Ji
roja 28’ê Tîrmehê vir ve hemwelatiyên Tirkiyeyê, ku li Ewropayê dijîn, diçin
ser sandoqan. Di nava heman girseyê de Kurd jî pirr in.
Weke
ev cara yekem e ku hemwelatiyên Tirkiyeyê li Ewropayê diçin ser sandoqan di
amadekariyan de pirr kêmasî hene. Rayedarên tirk girseya ku hejmara wê bi
mîlyonan e neçar kirine ku her kes du caran biçe li deriyê konsolosan bixe. Weke
ev ne bes be, divê her hilbijêr bi rêya înternetê jî qeyda xwe çê bike. Lewre
ji bo vê girseya hilbijêran çûyîna ser sandoqan bûye weke îşkence.
Hilbijartinên
vê carê di nava girseya diyaspora kurd de jî heyecanekê çê kiriye. Li hemû
welatên Ewropayê pirraniya komeleyên Kurdan di vî warî de kar û xebatekê dikin.
Bi rêya propagandekê dorfireh tê xwastin ku Kurdên ku hemwelatiyên Tirkiyeyên
in biçin qeydên xwe çê bikin û herwuha dengên xwe bikar bînin. Li pirraniya
herêmên ku girseya Kurdên Bakur lê dijîn cur be cur komîte di nava vî karî de
ne. Dîsa, bi rêya çapemeniyê û weşanê jî heman xebat bi dorfirehî dimeşe.
Weke
pirr caran û herwuha pirr mijaran, mixabin vê carê jî di nava girseya kurd de
xemsariyekê mezin heye. Pirr kesan zehmetiyên bûrokratîk ji xwe re kirine qelem
daku neçin ser sandoqan. Digel hewldanên komîteyan û herwuha kesên ku di vî
warî de xebatan dikin, dîsa jî bi hezaran, hetta bi dehan hezaran kes wê dengê
xwe bikar neynin. Ne tenê Kurd, di nava hemû girseya hemwelatiyên Tirkiyeyê de
ev kêmasî heye.
Dibe
ku rêjeya dengên ku wê li Ewropayê bên bikaranîn encama hilbijartinan
neguherîne, dibe ku hilbijartina Recep Tayip Erdoğan garantî be, lê belê rêjeya
dengên ku Selahattin Demirtaş bistîne di pêserojê de dikare bandorê li ser
siyaseta dewleta tirk bike. Herwuha encamên van hilbijartinan bandorekê dîrekt
li ser hilbijartinên giştî ku wê di sala pêş de çê bibin dike. Dîsa di warê
moral de encama van hilbijartinan dikare tesîrekê baştir li ser xebatên cur be
cur saziyên ku çareseriya pirsgirêka kurd dixwazin bike.
Li
gorî min wateya van hilbijartinan pirr girîng e.
Çima ?
Beriya
her tiştî ev cara yekem e ku Serokkomarê Tirkiyê bi rêya dengên gel tê
hilbijartin. Ya din, di van hilbijartinan de tenê 3 namzet hene û di nava wan
de Selahattin Demirtaş weke nûnerê Kurdan û yê alîgirên çareseriya pirsgirêkan
e. Eger Demirtaş ji %15 zêdetir jî dengan bistîne ev tê wateya ku Tirkiye hêdî
hêdî ber bi rewşekê çareseriya pirsgirêkan ve diçe. Herwuha encamekê baş dikare
ji naha ve bandorê li ser hilbijartinên giştî ku wê di sala pêş de çê bibin
bike. Lewre çi dibe bila bibe, çiqas bi zehmet dibe bila bibe, divê her Kurdê
ku dikare dengê xwe bikar bîne biçe ser sandoqan.
Ahmet DERE
/ 28.07.2014
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder