
Li Ewropayê nêzê 2
mîlyonan Kurd dijîn. Lê mixabin mirov nikare li vê parzemînê hêzeke Kurd ya
diyasporayê bibîne. Çawa ku welatê me hatiye parçe kirin, li Ewropayê jî Kurd
parçe parçe ne. Dema ku mirov li wêneyê Kurdên li Ewropayê dinêre cur-be-cur
reng dixûyên.
Li Ewropayê, bi
taybetî bi navê Kurdên Bakur, di aliyekê de PKK, di aliyê din de jî KOMKAR û
derdora wan xwe weke nûneriya diyaspora kurd didin xûyan. Bi taybetî KOMKAR li
Almanya û ligel saziyên Ewropî ji xwe re cihekê jî çê kiriye. Lê belê di nava
girseya Kurd de ew zêde bihêz nîn e û nikare dengekê bibandor derxe. Çendî PKK
dikare bi dehan hezaran Kurdan li dora xwe bicivîne wî nikaribûye ligel saziyên
Ewropî ji xwe re cihekê bide çê kirin. Digel pêvajoya nû hê jî navê PKK li ser
lîsteya Ewropiyan ya « Rêxistinên Terorîst » e.
Mixabin derbarê
diyasporayê de Kurdên Başûr, yên Rojava û yên Rojhilat neketine nava ti
hewldanekê. Digel ku Hikûmeta Herêmî ya Başûrê Kurdistanê xwedî pirr derfetan e,
mixabin heya naha min nedîtiye ku ew ketiye nava hewldanekê tevger kirina
diyasporayê. Bi taybetî ji bo Hikûmeta Herêmî ez vê yekê weke kêmasî
dibînim.
Naha pêwîstiyekê
pirr girîng bi tevger kirina diyaspora Kurd heye, an jî ez bêjim ‘divê li
Ewropayê Diyaspora Kurd bê çê kirin’. Gotina ‘Diyaspora’ bixwe tê wateya
hêzbûnê, eger diyaspora hebe hêz jî heye. Eger hêza Cihûyan û ya Ermeniyan li
Ewropayê û li Emerîkayê tine ba kesî nikaribû behsa Diyaspora Cihûyan û ya
Ermeniyan bikira. Divê êdî Kurd jî bibin xwedî hêzekê û diyaspora wan jî hebe.
Tenê bi gotin
diyaspora nayê tevger kirin. Çendî PKK û KOMKAR bêjin ‘em nûnertiya diyaspora
kurd dikin’ ev tiştekê ava nake. Beriya her tiştî pêwiste di nava sazî û
rêxistinên Kurdên li Ewropâyê de yekdengiyekê hebe û ligel saziyên cur-be-cur
welatên Ewropî û yên Yekîtiya Ewropayê jî bihev re kar bikin. Lê mixabin, heya
naha tiştekê wisan tine, parçebûna welatê me bandora xwe li ser Kurdên li
penaberiyê jî kiriye.
Carekê din ez
dixwazim dubare bikim, di vê pêvajoya nû de pêwistiyekê mezin bi tevger kirina
diyasporayê heye. Hikûmeta Herêmî ya Başûr û BDP dikarin di vî warî de rola pêşengiyê
bileyzin. Bê ku ferqê bixin nava Kurdan, eger daxwazekê ji aliyê van 2 hêzan ve
were, ez bawer im wê bersivekê erênî bigirin û bi encam bin.
Ez dikarim bêjim li
Ewropayê hêzekê rewşenbîrî ku bikaribe bibe dengê Diyaspora Kurd jî heye û ji
xebatan re amade ye.
Ahmet DERE / 06.05.2013
Ev gotar di Rûdawê de hatiye weşandin
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder