Doza Komkujiya Parîsê, ku ev bû sê meh, hê di nava nediyariyekê mezin de ye. Ne dozger tiştekê ji raya giştî re radigihînin û ne jî parêzerên dozê. Wusa diyar e ku rayedarên Fransewî dixwazin hêdî hêdî vê dozê ji ber çavên raya giştî veşêrin.
Li gorî atmosfera ku
di çapemeniya Fransayê de heyî heman komkujî weke encama nakokiyên navxweyî yên
PKKê pêkhatiye. Bê guman di çê kirina vê atmosferê de rola dozgeran heye. Bi rêya
hin rojnamevanên ku nêzîkê dozgeriyên in ev atmosfer hatiye çê kirin.
Di rojên destpêkê de
hevkariyekê di navbera dozgerên Fransewî û Tirk de çê bûbûn. Hatibû ragihandin
ku dozgerên Fransewî çend caran çûnin Tirkiyê. Li gorî bavê Fidan Dogan
(Rojbîn) Hasan Dogan çi bûye di dema wan serdanan de bûye. Yanê Fransa û Tirkiyê
lihev kirine ku heman komkujiyê weke bûyerekê navxweyî bidin xûyan.
Çend roj berê Hasan
Dogan çûbû Parîsê û bi parêzerên dozê re hevdîtin çê kiribû. Li gorî
ragihandinên wî di destên parêzeran de jî tiştekê tine. Serdozgerî tu agahiyekê
jî nade parêzeran. Lewre wusa dixûyê ku dadgeh jî bi salan şûn de wê çê bibe.
Li gorî agahiyên
Hasan Dogan, kesê ku weke kujêr hatiye girtin, Omer ji rayedarên Federasyona
Komeleyên Kurd ya Fransayê re name şandiye û ji wan xwestiye ku ew lê xwedî
derkevin. Yanê heman kes hê qebûl nake ku wî vê komkujî pêkaniye. Eger rastî ev
be, wê demê mirov dikare bipirse ; ka kujêr kî an jî kîn in ? Gelo di
vî warî de dewleta Fransayê berpirsyartiya xwe pêkaniye ? Eger pêkneaniye çima
wuha dereng dimîne ? Herwuha çima rayedarên Federasyona Komeleyên Kurd ya
Fransayê tiştekê bibandor nakin daku dozger encama lêgerînê aşkere bikin ?
Herwuha derbarê Ömer Güney û endametiya wî ya Komeleya Kurd de jî hê ji raya
Kurd re û herwuha ji malbatên sê jinan re tiştekê zelal nehatiye gotin. Çima ev
bêdengî ?
Sê jinên kurd hatin qetil kirin, piştî sê mehan hê jî derbarê kujêran de tiştekê
nehatiye aşkere kirin. Malbatên van sê jinan di nava xemgîniyekê giran de ne. Lê mixabin nikarin dengê xwe derxin.
Rêxistinên ku ji wan re bibin alîkar û di ser dozgeriya Fransewî de zextê çê
bikin jî tinene. Rêxistinên jinên kurd ku pêwîst e di vî warî de karekê
bibandor bikin jî tiştekê zêde nakin. Tenê çalakiyên hefteyî, rojên çarşemê, li
Parîsê çê dikin û ew jî zêde bandorê nakin.
Divê komkujiya
Parîsê nekeve bin siya « Pêvajoya Çareseriyê ». Çi dibe bila bibe
divê kujêrên vê bûyerê werin dîtin. Divê hêzên li pişt kujêran, kî dibin bila
bibin, werin dîtin û ji wan hesab bê xwastin. Di vî warî de berbirsyartiya herî
mezin dikeve ser milên rêxistinên jinên kurd. Ev berpirsyartî tenê bi çalakiyên
bîranînê pêk nayê, pêwîst e xebatekî dadî û herwuha siyasî bê meşandin.
Ahmet DERE / 25.03.2013
Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder