Sê
sal borî, roja 25’ê Hezîrana 2012’an, li Strasbourgê nobeta jibo azadiya Öcalan
dest pê bû. Çalakiya ku bi girseyî hate dest pê kirin, li pêşiya avahiya
Konseya Ewropayê, bi tevlêbûna komên ji 5 kesan, bê navber dewam kir. Her heftê
bi dorvegeriya tevlêbûna komekê ji cur be cur bajarên welatên Ewropayê heman
çalakiyê heya naha domand û hê jî didomê.
Li
Ewropayê ev çalakî ya herî demdirêj e ku ji aliyê Kurdan ve tê meşandin. Ji
derveyê Kurdan car caran hin Ewropî jî tevlî heman çalakiyê dibin.
Weke
di sernivîsê de jî dixûyê, armanca heman çalakiyê azadiya Öcalan ê. Li gorî
çalakvanan wê ev nobet heya ku serokê PKK’ê azad nebe dewam bike.
Di
duyemîn salvegera vê çalakiyê de derdorê 150 kes, li pêşiya avahiya Konseya
Ewropayê hatin ba hev. Di nava wan de berpirsyarên hin rêxistinên diyaspora
Kurd, bi taybetî yên nêzîkê PKK’ê, û herwiha sê parlementerên HDP’ê û dîsa çend
kesên Ewropî jî amade bûn. Di heman çalakiya salvegerê de hate destnîşan kirin
ku çareseriya pirsgirêka kurd bi azadiya Öcalan ve girêdayî ye û jiber heman
sedemê wê ev çalakî heya dawî bidome.
Ez
bi xwe jî li bajarê Strasbourgê dijîm. Digel ku heman çalakî ketiye sala xwe ya
sêyem, li vî bajarî mirov ti bandora wî nabîne. Di Konseya Ewropayê de jî, di
Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê de jî û herwiha di Parlementoya Ewropayê de jî
ti dengekê heman çalakiyê nayê bihîstin. Mirov dikare bêje ; Kurd bi xwe çalakiyê dikin û dengê wê jî
bixwe dibîhîzin. Mixabin ev
handîkapekê Kurdan e, bi heman awayî pir çalakî tên lidarxistin û kes jî dengê
wan nabîhîze.
Di
hefteya borî de herwiha civîna demî ya Konseya Ewropayê jî hebû. Di avahiya
Konseya Ewropayê de min ji çend Ewropiyan pirsî ka gelo ew derbarê vê çalakiyê
de çi difikirin. Lê mixabin her rayedarê ku min jê pirs kir derbarê heman
çalakiyê de tiştekê nizanibû. Lewre ez dibêm caran Kurd bixwe ji xwe re
çalakiyan dikin.
Li
Ewropayê her salê bi sedan çalakî ji aliyê Kurdan ve tên lidarxistin. Bi dehan
hezaran Kurd tevlî wan çalakiyan dibin. Lê mixabin li gorî tevlêbûna girseya
kurd ji heman çalakiyan deng dernakeve. Sedem çî ye gelo ?
Ez
dikarim heman sedeman di sê xalan de wuha rêz bikim ;
1-Cih
û dema çalakiyan baş nayê bijartin.
2-Bingeh
jibo çalakiyan baş nayê amade kirin, bi taybetî xebatên jibo çapemeniyê pir
amator tên kirin.
3-Armanca
çalakiyan baş nayê bijartin, caran mijarên ku Ewropî fêm nakin dibin armanca
heman çalakiyan.
Eger
rêxistinên Kurdan berpirsyartiyên xwe baş bicih bînin, keda ku Kurdên li
Ewropayê didin dikare bandora Tekoşîna Rozgarî û Azadiya Gelê Kurd mezintir
bike û di qada navneteweyî de sempatiyekê baştirîn bide çê kirin. Ev kêmasî di
nava hemû rêxistinên Kurdan de heye.
Not : Ev nivîs
di rûdawê de hatiye weşandin
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder