Sala borî rojeva Gelê Kurd bi tekoşînekê çetin tije bû.
Çi li Kurdistan û çi jî li derveyê welat be piraniya Kurdan rojên xwe di nava çalakiyan
û tekoşînê de derbas kirin.
Beriya her tiştî li Rojavayê welatê me şer bandorê li
ser hemû aliyên jiyanê kir. Li heman parçeyê Kurdistanê rewşa siyasî û herwiha ya
civakî hê jî bialoz e, di aliyekê de xeteriya terorîstên DAIŞ’ê heye, di aliyê
din de jî ya artêşa tirk û herwiha ya rejîma Suriyê heye. Derbarê Rojava de mirov
ne dikare baweriya xwe bi sozên parastina
Rusya bîne û ne jî bi yên Amerîka û Ewropiyan. Lewre li Rojava her tişt di nava
mij û dumanê de ye. Ya herî girîng ew e ku Kurdên heman parçeyê di nava xwe de
hevgirtinekê baş çê bikin û bi hêza xwe ya cewher derfetên xweparêstinê zêde bikin.
Çareseriya ku bi destê Rusya û Tirkiyê jibo Suriyê were
dîtin jibo Rojava nabe çareserî. Lewre divê Kurdên Rojava baş şiyar bin û bi
her awayî xwe biparêzin.
Sala borî li Bakurê welatê me jî rewş cuda ne bû, di
kolanên bajar û navçeyan de roj nebûn ku teqîn û reqîn çênebin. Li bajarên weke Amed, Şirnex, Colemêrg û herwiha navçeyên wan
hê jî pirr kolan xeraben in. Di heman kolanan de komkujî pêkhatin. Li Şirnexê
bi hezaran kes, vê zivistanê li derve, di çadiran de dijîn. Mixabin dengê wan
ji aliyê ti kesan ve nayê bihîstin.
Bi sedan nunerên gelê me, bi
taybetî parlementer û serokên şaredariyên HDP’ê, hatine girtin, rojên xwe di
pişt hesinên zîndanan de derbas dikin. Vê gavê bi sedan rayedarên HDP’ê girtîn
in, her rojê jî hinekên din tên girtin. Kes nizane ka heman rewş heya kengê wê bidome.
Di sala 2016’an de li Başûrê
Kurdistanê jî rewş asayî nebû. Di navbera hêzên weke KDP, YNK û Goran de nakokî
jiyîn, hê jî heman rewş dewam dike. Me hêvî dikir ku li vê parçeyê Kurdistanê êlankirinekê dîrokî çê be, yanê Dewleta Serbixwe bê
îlankirin, lê mixabin, jiber cur be cur sedeman heman daxwaza gelê me pêk
nehat. Hêvîdar im wê di sala pêş de ev daxwaza giştî ya Gelê Kurd pêk were.
Bila ala Kurdistanê jî di nava 193 alên welatên endamê Yekîtiya Neteweyande cih
bigire.
Li Başûrê Kurdistanê herêma Şengalê rewşa gelê me yê Êzdî hê jî awarte ye.
Digel heman rewşê, mixabin, hêzên kurd hejmara berjewendiyan dikin. Niqaşên ku
di navbera KDP û PKK’ê de hene weke parçeyekê heman hejmaran e. Piştî wuqasan
salên ku bi tekoşîn derbasbuyî hê jî hin derdor dixwazin ku şerê birakujî di
navbera Kurdan de çêbe. Sedem ji aliyê kîjan hêzê ve tê bila were, kîjan hêz
bibe sedemê şerê birakujî ew tenê dibe duşminê gelê me. Wê roj
were ku dîrok hesab bipirse.
Sala borî li Rojhilatê Kurdistanê
jî rewşa Kurdan cuda ne bû. Çendî di navbera PJAK û hêzên dewleta Iranê de
şerekê gur nebû be jî, rewşa Kurdên heman parçeyê ji yên din baştir nebû. Derd
û kulên ku li Bakur û li Rojavayê welat hate jiyîn bandorê li ser Kurdên heman
parçeyê jî çê kir.
Digel neyêniya sala borî, ez
hêvîdar im ku wê 2017 bibe sala çareseriya pirsgirêkan.
Sersala we pîroz be !
Ahmet DERE
/ 31.12.2016
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder