Di
dawiya meha borî de li 28 welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) hilbijartinên
Parlementoya Ewropayê (PE) pêk hatin. Li tevahiya welatên YE’yê tenê ji %44
hilbijêr çûnin ser sandoqan. Ev cara yekem e ku wuqasan kêm hilbijêr diçin ser
sandoqên hilbijartina endamên PE’yê. Li gorî pisporan ev şiyarî ye ku Ewropî
didin saziya bilind ya YE’yê.
Bi
van hilbijartinan wêneyê PE’yê hinekê guherî ye. Li tevahiya welatên Ewropayê
partiyên rastgir hêza xwe zêde kirine. Yên ku zêde deng winda kirine hêzên
Xirîstiyan Demokrat û Sosyalîst in. Ev her du Kom yên ku di PE’yê de xwedî
zêdetir endaman bûn.
Piştî
hilbijartinên nû hêza Komên Xirîstiyan Demokratan û Sosyalîstan kêm bû.
Xirîstiyan Demokratan 60 kursî, Sosyalîstan jî 7 kursî wunda kirin. Miqabilê
van du Koman, Rastgiran bi tevahî nêzê 60 kursiyan zêde kirin. Eger rastgir
hemû di nava Komekê de bicivin, ev dibe cara yekem e ku di PE’yê Rastgir dibin
xwedî hêza sêyem.
Digel
vê rewşa nû ya PE’yê, dîsa wêneyê PE’yê rengê xwe pirr neguherî ye. Dîsa Koma
herî mezin ya Xirîstiyan Demokratan e, ya duyem jî ya Sosyalîstan e. Yanê hê jî
di vê saziya herî bilind ya YE’yê de Komên Xirîstiyan Demokratan û ya
Sosyalîstan xwedî sozên in.
Çendî
di rêza Koman de guhertin tine be jî, wê ji vir û pê de girtina biryaran bi
zehmet derbas be. Di demên borî de Rastgiran hewl didan ku li pêşiya pirr
biryarên ji bo hevgirtina YE’yê keleman çêkin. Lê belê ew nikaribûn ser
bikevin. Wusa diyar e ku ji vir bi şûn de ew ên bikaribin hin tiştan bikin….
Di
van rojan de Serokên welatên YE’yê li ser mijara destnişankirina Serokê
Komisyona Ewropayê disekinin. Çendî Koma Xirîstiyan Demokratan hinekê hêza xwe
winda kiribe jî dîsa şansê berendamê heman Komê Jean-Claude Juncker zêde ye. Li
gorî ku ez dişopînim, di dawiya vê mehê de wê Jean-Claude Juncker bê destnişan
kirin. Piştî 1’ê meha Tîrmehê wê heman mijar bikeve rojeva PE’yê jî. Ez bawer
nakim ku encam bi sûrprîz be.
Guhertina
ku di wêneyê PE’yê de derketiye holê wê bandorê li ser siyaseta YE’yê bike. Ji
vir bi şûn de wê soza partiyên rastgir zêdetir bibandor be. Bi taybetî li
welatên weke Fransa û Holanda wê hin guhertinên berbiçav jî derkevin holê.
Gelo wê ev rewşa nû
ji bo me Kurdan tiştekê nû biafirîne ?
Ez
bawer nakim ku tiştekê pirr awarte derkeve holê. Jiber ku siyaseta YE’yê, bi
taybetî a derbarê Kurdan de, li gorî berjewendiyên giştî yên Ewropayê çê dibe. Çi
Rastgir û çi jî Çepgir li vê parzemînê bibin desthilatdar jibo me pirr tiştan
nagiherîne. Heya naha di PE’yê de carna Komên Rastgir jî derbarê Kurdan de hin
gavan avêtine, bi taybetî kiryarên dewleta tirk rexne kirine. Ji vir bi şûn de
jî wê heman rewş xwe mihafize bike. Ya herî girîng ew e ku Kurd bizanibin karê
dîplomasî û lobiyê bimeşînin.
Not : Ev nivîs
di Rûdaw’ê de hatiye weşandin.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder