Van rojan derdorên AKP’ê, bi cur be cur çalakî û mesajan, diyar dikin ku ew dixwazin carekê din pêvajoyekê bi navê ‘Pêvajoya Aşîtiyê’ destpê bikin.
Beriya her tiştî divê were
zanîn ku pêvajoya bi navê "Pêvajoya Çareseriyê" ku di sala
2014’an de ji aliyê AKP'ê ve hatibû destpêkirin ne ciddî bû. AKP'ê dixwast bi
rêya heman taktîkê Kurdan bikişîne gel xwe. Di aliyê dinde tevgera kurd jî
dixwast heman pêvajoyê jibo berjewendiyên xwe yên taktîkî bikar bîne. Lewre
heman pêvajo nemeşiya û encamekê neda. Li gorî min, çi AKP be û çi jî tevgera
kurd be, her duyan jî ji heman pêvajoyê sudwergirtin. Yê ku ji heman pêvajoyê
zerar dît gelê kurd bû.
Weke tê zanîn di sala
2019'an de li Tirkiyê hilbijartin hene. Wusa tê dîtin ku AKP dixwaze ji naha ve
amadekariyên xwe bike. Lewre pêdiviya wê bi alîkariya Kurdan heye. Wusa dixûyê
ku AKP dixwaze carekê din pêvajoyekê bi navê "Pêvajoya Aşîtiyê" dest
pê bike. Lêbelê bi awayekê din ew nabe pêvajoya aşîtiyê, di rastiyê de wê tenê bibe
pêvajoya piştgiriya AKP'ê.
Divê were zanîn ku bi
siyaseta heyî ya AKP'ê pirr zehmet e ku pirsgirêka kurd çareser bibe. Herwuha
bi nêzîkatiya heyî ya tevgera kurd jî heman pirsgirêk çareser nabe. Divê
siyaset û nêzîkatiyên nû bên afirandin daku ji pirsgirêka kurd re çareseriyekê
rast bê dîtin. Jibo vê yekê jî divê li Tirkiyê siyasetekê nû bê meşandin.
Lêbelê ne rewşa Tirkiyê û ne jî AKP ji heman tiştî re amade nîn in. Hemû armanc
û daxwazên AKP'ê ew in ku ew heya 2027'an liser desthilatdariyê bimîne.
Di aliyê din de divê di
nava Kurdan de jî nûjeniyekê bê afirandin. Jibo vê yekê pêwîstî bi hevkariya
hemû Kurdan heye. Yanê divê hemû hêz û tevgerên kurdan li dora yek stratejiyekê
û heman daxwazan bicivin û bihev re kar bikin. Herwuha divê daxwazên Kurdan jî
li gorî rastiya Tirkiyê û herwuha ya hemû Kurdan bin daku ji aliyê pirraniya
gelên kurd û tirk ve û herwuha ji aliyê raya giştî ya navneteweyî ve bê destek
kirin. Ne wusa be, di konjonktûra heyî de, ne mumkun e ku pirsgirêkekê weke ya
kurd bê çareser kirin.
Lê mixabin, eger wusa
dewam bike, diyar e ku hemû tevger, rêxistin û hêzên kurdan li dora yek
stratejiyê û heman daxwazan nayên gel hev. Di roja heyî de her tevger, rêxistin
û hêzên kurdan li gorî berjewendiyên xwe yên teng tevdigerin. Yanê 'hebena me
bena', (hemû tişt ji min re).
Îro di nava Kurdan de
parçebûnekê fireh heye. Li dora tevgerên siyasî zêde rewşenbîr û zanyar namînin. Bi awayekê din tevgerên siyasî yên Kurdan
bersivê nadin daxwazên nûjen yên rewşenbîran. Lewre di nava rewşenbîrên kurd de
jî yek nêrînekê çê nabe. Roja îro pirraniya rewşenbîrên kurd li gorî
berjewendiyên derdorên xwe yên herêmî û malbatî tevdigerin. Jibo pêşeroja gelê
kurd ev xeteriyekê ye. Divê rewşenbîr nebin girtiyên berjewendiyan. Parastina
nirxên neteweyî û demokratîk û herwuha azadî û serfiraziya gel berpirsyartiya
herî sereke ya rewşenbîran e.
Ahmet Gülabi DERE /
15.05.2017
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder