Ji salên 1990’î vir ve ez mijara Ewropa-Tirkiye-Kurde dişopînim.
Derbarê heman mijarê de min pirr gotar nîvîsiye û herwuha pirtûkekê jî weşandiye
(Yekîtiya Ewropayê û Rastiya Kurd- Weşanên Mezopotamya û Weşanên HAN). Bi
awayekê aktîf ez hê jî heman mijarê dişopînim.
Weke tê zanîn ji sala 2005an vir ve Pêvajoya Guftugoyan di
navbera Yekîtiya Ewropayê (YE) û Tirkiyê de dest pê kiriye. Heya naha tenê
guftugoyên xalekê temam bûn in, li ser
maseya guftugoyan hê 34 xal hene. Li gorî rayedarên YE di nava 3 salên dawî de,
bi taybetî ji destpêka pêvajoya hilbijartinên 12 Hezîrana 2011an vir ve,
hikûmeta AKPê nêzîkatiya xwe guhertiye û hêviyên xwe ji endametiya YE biriye.
Lewre di pêvajoya guftugoyan de zêde pêşketin çê nabin. Eger ji 35 xalan yek jî
temam nebe Tirkiye nikare bibe endamê Yekîtiyê.
Ji ber sarbûna helwesta Tirkiyê nêzîkatiya rayedarên ewropî
jî guheriye, lewma Tirkiye û rewşa heman welatî zêde nabe mijara niqaşan. Di
nava saziyên YE de, bi taybetî di Parlemena Ewropayê de siyasetmedarên ku
derbarê Tirkiyê pispor in xwe kisandine pişt perdeyan, zêde naaxifin. Di
navbera salên 2005-2009 de her mehê Tirkiye dibû mijara civîn û konferansan, lê
belê di nava van 3 salên dawîn de heman mijar pirr kêm tê niqaş kirin.
Sarbûna helwesta Tirkiyê ji YE re bûye hacet ku ew vê mijarê
zêde niqaş nekin. Vê gavê di nava rayedarên payebilind yên YE de pirr kesên ku
naxwazin Tirkiye bibe endam hene. Bi taybetî partiyên rastgir di vî warî de
xwedî helwestekê aşkere ne.
Çiqas atmosfera pêvajoya guftugoyên Tirkiye-YE sar bibe
wuqasa jî saziyên vê yekîtiyê xwe nêzîkê pirsgirêka kurd nakin. (Divê were zanîn ku heya naha YE pirsgirêka
kurd a li Tirkiyê bi ya Kurdên Başûr û herwuha ya Rojava ve girêdayî negirtiye
dest. Ji bo ewropiyan hê jî Pirsgirêka Kurdên Bakur weke pirsgirêkek navxweyî
ya Tirkiyê tê dîtin) Tenê di raporên salane yên Komisyon û Parlemenê de
derbarê Kurdan de hin tişt têne nivîsandin. Herwuha di heman raporan de heya
naha jî navê PKK weke rêxistinekê « terorîst » cih digire.
Mixabin, çawa ku rayedarên tirk bûnin xwedî helwestekê sar,
di nava van 3 salên dawî de rêxistinên Kurdan jî ligel saziyên YE zêde kar
nakin. Bi taybetî BDP û şaredariyên wê, di vî derbarî de dikarin rolekê pirr baş
bileyzin ku niqaşên derbarê pirsgirêka kurd de zinde bimînin. Lê belê wusa
diyar e ku hê jî rayedarên BDPê û herwuha yên pirr rêxistinên Kurdên Bakur
xwedî mentalîteyekê nêzîkê ya rayedarên Tirk in. Lewre li Ewropayê zêde
hewldanên meşandina dîplomasiyekê baş û rast lipêş nakevin.
YE û yek bi yek welatên ewropî bixwazin jî nikarin
pirsgirêka kurd çareser bikin, lê belê ev hêz dikare ji çareseriyê re alîkar
bibe. Lewre pêwistiya me Kurdan bi alîkariya dostên baş û rast yên li vê
parzemînê heye.
Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weşandin
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder