Ji destpêka sala 2017’an vir ve li Tirkiyê rojev germ
e. Wusa diyar e ku wê ev sala 2017’an bi tevahî germ derbas bibe. Çi di warê siyasî de be, çi jî di warê civakî û herwiha
aborî de be, wê bihar û havîn pirrtir germ derbas bibin.
Di van rojên destpêka biharê de Tirkiye di nava hewa
referandumê de ye. Ji naha ve li Ewropayê hemwelatiyên Tirkiyê diçin ser
sandoqan. Li vê parzemînê ji 500 hezar zêdetir hilbijêrên ku hemwelatiyên
Tirkiyê ne hene. Di hilbijartinên 2015’an de li Ewropayê 390 hezar kesan dengên
xwe bikar anîn. Wisa diyar e ku wê îsal zêdetir kes biçin ser sandoqan.
Li gorî ku ez agahiyan radigirim, li Tirkiyê pirraniya
kesên ku wê dengên xwe NA bikar bînin nikarin aşkere nêrînên xwe bînin ziman.
Jibo welatekî weke Tirkiye ev normal e, li wê derê ne demokrasî heye û ne jî
mafên mirovan. Lewre encamên anketan zêde ne rast in. Sibeha 17’ê Nîsanê wê
‘rastî’ derkeve holê.
Bi Encama vê referandumê ve wê rengê pêşeroja Tirkiyê
jî diyar bibe. Eger NA bi serkeve, wê AKP dîn û har bibe, zehmet e ku mirov
texmîn bike ka ewê êrişê kîjan beşên civakê bike. Eger ERÊ bi serkeve wê dîsa
bibe sedemê ku AKP serxoş bibe û bi vî awayî êrişê pirr derdoran bike. Yanê çi
encam ji sandoqan derkeve wê bibe sedemê harbûna AKP’ê. Bi awayekê din, mirov
dikare bêje ev sala 2017’an ya harbûna AKP’ê ye. Xwedê civakên Tirkiyê ji AKP
mihafeze bike.
Encamên vê referandûmê çi dibe bila bibe, bi taybetî
jibo gelê Kurd tiştekê naguherîne. Çi ERÊ û çi jî NA, jibo Kurdan dîsa wê şer
gurtir bike û pê re jî zexta dewletê zêdetir bike. Tişta ku ji destê Kurdan
were ew e ; bi rêbazên aqilane divê xwe biparêzin. Eger rêbazên
xweparastinê bi awayekê aqilane neyên bijartin, mixabin wê ev sal bi bûyerên
pirr neyênî derbas be.
Piştî ku dema referandumê diyar bûye Tirkiye ya AKP’ê
ketiye nava hewldanên harbûniyê. Hikûmeta AKP’ê har bû ye, êrişî hemû derdoran
dike. Ev harbûna hikûmeta AKP’ê diyar dike ku texmînên derbarê referandumê de
jibo wê xetere ne.
Dema ku mirov li gotinên rayedarên AKP’ê guhdar dike
dikeve nava gumanan ; gelo ev referanduma derbarê destûra bingehî de ye,
an jî hilbijartinên giştî ne ?
Jiber ku rayedarên AKP’ê di hemû axiftinên xwe de tenê mijarên xebatên
hikûmetê tînin ziman. Dibêjin « Me bi sedan kîlometre rê çêkiriye, me
aboriya Tirkiyê pêşxistiye, me rewşa civakê guhertiye….. » Kesekê biaqil
tine ku ji wan re bêje « Hey rayedarên AKP’ê, hûn dikarin bi heman destûra
bingehî jî karê xwe li pêş bixin, çi divê hûn destûrê diguherînin û sîstema
serokatiyê tînin ? »
Bê guman hemû armanca AKP’ê ew e ku Recep Tayip Erdogan
bikin Sultan, lewre çi ji destê wan tê dikin. Miqarne jî belav dikin, komirê
jî…..
Ahmet Gulabi DERE
/ 28.03.2017
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder