Ji dawiya sedsala 20’an vir ve medya di jiyana mirovahiyê de roleke esasî dileyze. Li kûderê cîhanê tiştekê biqewume di nava demekê kurt de raya giştî pê dihese. Bê guman pirr caran li hemberî bûyerên neyênî mirovahî bêdeng dimîne, helwest raber nake.
Gel
û civakên ku xwedî medya (TV, Rojname, Kovar, Radyo, Malpere û hwd.) xurt nebin
ew nikarin di xebatên jibo pêşxistina mirovahiyê de rol bileyzin. Ne tenê di pêşxistina
mirovahiyê de, herwuha ew nikarin xwe jî baştir lipêş bixin. Lewre îro di
cîhanê gel û civakên ku xwedî medya xurt û azad in ew yên ku herî zêdetir pêşketîn in.
Gel û civakên ku xwedî medya xurt û azad nebin ew di nava xwede dirizin, li paş
hemû gel û civakan dimînin.
Ji
salên 1990’î vir ve Kurd hêdî hêdî bûnin xwedî medya xwe. Destpêkê medya kurd
bi zimanê biyanî (Tirkî, Erebî, Farsî, Rûsî) dahate meşandin. Lêbelê herku diçe
medya kurd bi kurdî tê lipêşxistin. Îro bi dehan TV, Radyo, Rojname, Kovar,
Malpereyên ku bi kurdî weşanan dikin hene. Bê guman ev pêşketinekê ye û ez pê
kêfxweşim. Çendî di warê axiftina bi kurdî de zêde pêşketin tinebin jî di warê
pêşxistina akademîk ya zimanê kurdî de mesafeyekê baş heye.
Di
nava weşanan de yên herî girîng bê guman televizyon in. Ji ber ku bi rêya
televizyonan mirov dikare xîtabê hemî beşên civakê bike ; kal, pîr, xort,
jin, zarok û hwd ; Lewre, di roja îroyîn de haceta herî grîng ya jibo
xizmeta gelan televizyon e.
Digel
bi çendan televizyonên Kurdan henin jî ew hê nikarin bersivê bidin daxwazên
hemû beşên Gelê Kurd. Eger televizyonên ku hene yên cur be cur rêxistinan
nebûna wanê karibûna ji pirr daxwazên cur be cur beşên civakan re bibûna
bersiv. Lê mixabin wusa nîn e, pirraniya televizyonên kurd ku heyî tenê di
xizmeta rêxistinan de ne. Ez naxwazim li vir navan bidim, lê mixabin pirr kêm
televizyonên kurdan hen in ku cudahiyê nakin nava beş û civakên Gelê Kurd.
Lewre pêdiviyekê mezin bi televizyonekê Gel heye, yanê GEL TV. Televizyona ku
cudahiyê neke navbera beşên civakê, herwuha ji hemû rêxistinan re xwedî yek
nêzîkatiyê be. Dîsa televizyonekê ku deriyê wê ji hemû şexsiyet û kesayetiyên
kurd re vekirî be.
Ev
nêzê deh salan e ez kovara mehanê Avantaj Post derdixim. Li herêma Alsace ya
Fransa û herwuha li Almanya, bajarên sînorê Fransayê ev kovar belav dibe û tê
xwendin. Heman kovar bi Kurdî, Tirkî û herwuha Fransî ye. Armanca min ew bû ku,
di warê herêmî de, bi rêya heman weşanê ez bikaribim ji gel re xizmetekê bikim.
Lêbelê ev demekê ye ez dibînim ku bi rêya heman hewldanan ez nikarim ji hêvî û
armancên xwe re bibim bersiv. Lewre ev demekê ye li ser vekirina kanalekê
televizyonê difikirim û lêgerînê dikim.
Vekirina
televizyonekê ne hêsan e. Beriya her tiştî pêdivî bi hêzekê zanyarî, pisporî û
herwuha aborî heye. Li gorî ku min lêgerîn kiriye potansiyelekê baş ya Kurdên
ku ji xebatekê wusan re bibin alîkar heye. Bêguman eger derfetên me hebûna me
dixwast heman karî li welat bimeşandiba, lê mixabin roja îroyîn li tu parçeyê
Kurdistanê derfetên ku weşanekê azad û bêteref bê meşandin tine. Her kesê ku
hinekê rewşa li parçeyên Kurdistanê dişopîne dikare vê rastiyê bibîne. Lewre
cihê herî baş yê jibo heman xebatê, jibo demekê, Ewropa ye.
Weşana
televizyonekê profesyonel û bi rêya satelîtan ne hêsan e. Lewre jibo destpêkê
pêdivî bi weşana çend saetan bi rêya înternetê heye. Piştî ku heman weşan gihîşt
encamekê bêguman wê GEL TV (Nav dikare cuda be jî) bi rêya satelîtê jî weşanê
bike.
Bi
vê munasebetê ez dixwazim bêjim ; her kesên ku jibo xebatekê wuha pîroz
bixwaze bibe alîkar dikare bigehêje me.
Ahmet Gulabi
DERE /
27.12.2017
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder