2.10.2022
Rewşenbîriya Kurd
Dema ku mirov li gelê Kurd binêre mixabin rewşa cihê Rewşenbîran zêde di nava ronahoyê de nîn e. Lewre car caran ez ji xwe dibirsim ; gelo em Kurd ji Rewşenbîriyê mehrûm in ?
Bêguman em Kurd di aliyê pirr derfetan de feqîr in. Di serî de dewleteke me tine. Axa welatê me di bin dagirkeriyê de ye. Ji sedan salan virve hêzên dagirker di nava me Kurdan de cur be cur nexweşî dane afirandin, me bihev kirine duşmin. Ji her deverê Kurdistanê cuda cuda deng derdikevin, yek yê din guhdar nake, hevdu weke raqîbên hev, carna jî weke duşminên hev dibînin. Li her herêmên Kurdistanê çandeke cuda hatiye çandin, li gorî daxwaza dagirkeran dejenerasyon kûr bûye.
Jibo nexweşiyên ku heyî ji nava me rabin dê xebateke mezin a Rewşenbîriyê bê meşandin. Jibo vê jî pêwîstî bi ehlaqeke baş ya Rewşenbîriyê heye. Lewre divê her Kurdê ku xwe weke « Rewşenbîr » dibîne li hemû Kurdan bi çaveke Heval, Kek û Bira binêre. Rewsenbîr ew kesê ku pista xwe nade ti hêz, partî û saziyan. Li gorî devê ti sazî û partiyan li kesî nanêre û derheqê kesî de nirxandinan nake. Herwuha Rewşenbîr ew e ku di jiyana xwe de ji gel re dibe mînak.
Digel rewşa neyênî a gelê me, mixabin hin kes, di bin navê « Rewşenbîriyê » de dixwazin xwe bidin axiftin. Di sosyal medyayê de hespên xwe dibezînin. Herkes dixwaze li gorî daxwaza xwe nirxeke Rewşenbîrî bide qebûlkirin. Lewre, û mixabin, çandeke baş a Rewşenbîrî di nava me de nayê çandin.
Ez naxwazim hemû kesên ku ji xwe re dibên « ez Rewşenbîr im » weke hev bibînim û binirxînim. Bêguman bi dehan kesayetiyên me, ên ku em weke Rewşenbîr bibînin hene. Lêbelê têr nake, ji gelê me re bi sedan, hetta bi hezaran Rewşenbîr divê.
Ez bi kêfxweşiyeke mezin pêşketina Jinên Kurd dişopînim. Di pirr aliyê de jina Kurd derdikeve pêş û dixwaze rola xwe baş bileyze û zêdetir bar bigire ser milên xwe. Di nava 20 salên dawî de rewşa Jina Kurd di pirr aliyan de guherî ye. Li hemû herêmên Kurdistanê her ku diçe zêdetir Jinên ku serî li kevneperestiyan radikin hene. Ev rewş hêviyan xurttir dike.
Bi gotina dawî ez dixwazim vê bêjim ; beriya hemû beşên civakê, divê Rewşenbîr hêza xwe bikin yek û rola xwe bileyzin. Civaka bê Rewşenbîr nikare bibe xwedî pêşerojeke serfiraz.
Ahmet Gulabi DERE
12.10.2021
YEKÎTIYA KURDAN
Pirsgrêka Yekîtiyê jibo hemû gelan xwedî wateyekê sereke ye. Gelên ku di nava xwe de yekîtiyek çênekiribin ew nikaribûne bibin xwedî ciheke serfiraz. Yek ji van gelan jî Kurd in
Di van mehên havîna borî de careke din pirsgirêka Yekîtiya Kurdan kete rojeva me. Nakokiyên di navbera KDP û PKK’ê heyî dibin fersend jibo hêzên dagirker. Bi taybetî dewleta tirk ji heman nakokiyan sûd werdigire. Di havîna borî de careke din heman rastî derkete pêş.
Bi taybetî nakokî û aloziyên di navbera KDP û PKK’ê de heyî astengiya herî mezin ya li pêşiya çêkirina yekîtiyê ye. Lewre her kesê û kesên ku jibo çêkirina Yekîtiya Kurdan kar û xebat dikin divê ew beriya her tiştekê hewl bidin daku heman astengî ji holê rabe. Dibe ku di navbera pirr hêz û rêxistinên me yên din de jî nakokî hebin, û hene jî, lêbelê ew di asteke wusan de nînin ku li pêşiya Yekîtiya Kurdan bibin kelem.
Car caran rayedarên KDP û yên PKK’ê wusan diaxifin ku mirov dixwaze wan bawer bike, lê mixabin, dema ku mijar dibe avêtina gavan, ku Yekîtî çêbibe, her rayedar tenê berjewendiyên hêza xwe esas digire.
Em dizanin ku di navbera nêzîkatiya îdeolojîk ya van her du hêzan de cudahiyên kûr hene. Lê belê divê cudahiyên îdeolojîk nebin kelem li pêşiya parastina nirxên neteweyî û berhewendiyên gel. Eger ev her du hêzên kurd dibêjin « Armanca me serkeftin û serfiraziya gelê Kurd e » wê demê divê nêzîkatiyên îdeolojîk nebin kelem.
Ez hêvîdar im rojekê zûtirîn ev her du hêzên me li xwe vebiceniqin û destên xwe bikin bin barê avakirina Yekîtiya Neteweyî.
28.10.2020
Pirsgrêka Qerebax û Kurd
Qerebax bûye navenda pirsgrêkên Qafqasya û Rojhelata Navîn. Wusa diyar e ku bi rêya Qarabax’ê hêzên weke Rûsya, Fransa, Emerîka, Tirkiye û hwd. dixwazin bandora xwe firehtir bikin, ji xwe re derfetên jeo-stratejîk biafirînin.
Qafqasya di aliyê jeografîk de bûye xwedî grîngiyeke mezin. Ew ne weke Rojhelata Navîn be jî, bi taybetî ji bo Rûsya û Ewropayê dikare bibe xwedî bandoreke grîng.
Piştî hilweşandina Sovyetê, di sala 1990’î de pirsgrêka Qerebaxê derket. Wê demê şêniyên Qerebaxê bi giranî Kurd bûn, pirraniya wan çûn Rusyayê, yên din jî li cur be cur welatan belav bûn.
Di salên destpêka şerê di navbera Ezerî û Ermeniyan de hin cîwanên Kurd jî hatin bikaranîn, hem ji aliyê Ezeriyan ve û hem jî ji aliyê Ermeniyan ve. Lêbelê piştî salên 90’î Kurdan xwe ji her du aliyan ve jî dûr xistin. Şer di navbera Ezerî û Ermeniyan de domand. Bi taybetî Ermeniyan pirr hewl dan ku Kurd li aliyê wan cih bigirin, lêbelê ew bi ser neketin, Kurd neketin defa wan, nebûn aliyên şer.
Çendî li Qerebaxê, bi taybeti li bajarên Laçîn, Qubatlî û Kelbecer’ê bi dehan hezaran Kurdan jiyan kiribin û ew der weke axa Kurdan bê dîtin jî, divê Kurd xwe nexin aliyê vê şerî. Ne pêwîst e ku Kurd li aliyê Ezerî an jî li aliyê Ermeniyan cih bigirin. Di vî şerî de ti berjewendiyên Kurdan tine. Lêbelê piştî ku ev şer hate rawestandin, li Qerebaxê rewş asayî bû, wê demê divê Kurd mafên xwe bixwazin. Bi dehan hezaran Kurdan, bi sedan salan li ser wê axê ked dane, xwîdan rijandine, lewre di her aliyê de mafê wan heye ku doza xwe bikin daku mafên xwe bidest bixin. Li gorî krîterên Neteweyên Yekbûyî jî Kurd dikarin li Qerebaxê bibin xwedî mafên xwe.
Îro pirraniya Kurdên Qerebaxê li Rusya dijî, lewre divê ji naha ve li Moskova saziyekê Kurdên Qerebaxê bê avakirin. Ji naha ve divê karê dadî bê meşandin daku pişt re astengî çênebin. Ev mijareke grîng e, lewre divê rewşenbîrên me yên Kurdên Qerebaxê ji naha ve destên xwe bikin bin bar û jibo pêşerojê amadekarî bikin.
12.10.2020
Diyaspora Kurd
Li Diyasporayê hêzeke mezin, derdorê 7 mîlyon Kurd heye. Lêbelê û mixabin ev hêz belave ye. Cur be cur hêzên kurd vê potansiyelê parçe kirine. Ji her parçeyê jî dengekê derdikeve. Jiber sedema vê parçebûnê pirraniya Kurdên li Diyasporayê xwe ji kar û xebatên Kurdîstanî dûr digirin. Lewre ji vê hêza Kurd deng dernakeve. Lewre divê li diyasporayê Kurd xwe ji nû ve tenzîm bikin.
Di demên borî de, bi taybetî li Ewropayê PKK'ê xwast heman karî bimeşîne, PDK’ê jî di vî warî de hin xebat meşand û naha jî dimeşîne. Lêbelê heman xebat ser neketin, nakevin jî. Hin hêzên din jî car caran xwastin di vî warî de gavan biavêjin, ew jî ser neketin. Çima gelo ? Bêguman sedem ew e ku Kurdên li Diyasporayê, bi taybetî yên li Ewropayê naxwazin ligel hêzekê cih bigirin, lidij yên din bisekinin. Ev nêzîkatiyeke ne şaş e, û di cih de ye. Divê ti Kurd lidij ti Kurdî (ê) cih negire. Lewre xebatên bi armanca tenzîmkirina Diyaspora Kurd nemeşiyan, ser neketin.
Ev demekê ye li Ewropayê hin hewldanên bi armanca tenzîmkirina diyaspora Kurd hene. Ez naxwazim ji naha ve navekê li vê an jî van xebatan bikim, tenê ez dixwazim bêjim ku, heger xebatên bi armanca tenzîmkirina Diyaspora Kurd bi şêweyeke serbixwe û ji partû û hêzên siyasî serbixwe nemeşe wê negihêjin armanca ku tê xwestin.
Piştî bi dehan salan ku li her çar parçeyên Kurdistanê tekoşîna azadiyê meşiya û destkeftiyên li Başûr derketine holê û herwuha yên ku wê li Rojava derkevin holê naha dema tenzîmbûna Diyaspora Kurd e. Bi taybetî vê demê pêwîstiyeke mezin bi tenzîmkirina Kurdên li Diyasporayê heye. Hêza ku li Diyasporayê çê bûyî, çi di warê aborî de û çi jî di warê siyasî û civakî de be, dikare ji Diyaspora Kurd re jî derfetên nû biafirîne, dikare ji Kurdistanê re jî, ji hemû parçeyan re, derfetên nû derxe holê.
Weke tê zanîn tenê li welatên Yekîtiya Ewropayê nêzê hezar komeleyên Kurdan hene. Lê belê di nava van komeleyan de yên ku ji aliyê kesên profesyonel ve tên birêvebirin zêde tinene. Herwuha pirraniya wan jî tenê di xizmeta hêzekê an jî hêzan de ne. Komeleyên ku bi awayekê profesyonel neyên birêvebirin û armanca wan parastin û pêşxistina berjewendiyên hemû bêşên civaka Kurd nebin nikarin ser bikevin.
Divê were zanîn ku Diaspora bi rêya girseyên tenzîmkirî dibe hêz. Bêguman hejmar jî girîng e, lê belê bi wê ve girêdayî divê sazî û rêxistinên ku bikaribin dengê girseyan bigehînin raya giştî jî hebin. Lewre girseya ku bi mîlyonan hejmara wê hebe lê belê nikaribe xwe baş tenzîm bike nikare bibe hêza Diaspora. Li Ewropayê û li Amerîkayê eger deng û navê Diaspora Cihûyan û ya Ermeniyan heye ew jiber baştir tenzîmbûna wan e.
Ji destpêka salên 2000’î vir ve em Kurd dibêjin Diaspora me jî heye. Ez yek ji kesên ku hevoka Diasporayê zêdetir bikar aniye me. Min di pirtûka xwe ya bi navê « Yekîtiya Ewropayê û Rastiya Kurd » de vê mijarê bi dorfirehî şîrove kiriye. Lê belê dema ku ez li rewşa me ya giştî dinêrim, mixabin hê jî em nebûnin hêzeke diasporal.
Li Ewropayê, herwuha li Welatên Sovyeta Berê, li Kanada, Avustralya, Amerîka û li cur be cur welatên Rojhelata Navîn, Kurd gehiştiye astekî wisa ku di warê aborîde jî ew bûye xwedî hêzeke mezin. Tenê di destê Kurdên li Ewropayê de bi mîlyaran euro sermaye heye. Heger ev hêz baş were bikar anîn, wê bibe sebebê ku di pir aliyan de dengê Kurdan bilind be, herwuha ew ê bixwe jî hêztir bibe. Bi taybetî di hêla karê lobî û dîplomasiyê de Diyaspora Kurda dikare roleke mezintirîn bileyze û wê bixwe xizmeta hemû beşên Kurdistanê.
Ez dixwazim careke din bêjim; Karê Diyaspora Kurd nikare bi pêşengiya û fermanên partî û hêzên siyasî bimeşe û ser bikeve. Divê hemû partî û hêz ji heman karî re alîkar bibin, lê belê xwe nexin pêşeng. Xebatên ku naha li Ewropayê dimeşin dikarin Diyaspora Kurd tenzîm bikin, tenê pêwîstî bi alîkariya girseyên ku bi rastî û ji dil Kurd heye.
Roja îroyîn di nava Kurdên li Diyaspoayê de bi hezaran kesên me yên ku di pirr aliyan de xwedî tecrube û huner hene. Pirraniya wan di demên borî de di nava cur be cur partî û hêzên kurd de cih girtine. Lêbelê, jiber cur be cur sedeman, îro ew bi ti partî û hêzan re kar nakin, pirraniya wan bêdeng û di mala xwe de sekinîn in. Ev potansiyel dikare xwe aktîf bike, dikare tecrube û hunerên xwe bike xizmeta gelê xwe.
Ahmet Gulabi DERE
12.10.2020