Tê
zanîn ku İŞİD beşekê El Qaîde ye. Herwiha tê zanîn ku El Qaîde ji aliyê Emerîka
ve hatiye avakirin û mezin kirin. Lê belê heman hêz ji demekê şûn ve berê xwe
daye Emerîka û hêzên Rojavayî. Lewre ji salên 2000’î vir ve ev hêzên terorîst
bûn in ‘bela’ serê Emerîka û ya Ewropayê jî.
Piştî
ku İŞİD ket Musulê rewşa heman hêzê bû ye mijara sereke ya hêzên Rojavayî (bi
Taybetî Emerîka û Yekîtiya Ewropayê). Ji hefteya borî vir ve, digel mehên
havînê û herwiha digel ku hê Parlemetoya Ewropayê dest bi karê xwe nekiriye, di
korîdorên saziyên YEyê de cur be cur civîn pêk tên. Di hemû civînan de
rayedarên NATOyê jî cih digirin. Wusa diyar e ku hêzên Ewropî li ser mijara êrişekê
leşkerî jî disekinin. Lê belê, li gorî ku ez dişopînim, hêzên Ewropî naxwazin
yekser bikevin nava hewldanên leşkerî. Beriya ku biryara êrişekê leşkerî
bigirin ew dixwazin rêbazên siyasî û yên ‘din’ bikar bînin.
Çin in rêbazên
‘din’ ?
Weke
têzanîn roja 16’ê vê mehê Sekreterê NATOyê Anders Fogh Rasmussen
li Tirkiyê bû. Çendî mijara fermî ya heman serdanê cuda be jî, di hemû
hevdîtinên wî de mijara İŞİDê hate guftugoh kirin. Bi rêya heman serdanê NATO
dixwaze bi rêya hêzekê weke Tirkiyê çareseriyekê bibîne. Bê guman rayedarên
Ewropî û herwiha Sekreterê NATOyê têkîliyên di navbera İŞİD û Tirkiyê de
dizanin. Ji ber heman sedemê ew dixwazin karta Tirkiyê bikar bînin. Digel
mijara Konsolosa Tirkiyê a Musulê, rayedarên tirk, bi taybetî yên AKPê,
naxwazin bikevin nava germahiya mijarê. Ew dixwazin rewşê bişopînin, kengê li
gorî berjewendiyên wan tiştekê derket holê wê demê ew ên bikevin nava lebatan.
Tişta ku vê gavê dixûyê ev e.
Li Ewropayê mijara İŞİDê û ya rewşa li Îrakê ji nêz ve
tê şopandin. Ji bilî hewldanên saziyên YEyê, li welatên navîn yên Ewropayê jî
heman mijar bi awayekê zinde tê şopandin. Bi taybetî welatên weke Îngilîstan û
Fransa di vî warî de xwedî hewldanên taybet in. Eger İŞİD bandora xwe hinekê
din li Îrakê fireh bike dibe ku Emerîka, Îngilîstan û Fransa bikevin nava
hewldanekê taybet ; rêbazên leşkerî.
Weke tê zanîn ji 12ê mehê vir ve maçên Kûpa Cîhanê jî
dest pê kirine. Li hemû welatên Ewropayê heman maç bi awayekê balkêş tên şopandin.
Çav û guhên girseyên gel li heman maçan in. Lê belê digel heman maçan dîsa jî
di televîzyon, radyo û rojnameyên ewropî de mijara İŞİD û ya rewşa li Îrakê
cihekê mezin digire. Di rûpelên yekem yên rojnameyan de heman mijar cihê xwe
diparêze. Lewre mirov dikare fem bike, digel ku ew naxwazin û herwiha heya ku
ji destê wan were ew ên xwe jê dûr bigirin jî, Ewropî dixwazin raya xwe a giştî
ji êhtimala êrişekê leşkerî re jî amade bikin.
Vê gavê êrişa leşkerî hê nehatiye biryar kirin, lê belê
eger rewş wisa bidome heman êhtimal dikare di nava demekê kurt de jî bikeve
pratîkê. Lewre her tişt di her demê de dikare biqewume.
Ev nivîs di Rûdawê
de hatiye weşandin
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder